YouVersion Logo
Search Icon

Destpêk 7

7
1Xudan ji Nûh re got: “Tu û hemû mala xwe bikevin gemiyê, çimkî di nav vî nifşî de min tu rast dîtî. 2Ji hemû heywanên ku helal in heft cot nêr û mê, ji yên heram cotek nêr û mê 3û ji her cure teyrên ezmanan heft cot nêr û mê hilde ku hebûna xwe li ser tevahiya rûyê erdê berdewam bike. 4Çimkî piştî heft rojan, ezê çil şev û çil rojan baranê bibarînim û hemû jîndarên ku min çêkirine, ji ser rûyê erdê rakim.” 5Nûh her tişta ku Xudan lê emir kiribû bi cih anî.
6Gava ava tofanê li ser erdê rabû, Nûh şeş sed salî bû. 7#Metta 24:38-39; Lûqa 17:27Nûh bi kurên xwe, bi jina xwe û bi bûkên xwe re ket gemiyê ku ji tofanê rizgar bibin. 8Cotên heywanên helal û heram, cotên teyran û cotên hemû afirîdên ku bi erdê ve dişêlin, 9cot bi cot nêr û mê hatin ba Nûh û ketin gemiyê, çawa ku Xwedê li Nûh emir kiribû. 10Piştî heft rojan tofan rabû.
11 # Petrûs II, 3:6 Di şeş sed saliya Nûh de, di roja hivdehê meha diduyan de hemû kaniyên kûrahiya erdê derbûn û kulekên ezmanan vebûn. 12Çil roj û çil şev baran bariya.
13Hema wê rojê Nûh bi kurên xwe Sam, Ham û Yefet, bi jina xwe û bi her sê bûkên xwe re ket gemiyê. 14Bi wan re li gorî cureyên xwe hemû heywanên kovî, hemû heywanên kedî, hemû afirîdên ku bi erdê ve dişêlin û her cureyên teyran ketin gemiyê. 15Ji hemû beşera ku hilma jiyanê bi wan re hebû, cot bi cot hatin ba Nûh û ketin gemiyê. 16Çawa ku Xwedê li Nûh emir kiribû, ji hemû beşerê, heywanên nêr û mê ketin gemiyê. Xudan derî lê girt.
17Tofan çil rojan berdewam kir. Av gelekî zêde bû û gemî ji erdê bilind kir. 18Her ku diçû av zêdetir dibû. Gemî jî bi ser avê ket. 19Av ewqas bilind bû ku hemû çiyayên di bin tevahiya ezmên de nixamtin. 20Av panzdeh gaz#7:20 Panzdeh gaz kêm zêde 6,8 metre ye bi ser çiyayan ket. 21Hemû beşera ku li ser rûyê erdê tevdigere helak bû; teyr, heywanên kedî, heywanên çolê, afirîdên dişêlin û hemû mirov. 22Hemû yên ku hilma jiyanê di pozê wan de hebû, li ser rûyê erdê mirin. 23Her jîndarên li ser rûyê erdê hatin rakirin. Ji mirovan bigire heta heywanan, heta afirîdên ku dişêlin û heta teyrên ezmanan jî ji ser rûyê erdê hatin rakirin. Tenê Nûh û yên pê re siwarê gemiyê bibûn, rizgar bûn. 24Av sed û pêncî rojan li ser erdê ma.

Currently Selected:

Destpêk 7: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in