YouVersion Logo
Search Icon

Destpêk 6

6
Tofan
1Gava mirov li ser rûyê erdê zêde bûn û keçên wan çêbûn, 2hebûnên ezmanî#6:2 Nivîsa Masoriyan: Kurên Xwedê tê wateya hebûnên ezmanî yan jî milyaketan (Binêre: Eyûb 1:6) an jî Şêtiyan dîtin ku keçên mirovan bedew in û bi yên ku ecibandin re zewicîn. 3Xudan got: “Wê Ruhê min her û her bi mirov re nemîne, çimkî ew xwîn û goşt e û wê jiyana wî sed û bîst sal be.” 4Di wan rojan de û piştre jî, dema hebûnên ezmanî keçên mirovan ji xwe re anîn û zarokên wan çêbûn, Nefîlî#6:4 Nivîsa Masoriyan: Nefîlî tê wateya kesê ketî. Di Septûagîntê de bi wateya Hût hatiye şirovekirin. Eynî peyv di Hejmartin 13:32-33 de jî heye. li ser rûyê erdê hebûn. Ew mêrxasên dema berê û mêrên bi nav û deng bûn.
5 # Metta 24:37; Lûqa 17:26; Petrûs I, 3:20 Xudan dît ku xerabiya mirovan li dinyayê gelekî zêde bûye û fikrên dilê wan jî herdem li ser xerabiyê ne. 6Xudan ji afirandina mirovan poşman bû û dilê wî êşiya. 7Xudan got: “Ezê mirovên ku min afirandine, tevî heywan, afirîdên bi erdê ve dişêlin û teyrên ezmanan ji ser rûyê erdê rakim. Çimkî ez poşman bûm ku min ew afirandin.” 8Lê dilê Xudan bi Nûh xweş bû.
9 # Petrûs II, 2:5 Serpêhatiya Nûh ev e: Nûh mirovekî rast û di nav nifşê xwe de kamil bû û bi Xwedê re diçû. 10Sê kurên Nûh hebûn: Sam, Ham û Yefet.
11Di çavê Xwedê de dinya xera bibû û bi zordariyê tije bibû. 12Xwedê dît ku dinya çawa xera bûye, li ser rûyê erdê hemû beşer ji rê derketibû.
13Xwedê ji Nûh re got: “Dawiya hemû beşerê hat ber min. Çimkî ji rûyê wan zordarî zêde bû. Ezê tevli wan, rûyê erdê jî tune bikim. 14Tu ji dara goferê#6:14 Nivîsa Masoriyan: Gofer. Nayê zanîn ka ev çi cure dar e, lê dibe ku dara selwiyê ye. gemiyekê ji xwe re çêke û di hundirê wê de odeyan çêke. Hundir û derveyê wê qîr bike. 15Divê tu gemiyê bi vî awayî çêkî: Wê dirêjahiya wê sê sed#6:15 Sê sed gaz kêm zêde 135 metre ye, berfirehiya wê pêncî#6:15 Pêncî gaz kêm zêde 22,5 metre ye û bilindahiya wê sî gaz#6:15 Sî gaz kêm zêde 13,5 metre ye be. 16Banê gemiyê jî çêke û bi qasî gazekî#6:16 Gazek kêm zêde 45 santîm e kûlekekê jî tê de veke. Derî bixe tenişta gemiyê û qatên jêrîn, navîn û jorîn çêke. 17Va ye, ezê li ser rûyê erdê tofanê rakim û hemû jîndarên di bin ezmanan de ku hilma jiyanê bi wan re heye tune bikim. Wê her bedena li ser rûyê erdê helak bibe. 18Lê ezê bi te re peymanekê çêkim. Tu bi kurên xwe, bi jina xwe û bi bûkên xwe re li gemiyê siwar bibe. 19Ji bo ku bi te re sax bimînin, tu ji her cureyên jîndaran, ji hemû beşerê cotekî, yek nêr, yek mê, bi xwe re bixe gemiyê. 20Wê ji her cureyên teyran, heywan û afirîdên ku bi erdê ve dişêlin cotek bên ba te ku sax bimînin. 21Ji xwe re û ji wan re her cure xurek bibe nav gemiyê û bike qût.”
22 # Îbranî 11:7 Nûh her tişta ku Xwedê lê emir kiribû bi cih anî.

Currently Selected:

Destpêk 6: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy