1
Lûqa 21:36
Kurmanji Încîl
Lê herdem dua bikin û hişyar bimînin, da ku hûn bikarin ji ber van hemû tiştên ku wê bibin, birevin û li ber Kurê Mirov rawestin.»
Usporedi
Istraži Lûqa 21:36
2
Lûqa 21:34
«Hay ji xwe hebin ku bi xwarina zehfî, serxweşî û bi xemên vê jiyanê dilê we giran nebe û ew roj ji nişkê ve wek dafikekê bi ser we de neyê.
Istraži Lûqa 21:34
3
Lûqa 21:19
Hûnê bi bîhnfirehiya xwe canê xwe bi dest bixin.
Istraži Lûqa 21:19
4
Lûqa 21:15
Çimkî ezê dev û ziman û şehrezayiyê bidim we, ku neyarên we nekarin li ber we bipeyivin an bisekinin.
Istraži Lûqa 21:15
5
Lûqa 21:33
Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Istraži Lûqa 21:33
6
Lûqa 21:25-27
«Li ser roj, heyv û stêran nîşan wê çêbin û li ser erdê ji ber guregura pêlên deryayê milet wê bibizdin û şaş bibin. Ew mirovên ku li benda wan tiştên ku bên serê dinyayê disekinin, ji tirsan dilê wan wê bibihûre; çimkî stêrên ezmanan wê ji cihê xwe bihejin. Hingê wê bibînin ku ‹Kurê Mirov di nav ewrekî de bi hêz û rûmeta mezin tê.›
Istraži Lûqa 21:25-27
7
Lûqa 21:17
Ji ber navê min hemû jî wê ji we nefret bikin.
Istraži Lûqa 21:17
8
Lûqa 21:11
Erdhejînên mezin wê çêbin û li cih cihan xela û êşa zirav wê derkevin. Tiştên tirsehêz û nîşanên mezin wê li ezmên bibin.
Istraži Lûqa 21:11
9
Lûqa 21:9-10
Çaxê hûn li ser şer û hengameyan bibihîzin, netirsin, çimkî divê pêşî ev tiştên ha çêbin, lê belê dawî pêre pêre nayê.» Hingê wî ji wan re got: «Milet wê li hember miletan rabe, padîşahî wê li hember padîşahiyan rabe.
Istraži Lûqa 21:9-10
10
Lûqa 21:25-26
«Li ser roj, heyv û stêran nîşan wê çêbin û li ser erdê ji ber guregura pêlên deryayê milet wê bibizdin û şaş bibin. Ew mirovên ku li benda wan tiştên ku bên serê dinyayê disekinin, ji tirsan dilê wan wê bibihûre; çimkî stêrên ezmanan wê ji cihê xwe bihejin.
Istraži Lûqa 21:25-26
11
Lûqa 21:10
Hingê wî ji wan re got: «Milet wê li hember miletan rabe, padîşahî wê li hember padîşahiyan rabe.
Istraži Lûqa 21:10
12
Lûqa 21:8
Îsa jî got: «Hay ji xwe hebin ku hûn neyên xapandin, çimkî gelek wê bi navê min bên û wê bêjin: ‹Ez ew im› û ‹Wext nêzîk bûye!› Li pey wan neçin!
Istraži Lûqa 21:8
Početna
Biblija
Planovi
Filmići