Lûqa 21
21
Diyariya Jinebiya Belengaz
(Marqos 12:41-44)
1Îsa serê xwe hilda û kesên dewlemend, yên ku diyariyên xwe davêtin peredanka Perestgehê, dîtin. 2Wî jinebiyeke reben jî dît ku du pol avêtinê. 3Hingê Îsa got: «Ez rast ji we re dibêjim, vê jinebiya belengaz ji wan hemûyan bêtir avêtê. 4Çimkî van hemûyan ji tiştên ku ji wan zêde bûn, avêtin nav diyariyan, lê vê jinikê ji belengaziya xwe hemû abora xwe avêtê.»
Îsa ji pêşî ve li ser Wêranbûna Perestgehê Dibêje
(Metta 24:1-2; Marqos 13:1-2)
5Çaxê hinekan digot ku Perestgeh çawa bi kevirên spehî û bi diyariyan hatiye xemilandin, Îsa got: 6«Heçî ev tiştên ha ne yên ku hûn dibînin, roj wê bên, ku hingê li vê derê kevir li ser kevir namîne. Tiştek namîne ku neyê hilweşandin.»
Li ser Xapandin û Tengahiyên Mezin
(Metta 24:3-14; Marqos 13:3-13)
7Wan jî ji Îsa pirsî û gotin: «Mamoste, ev tişt wê kengê çêbin? Û çaxê ev tiştên ha li ber çêbûnê bin, nîşana wan çi ye?» 8Îsa jî got: «Hay ji xwe hebin ku hûn neyên xapandin, çimkî gelek wê bi navê min bên û wê bêjin: ‹Ez ew im› û ‹Wext nêzîk bûye!› Li pey wan neçin! 9Çaxê hûn li ser şer û hengameyan bibihîzin, netirsin, çimkî divê pêşî ev tiştên ha çêbin, lê belê dawî pêre pêre nayê.»
10Hingê wî ji wan re got: «Milet wê li hember miletan rabe, padîşahî wê li hember padîşahiyan rabe. 11Erdhejînên mezin wê çêbin û li cih cihan xela û êşa zirav wê derkevin. Tiştên tirsehêz û nîşanên mezin wê li ezmên bibin. 12Lê ji berî van hemû tiştan wê dest bavêjin we û tengahiyê bidin we. Ewê we teslîmî kinîştan bikin û we bavêjin zîndanan û di ber navê min de ewê we derxin ber padîşah û waliyan. 13Ev tişt wê çêbin, da ku hûn şahidiyê ji bo min bikin. 14Loma bixin dilê xwe ku hûn ji pêşî ve nefikirin ku hûnê çawa xwe biparêzin. 15Çimkî ezê dev û ziman û şehrezayiyê bidim we, ku neyarên we nekarin li ber we bipeyivin an bisekinin. 16Lê heta bi dê û bav, bira, mirov û dostên we wê we bidin girtin û wê hinan ji we bikujin. 17Ji ber navê min hemû jî wê ji we nefret bikin. 18Lê mûyek ji serê we winda nabe. 19Hûnê bi bîhnfirehiya xwe canê xwe bi dest bixin.
Îsa li ser Wêrankirina Orşelîmê Dibêje
(Metta 24:15-21; Marqos 13:14-19)
20«Lê çaxê hûn bibînin ku hawirdora Orşelîmê bi leşkeran bê girtin, hingê bizanin ku xerabûna wê nêzîk e. 21Hingê yên ku di Cihûstanê de ne, bila birevin çiyan! Û yên ku di bajêr de bin, bila jê derkevin! Û yên ku li çolê bin, bila nekevin bajêr! 22Çimkî ev rojên heyfstandinê ne, da ku heçî tiştên hatine nivîsîn, bên cih. 23Wey li wan ên ku di wan rojan de bizaro ne û dimêjînin. Çimkî tengahiyeke mezin wê bê ser welêt û xezeb wê bê ser vî gelî. 24Ewê bikevin ber devê şûr, bi hêsîrtî wê bên birin nav hemû miletan û heta zemanê miletan temam bibe, Orşelîm wê di bin lingên wan de biperçiqe.
Vegerîna Kurê Mirov
(Metta 24:29-31; Marqos 13:24-27)
25«Li ser roj, heyv û stêran nîşan wê çêbin û li ser erdê ji ber guregura pêlên deryayê milet wê bibizdin û şaş bibin. 26Ew mirovên ku li benda wan tiştên ku bên serê dinyayê disekinin, ji tirsan dilê wan wê bibihûre; çimkî stêrên ezmanan wê ji cihê xwe bihejin. 27Hingê wê bibînin ku ‹Kurê Mirov di nav ewrekî de bi hêz û rûmeta mezin tê.›#Daniyêl 7:13; Peyxam 1:7 28Çaxê ev tiştên ha dest pê bikin û çêbin, li jor binêrin û serê xwe hildin, çimkî xilasiya we nêzîk dibe.»
Mesela Hêjîrê
(Metta 24:32-35; Marqos 13:28-31)
29Û Îsa ji wan re meseleyek got: «Li dara hêjîrê û li hemû darên din binêrin. 30Çaxê ku ew dibişkivin, hûn dibînin û hûn ji ber xwe dizanin ku êdî havîn nêzîk e. 31Bi vî awayî, çaxê hûn jî bibînin ku ev tiştên ha çêdibin, bizanin ku Padîşahiya Xwedê nêzîk e. 32Bi rastî ez ji we re dibêjim, heta ev tiştên ha hemû çênebin, ev nifş qet nabihûre. 33Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Hişyar Bimînin!
34«Hay ji xwe hebin ku bi xwarina zehfî, serxweşî û bi xemên vê jiyanê dilê we giran nebe û ew roj ji nişkê ve wek dafikekê bi ser we de neyê. 35Çimkî ewê bi ser wan hemûyên ku li ser rûyê erdê dimînin de, bê. 36Lê herdem dua bikin û hişyar bimînin, da ku hûn bikarin ji ber van hemû tiştên ku wê bibin, birevin û li ber Kurê Mirov rawestin.»
37Îsa bi roj di Perestgehê de hîn dikir û bi şev derdiket, diçû wî çiyayê ku jê re Çiyayê Zeytûnê digotin û şeva xwe dibihûrand. 38Û xelk hemû sibê zû dihatin Perestgehê ba wî, da ku guhdariya wî bikin.
Trenutno odabrano:
Lûqa 21: KURNT
Istaknuto
Podijeli
Kopiraj
Želiš li svoje istaknute stihove spremiti na sve svoje uređaje? Prijavi se ili registriraj
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.