YouVersion Logo
Search Icon

Destpêk 9

9
Peymana Xwedê ya bi Nûhê Pêxember re
1 # Destpêk 1:28 Xwedê Nûh û kurên wî pîroz û bereket kirin. Ji wan re got: “Zêde û berdar bibin, dinyayê dagirin. 2Wê hemû heywanên erdê û teyrên ezmanan ji we bitirsin û bibizdin. Min hemû afirîdên ku bi erdê ve dişêlin û masiyên deryayan kirin bin destê we. 3Hemû afirîdên jîndar ên dilivin, wê bibin xwarina we. Wekî giyayên şîn ên ku min dabûn we, niha ez her tiştî didim we.
4 # Lêwiyî 7:26-27; 17:10-14; 19:26; Dubarekirina Şerîetê 12:16, 23-25; 15:23 “Goştê bi can yanî bi xwîn nexwin. 5Xwîna we birije, ezê jî li heqê we bigerim. Ezê heqê we, ji her heywanî û ji her mirovî, ji yê ku xwîna birayê xwe dirijîne bixwazim.
6 # Destpêk 1:26; Derketin 20:13 “Mirovê ku xwîna mirovan birijîne,
Wê bi destê mirovan xwîna wî bê rijandin.
Çimkî Xwedê mirov di sûretê xwe de çêkirin.
7 # Destpêk 1:28 Lê hûn zêde û berdar bin,
Zêde bin û li ser erdê belav bin.”
8Xwedê ji Nûh û kurên wî re got: 9“Ez peymana xwe bi we re, bi ziriyeta li pey we re çêdikim. 10Min ev peyman bi hemû jîndarên bi we re, çi teyr, çi heywanên kedî û kovî, hemû yên ku bi we re ji gemiyê derketin û bi hemû afirîdên jîndarên dinyayê re girê da. 11Peymana min a bi we re ev e: Wê êdî bi tofanê hemû beşer helak nebe û wê êdî tofaneke din çênebe ku rûyê erdê tune dike.”
12Xwedê got: “Nîşana peymana ku ez di nav hemû nifşên bê de bi we re û bi hemû jîndaran re çêdikim ev e: 13Min keskesora xwe kir nav ewran û wê di nav min û erdê de bibe nîşana vê peymanê. 14Gava ez ewran bînim ser erdê û keskesor di nav ewran re derkeve, 15ezê peymana min bi we re û bi her cureyê jîndaran re çêkiriye, bi bîr bînim. Wê êdî tofan ranebe ku hemû beşerê tune neke. 16Her cara keskesor derkeve, ezê wê bibînim û wê peymana herheyî ya di nav Xwedê û hemû beşer û cureyên jîndarên li ser erdê hatiye danîn de, bi bîr bînim.”
17Xwedê ji Nûh re got: “Nîşana peymana min ev e ku min bi hemû beşerê re kiriye.”
Kurên Nûhê Pêxember
18Kurên Nûh ên ku ji gemiyê derketin ev bûn: Sam, Ham û Yefet. Ham bavê Kenan bû. 19Ev her sê kurên Nûh bûn û hemû mirovên li ser rûyê erdê ji wan zêde bûn.
20Nûh cotkar bû û rezê pêşî wî danî. 21Wî hinek şerab vexwar, serxweş bû û di kon de tazî vezeliya. 22Ham bavê Kenan bû. Wî bavê xwe tazî dît û ji herdu birayên xwe re got ku li derve bûn. 23Sam û Yefet cilek hilda, avêt ser milên xwe, berepaş çûn kon û tazîbûna bavê xwe nixamtin. Pişta wan li bavê wan bû û wan tazîbûna wî nedît. 24Gava ji serxweşiya şerabê hişê Nûh hat serê wî, wî fêm kir ku kurê wî yê biçûk ji bo wî çi kiriye. 25Nûh got:
“Nalet li Kenan be,
Ji birayên xwe re bibe koleyê koleyan.”
26Bi ser de wî got:
“Pîroz be Xwedayê Sam Xudan,
Kenan jê re bibe xulam.
27Xwedê cihê Yefet#9:27 Yefet tê wateya firehiyê fireh bike
Û bila ew di konê Sam de bijî.
Kenan jê re bibe xulam.”
28Piştî tofanê Nûh sê sed û pêncî sal ma. 29Nûh bi tevahî neh sed û pêncî sal kir û mir.

Currently Selected:

Destpêk 9: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in