YouVersion logo
Ikona pretraživanja

Karên Şandiyan 8

8
1Û Şawûl razî bû ku ew bê kuştin.
Şawûl Tengahiyê Dide Bawermendan
Di wê rojê de li Orşelîmê cefayeke şidîd li hember civîna bawermendan dest pê kir û ji Şandiyan pê ve hemû bawermend ji hev hatin belavkirin, çûn herêmên Cihûstan û Sameryayê. 2Mirovên xwedêtirs Steyfan veşartin û şîneke giran li ser wî girtin. 3Lê Şawûl civîn şeperze dikir; ji malekê diket maleke din, jin û mêr kaş dikirin û davêtin zîndanê.#Karên Şandiyan 22:4-5; 26:9-11
Filîpos Mizgîniyê li Sameryayê Belav Dike
4Îcar yên ku ji hev belav bûn, Mizgînî didan her dera ku diçûnê. 5Filîpos daket bajarekî Sameryayê û Mesîh ji wan re da bihîstin. 6Gava elaletê nîşanên mezin ên ku Filîpos çêdikirin, didîtin û dibihîstin, hemûyan bi hev re bi baldarî guhê xwe didan gotinên wî. 7Çimkî ruhên nepak bi dengekî bilind qîriyan û ji gelek kesên cinoyî derketin û gelek kesên felcî û seqet sax bûn. 8Û şahiyeke mezin li wî bajarî çêbûbû.
9Îcar li vî bajarî yekî ku ji demeke dirêj ve sêrbazî dikir hebû, navê wî Şimûn bû. Wî xelkê Sameryayê şaş dihişt û digot ku ew mirovekî mezin e. 10Hemûyan, ji biçûkan heta mezinan bi baldarî guhdariya wî dikir û digotin: «Hêza Xwedê ya ku jê re Mezin dibêjin ev e.» 11Û wan bi baldarî guhdariya wî dikir, çimkî ji demeke dirêj ve wî bi sêrbaziya xwe ew şaş dikirin. 12Lê gava ku wan ji Filîpos bawer kir, yê ku Mizgîniya li ser Padîşahiya Xwedê û li ser navê Îsa Mesîh dida, hem jin hem mêr imad bûn. 13Şimûn bi xwe jî bawerî anî. Piştî ku imad bû, hergav li ba Filîpos dima û li nîşan û kerametên mezin ên ku dihatin kirin, şaş dima.
14Îcar gava ku Şandiyên li Orşelîmê bihîstin ku Samerya peyva Xwedê qebûl kiriye, wan Petrûs û Yûhenna şandin ba wan. 15Ew jî daketin jêr, ji bo wan dua kirin ku Ruhê Pîroz bistînin, 16çimkî hê Ruhê Pîroz nehatibû ser yekî ji wan, tenê ew bi navê Xudan Îsa hatibûn imadkirin. 17Hingê Petrûs û Yûhenna destên xwe danîn ser wan û wan jî Ruhê Pîroz stand. 18Îcar gava ku Şimûn dît ku Ruh bi destdanîna Şandiyan a li ser wan tê dayîn, wî pere pêşkêşî wan kirin û 19got: «Vê hêzê bidin min jî, da ku ez destên xwe deynim ser kê, Ruhê Pîroz bistîne.» 20Lê Petrûs ji wî re got: «Bila zîvê te mîrata serê te be, çimkî te guman kir ku diyariya Xwedê bi peran tê standin! 21Ne pişka te û ne jî para te di vê yekê de heye, çimkî dilê te li ber Xwedê ne rast e. 22Îcar ji vê xerabiya xwe tobe bike, ji Xudan lava bike, belkî li niyeta di dilê te de bê bihûrtin. 23Çimkî ez te di tehliya zirav de û di zincîrên xerabiyê de dibînim.» 24Şimûn lê vegerand û got: «Hûn ji bo min ji Xudan bixwazin, da ji tiştên ku we gotin tu tişt neyê ser min.»
25Îcar piştî ku Petrûs û Yûhenna ji peyva Xudan re şahidî kirin û peyivîn, ew vegeriyan Orşelîmê, Mizgînî li gelek gundên Sameriyan belav kirin.
Filîpos û yê Etyopî
26Hingê milyaketekî Xudan ji Filîpos re got: «Rabe û bi aliyê başûr ve here wê riya ku ji Orşelîmê diçe Xezzeyê.» Ew der çol e. 27Ew jî rabû û çû û Etyopiyekî nemêrkirî dît. Ew wezîrekî şahbanûya Etyopyayê Kendakya bû û li ser hemû xezînên wê bû. Ew ji bo perizînê hatibû Orşelîmê#8:27 Li Etyopyayê «Kendakya» bernavek bû (wek li Misrê «Firewn» an li derên din «Qeyser»). 28û vedigeriya malê. Di ereba xwe de rûniştibû û nivîsara Îşaya pêxember dixwend. 29Îcar Ruh ji Filîpos re got: «Pêşve here û beşdarî vê erebê bibe.» 30Filîpos bezî û bihîst ku ew nivîsara Îşaya pêxember dixwîne. Filîpos jê pirsî: «Ma tiştê ku tu dixwînî, tu fêm dikî?» 31Wî lê vegerand û got: «Ezê çawa fêm bikim eger yek ji min re şîrove neke?» Û wî ji Filîpos hêvî kir ku li ba wî siwar bibe. 32Ew cihê ku ji nivîsarê dixwend ev bû:
«Wek miyekê ji bo şerjêkirinê hat birin
Û wek ku berx li ber cewîzê xwe bêziman e,
Ew devê xwe venake.#8:32 Cewîz: Ew kesê ku pirça bizinan, hiriya miyan û keja çûran dibire.
33Di nizimkirina wî de jê re edalet nema.
Kî wê li ser dûndana wî bêje?
Çimkî jiyana wî ji erdê tê rakirin.»#Ji: Îşaya 53:7-8
34Yê nemêrkirî ji Filîpos pirsî û got: «Hêviya min ji te, pêxember van li ser kê dibêje? Li ser xwe an li ser yekî din?» 35Hingê Filîpos devê xwe vekir û bi vê nivîsarê dest bi gotinê kir û Mizgîniya li ser Îsa ji wî re got. 36-37Gava di riya xwe de diçûn, gihîştin ser avekê, yê nemêrkirî got: «Va ye av, ma çi ji min re dibe asteng ku ez imad nebim?»#8:36-37 Di hin destnivîsaran de ev jî heye: «Filîpos jê re got: Eger tu bi hemû dilê xwe bawer bikî, tu dikarî. Wî lê vegerand û got: Ez bawer dikim ku Îsa Mesîh Kurê* Xwedê ye.» 38Wî emir kir ku erebe raweste, herdu bi hev re, Filîpos û yê nemêrkirî, çûn nav avê û Filîpos ew imad kir. 39Çaxê ew ji avê derketin, Ruhê Xudan Filîpos hilda û bir; yê nemêrkirî hew ew dît û bi şahî di riya xwe de çû. 40Filîpos xwe li Aşdodê dît û heta ku hat Qeyseriyê, di hemû bajarên ku di wan re derbas bû de, Mizgînî belav dikir.

Trenutno odabrano:

Karên Şandiyan 8: KURNT

Istaknuto

Podijeli

Kopiraj

None

Želiš li svoje istaknute stihove spremiti na sve svoje uređaje? Prijavi se ili registriraj