Îcar Ruh ji Filîpos re got: «Pêşve here û beşdarî vê erebê bibe.» Filîpos bezî û bihîst ku ew nivîsara Îşaya pêxember dixwîne. Filîpos jê pirsî: «Ma tiştê ku tu dixwînî, tu fêm dikî?» Wî lê vegerand û got: «Ezê çawa fêm bikim eger yek ji min re şîrove neke?» Û wî ji Filîpos hêvî kir ku li ba wî siwar bibe.