YouVersion Logo
Search Icon

Destpêk 8

8
Ava Tofanê vedikişe
1Xwedê Nûh û hemû heywanên kedî û kovî yên ku pê re di gemiyê de bûn bi bîr anî, bi ser rûyê erdê ve bayek rakir û av nizim bû. 2Kaniyên kûrahiyê û kulekên ezmanan hatin girtin. Baran sekinî. 3Hêdî hêdî av ji rûyê erdê kişiya û piştî sed û pêncî rojan av kêm bû. 4Di roja hivdehê meha heftan de gemî li ser çiyayên Araratê rûnişt. 5Heta meha dehan her ku diçû av kêm bû. Di roja pêşî ya meha dehan de serê çiyayan xuya bûn.
6Piştî çil rojan Nûh pencereya ku di gemiyê de çêkiribû vekir 7û qijak berda derve. Heta ku av ziwa bû qijak vir ve û wê ve firiya. 8Nûh kevok berda ku bibîne av kişiyaye yan na 9lê kevokê cihekî ku lê deyne nedît, çimkî av hê li ser tevahiya rûyê erdê bû. Kevok vegeriya ba Nûh. Wî destê xwe dirêj kir, kevok hilda û anî gemiyê, ba xwe. 10Nûh heft rojên din jî sekinî û careke din kevok berda. 11Êvarê kevok zivirî û va ye pelekî zeytûna ter di nav nikulê xwe de bû. Nûh fêm kir ku av ji ser rûyê erdê kişiyaye. 12Heft rojên din sekinî û dîsa kevok şand. Lê vê carê kevok venegeriya.
13Gava Nûh şeş sed û yeksalî bû, di roja pêşî ya meha pêşî de, av kişiya û nema. Nûh banê gemiyê vekir û dît ku erd ziwa bûye. 14Di roja bîst û heftê meha diduyan de, erd bi tevahî ziwa bû.
15Xwedê ji Nûh re got: 16“Tu bi jina xwe, kurên xwe û bûkên xwe re ji gemiyê derkeve. 17Ji hemû beşerê, bi xwe re ji her cureyê jîndaran; teyr, heywan û hemû afirîdên ku dişêlin derxe derve ku ew li dinyayê belav bibin, zêde û berdar bibin.”
18Nûh bi jina xwe, kurên xwe û bûkên xwe re ji gemiyê derket. 19Hemû heywan, hemû afirîdên dişêlin û hemû teyr li gorî cureyên xwe ji gemiyê derketin.
20Nûh ji bo Xudan gorîgehek çêkir û ji hemû heywan û teyrên paqij, qurbanên şewitandinê pêşkêş kirin. 21Xudan bi bêhna xweş a qurbanên şewitandinê kêfxweş bû û got: “Tevî ku meyla dilê mirov ji zarokatiyê ve bi ser xerabiyê ve ye, êdî ezê careke din ji ber mirovan vê axê nalet nekim. Wekî min niha kir, êdî ezê careke din her jîndarî tune nekim.
22“Heta ku dinya hebe,
Wê çandinî û dirûn,
Sarî û germî,
Havîn û zivistan,
Şev û roj hebe.”

Currently Selected:

Destpêk 8: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in