Destpêk 4
4
Habîlê Pêxember û Qayînê birayê wî
1Adem bi Hewaya jina xwe re raza. Hewa bi zaro ma û Qayîn jê re çêbû. Wê got: “Bi alîkariya Xudan min kurek anî.” 2Wê piştre birayê wî Habîl anî dinyayê. Habîl bû şivanê pêz, Qayîn bû cotkar. 3Piştî demekê, Qayîn ji hatina dexlê axê hinek anî û pêşkêşî Xudan kir. 4#Îbranî 11:4Habîl jî, ji keriyê xwe yên ku nû hatine dinyayê, yên qelew anî. Xudan Habîl û pêşkêşiya wî qebûl kir. 5Lê Qayîn û pêşkêşiya wî red kir. Qayîn gelek hêrs bû û rûyê xwe tirş kir.
6Xudan ji Qayîn re got: “Tu çima hêrs bûyî û te çima rûyê xwe tirş kir? 7Heke tu ya rast bikî, ma ezê te qebûl nekim? Lê heke tu ya rast nekî, guneh li ber deriyê te, di kozikê de li benda te ye. Lê divê tu bi ser guneh bikevî.”
8 #
Metta 23:35; Lûqa 11:51; Yûhenna I, 3:12 Qayîn ji Habîlê birayê xwe re got: “Em herin çolê#4:8 Nivîsên Septûagînt, Tewrata Sameryayiyan, Peşîtta û Vulgatê: Em herin çolê. Ev hevok di Nivîsa Masoriyan de tuneye..” Gava ew li çolê bûn Qayîn êrîşî Habîlê birayê xwe kir û ew kuşt.
9Xudan ji Qayîn pirsî: “Ka birayê te Habîl li ku ye?”
Qayîn got: “Ez nizanim, ma ez nobedarê birayê xwe me?”
10 #
Îbranî 12:22-24
Xudan got: “Te çi kir? Binêre! Dengê xwîna birayê te ji axê gazî min dike. 11Niha tu ji aliyê axê ve bûyî naletî. Ew axa ku devê xwe vekir û xwîna birayê te ji destê te qebûl kir. 12Axa ku tu dajoyî, wê ji niha û pêve ber nede te. Tê li ser rûyê erdê bibî bêwar û eware.”
13Qayîn ji Xudan re got: “Cezayê#4:13 Nivîsa Masoriyan: Neheqî, sûc an ceza. Septûagînt: Sûcdarkirin an sûc. min bi qasî ku nayê ragirtin#4:13 Nivîsa Masoriyan: Ragirtin. Septûagînt: Bexişandin. giran e. 14Îro tu ji vê axê berî min didî. Êdî ezê ji hizûra te dûr bikevim û li rûyê erdê bibim bêwar û eware. Kî min bibîne, wê min bikuje.”
15Li ser vê yekê Xudan jê re got: “Kî te bikuje, wê heft caran tol jê bê standin.” Piştre Xudan nîşanek bi Qayîn ve danî ku tu kes wî nekuje. 16Qayîn ji hizûra Xudan derket û çû li rojhilatê Bexçeyê Êdenê, li herêma Nodê#4:16 Nod bi îbranî gerokî ye. bi cih bû.
Ziriyeta Qayînê birayê Habîlê Pêxember
17Qayîn çû ba jina xwe, jina wî bi zaro ma û Henox anî. Wê gavê Qayîn bajarek ava dikir. Wî navê kurê xwe Henox li bajêr kir. 18Ji Henox re Îrad çêbû. Îrad bû bavê Mehûyaêl, Mehûyaêl bû bavê Metûşaêl û Metûşaêl jî bû bavê Lamex. 19Lamex du jin ji xwe re anîn. Navê yekê Eda û navê ya din Sîlla bû. 20Ji Edayê re Yaval çêbû. Ew bavkalê wan kesan bû ku di konan de rûdiniştin û xweyê keriyan bûn. 21Navê birayê wî Yûval bû. Ew bavkalê wan kesan bû ku li çengê û li bilûrê dixistin. 22Ji Sîllayê re Tûval-Qayîn çêbû. Tûval-Qayîn tûnc û hesin dikuta û amûrên cûr bi cûr çêdikirin. Naema, xwişka Tûval-Qayîn bû.
23Lamex ji jinên xwe re got:
“Ya Eda û Sîlla, guhdariya dengê min bikin!
Ya jinên Lamex, guhên xwe bidin peyvên min!
Ji ber ku wî ez birîndar kirim, min zilamekî kuşt,
Zilamekî ciwan ê ku ez êşandim.
24Heke heft caran tola Qayîn bê standin,
Wê heftê û heft caran tola Lamex bê standin.”
25Adem dîsa çû ba jina xwe. Wê kurek anî û navê wî Şêt#4:25 Şêt bi îbranî dayîn e. danî û got: “Xwedê di cihê Habîlê ku Qayîn kuşt de, kurekî din da min.” 26Kurekî Şêt jî çêbû û wî navê Enoş lê kir.
Gazîkirina navê Xudan wê demê destpê kir.
Выбрано:
Destpêk 4: KURNT
Выделить
Поделиться
Копировать
Хотите, чтобы то, что вы выделили, сохранялось на всех ваших устройствах? Зарегистрируйтесь или авторизуйтесь
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.