Karên Şandiyan 4
4
Petrûs û Yûhenna li ber Civîna Giregiran
1Hê ku Petrûs û Yûhenna bi xelkê re dipeyivîn, kahîn, serwerê parêzgerên Perestgehê û Sadûqî bi ser wan de hatin. 2Ew pirr hêrs bûn, çimkî şagirtan gel hîn dikir û li ser vejîna miriyan a ku bi Îsa ye dipeyivîn. 3Wan ew girtin û ji ber ku ji xwe êvar bû, heta dotira rojê ew di girtîgehê de hiştin. 4Lê gelekên ku peyv bihîstin, bawerî anîn û hejmara wan gihîşt dora pênc hezar kes.
5Îcar dotira rojê serwer, rihspî û Şerîetzan li Orşelîmê civiyan, 6Serokkahîn Henan, Qeyafa, Yûhenna, Skender û hemû yên ku ji malbata Serokkahîn dihatin li wir bûn. 7Çaxê ku yên girtî li holê dan rawestandin, wan pirsî: «We bi kîjan hêzê an bi çi navî ev kir?» 8Hingê Petrûs bi Ruhê Pîroz tije, ji wan re got: «Gelî serekên gel û rihspîno! 9Eger îro em ji bo qenciya ku bi mirovê nexweş bûye, tên pirsyarkirin ka ew çawa sax bûye, 10bila ev ji aliyê we hemûyan û ji aliyê hemû gelê Îsraêl ve bê zanîn ku ev mirov, bi navê Îsa Mesîhê Nisretî yê ku we xaç kir û yê ku Xwedê ji nav miriyan rakir, sipîsax li ber we radiweste. 11Ev ew e,
‹Ew kevirê ku ji aliyê we hostayan ve kêm hat dîtin,
Bû kevirê serê rikin.›#Ji: Zebûr 118:22
12Xilasî bi tu kesî din tune; çimkî di bin ezmên de, di nav mirovan de, navekî din nehatiye dayîn ku em bikarin pê xilas bibin.»
13Gava ku wan biziraviya Petrûs û Yûhenna dît û fêm kirin ku ew nexwenda û di halê xwe de ne, şaş man. Wan tê derxist ku ev mirov bi Îsa re mane. 14Lê wan zilamê qencbûyî bi wan re rawestayî dît û nikaribûn tiştekî li dij bêjin. 15Îcar li wan emir kirin ku ji civîna giregiran derkevin û dest pê kirin di nav xwe de şêwirîn. 16Wan got: «Em bi van mirovan çi bikin? Çimkî ji hemûyên ku li Orşelîmê rûdinin re eşkere ye ku bi destê van nîşaneke berbiçav hatiye kirin û em nikarin vê înkar bikin. 17Lê ji bo ku ev hê bêtir di nav gel de belav nebe, em gef li wan bixwin ku ji niha û pê ve bi navê Îsa ji kesî re tiştekî nebêjin.» 18Gazî wan kirin û li wan emir kirin ku êdî bi navê Îsa qet nepeyivin û kesî hîn nekin. 19Lê Petrûs û Yûhenna bersîva wan dan û gotin: «Ma li ber Xwedê kîjan rast e? Em guhê xwe bidin we, an bidin Xwedê? Hûn bêjin. 20Çimkî em nikarin tiştên ku me dîtine û bihîstine nebêjin.» 21Piştî ku dîsa gef li wan xwarin ew berdan. Ji ber xelkê tu rê nedîtin ku wan ceza bikin, çimkî hemûyan ji bo tiştê bûyî pesnê Xwedê dida. 22Emrê wî mirovê ku bi vê kerametê qenc bûbû, di ser çilî re bû.
Bawermend ji bo Wêrekiyê Dua Dikin
23Piştî ku ew hatin berdan, çûn ba hevalên xwe û her tiştê ku serekên kahînan û rihspiyan ji wan re gotibû, ji wan re gotin. 24Gava ku wan ev bihîst, bi hev re dengê xwe bilind kirin û ji Xwedê re gotin: «Ya Xwedayê hukumdar! Yê ku erd û ezman, derya û hemû tiştên di wan de afirandiye, tu yî.#Nehemya 9:6; Zebûr 146:6 25Te bi Ruhê Pîroz bi devê xizmetkarê xwe bavê me Dawid got:
‹Çima milet hêç bûn
Û netew tiştên pûç fikirîn?
26Padîşahên dinyayê bûn yek,
Û serek li hev civiyan
Li hember Xudan û li hember Mesîhê wî.›#Ji: Zebûr 2:1-2
27Çimkî bi rastî li vî bajarî, Hêrodês û Pontiyos Pîlatos, bi miletan û bi gelê Îsraêl re, li hember xizmetkarê te yê pîroz Îsa, yê ku te meshkirî, civiyan,#Lûqa 23:1-11 28da ku çi bi destê te û li gor daxwaza te ji berê ve hatibe biryardan, bê cih. 29Û niha ya Xudan, li gefxwarinên wan binêre! Û vê yekê bide xizmetkarên xwe ku peyva te tam bi ziravî bêjin. 30Destê xwe dirêj bike, da ku bi navê xizmetkarê te yê pîroz Îsa, nexweş qenc bibin û nîşan û karên mezin çêbin.» 31Piştî ku wan dua kir, dera ku lê civiyabûn hejiya, ew hemû bi Ruhê Pîroz tije bûn û peyva Xwedê bi ziravî digotin.
Danûstandina Bawermendan
32Dil û ruhê tevahiya koma bawermendan yek bû. Tu kesî ji wan ji bo tiştên xwe nedigot: «Ev ya min e.» Lê her tiştê wan hevpar bû. 33Şandiyan bi hêzeke mezin şahidiya vejîna Xudan Îsa didan û keremeke mezin li ser wan hemûyan bû. 34Û di nav wan de tu kesê hewcedar tunebû. Çimkî yên ku xweyî xanî an xweyî erd bûn, ew difirotin û wan tiştan çi bigirta dianîn, 35ew li ber lingê Şandiyan datanîn û li gor hewcedariya wan li her kesî dihat belavkirin. 36Bi navê Ûsiv yekî Lêwî ji Qibrisê hebû. Şandiyan jê re digot Barnabas, ku bê wergerandin: «Kurê handanê». 37Zeviyeke vî mirovî hebû, wî ew firot û perên wê anîn li ber lingên Şandiyan danîn.
Trenutno odabrano:
Karên Şandiyan 4: KURNT
Istaknuto
Podijeli
Kopiraj
![None](/_next/image?url=https%3A%2F%2Fimageproxy.youversionapi.com%2F58%2Fhttps%3A%2F%2Fweb-assets.youversion.com%2Fapp-icons%2Fhr.png&w=128&q=75)
Želiš li svoje istaknute stihove spremiti na sve svoje uređaje? Prijavi se ili registriraj
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.