YouVersion logo
Ikona pretraživanja

Karên Şandiyan 3

3
Petrûs Parsekekî Şeht Qenc Dike
1Rojekê piştî nîvro saet di sisiyan de, çaxê duakirinê, Petrûs û Yûhenna hildikişiyan Perestgehê. 2Zilamekî ku ji zikmakî şeht bû dianîn û ew her roj li ber dergehê Perestgehê yê ku jê re Bedew digotin, datanîn, da ku ji wan ên ku dikevin Perestgehê parsê bike. 3Gava ku wî dît Petrûs û Yûhenna dikin bikevin Perestgehê, wî ji wan xwest ku xêrekî bi wî bikin. 4Petrûs jî bi Yûhenna re bi baldarî li wî nêrî û got: «Li me binêre.» 5Bi hêviya ku ewê tiştekî bidinê, çavê wî li wan bû. 6Lê Petrûs got: «Ne zêrê min û ne jî zîvê min heye; lê tiştê ku bi min re heye, ezê bidim te. Bi navê Îsa Mesîhê Nisretî rêve here.» 7Û bi destê wî yê rastê girt û rakir ser lingan; di cih de piyên wî û gûzikên wî sipîsax bûn. 8Xwe hilavêt, li ser lingan rawesta û dest pê kir rêve çû. Ew bi wan re ket Perestgehê, rêve diçû, xwe hildavêt û pesnê Xwedê dida. 9Hemû xelkê dît ku ew rêve diçe û pesnê Xwedê dide. 10Û gava wan ew nas kir û dîtin ku ev ew e, ku li ber dergehê Perestgehê yê bi navê Bedew rûdinişt ku parsê bike, ew bi tiştê ku bi wî hatibû, heyirî û mat man.
Petrûs di Eywana Silêman de Dipeyive
11Hê ku wî xwe bi Petrûs û Yûhenna digirt, hemû xelk bi hev re ecêbmayî bezîn ba wan, wê eywana ku jê re Eywana Silêman digotin. 12Gava Petrûs ev yek dît, ji xelkê re got: «Gelî Îsraêliyan, hûn çima li vê yekê şaş dimînin, an hûn çima bi baldarî li me dinêrin? Hûn dibêjin qey me bi hêz an bi dîndariya xwe kiriye ku ew rêve here? 13‹Xwedayê Birahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb, Xwedayê bav û kalên me›#Ji: Derketin 3:6, 15, Xizmetkarê xwe Îsa bi rûmet kir. We ew da dest û li ber Pîlatos înkar kir, bi ser ku wî biryar dabû ku Îsa berde. 14Lê we Yê Pîroz û Rast înkar kir û we xwest ku mêrkujek ji we re bê berdan.#Lûqa 23:13-23 15We Serokê Jiyanê kuşt, lê Xwedê ew ji nav miriyan rakir. Em şahidên vê yekê ne. 16Navê Îsa ev mirovê ku hûn dibînin û nas dikin, sipîsax kir. Wî bawerî bi navê Îsa anî û bi saya Îsa, wê baweriyê li ber çavê we hemûyan saxîtiya temam da wî.
17«Û niha birano, ez dizanim ku we jî wek serekên xwe bi nezanî ev yek kir. 18Îcar bi vî awayî Xwedê, ev tiştên ku ji pêşî ve bi devê hemû pêxemberan gotibû ku Mesîh wê cefayê bikişîne, anî cih. 19Loma tobe bikin û li Xwedê bizivirin, da ku gunehên we bên xîşkirin, 20da ku ji ba Xudan wextên nûvejeniyê bên û Mesîhê ku ji berê ve ji bo we destnîşan kiriye, yanî Îsa bişîne. 21Divê ew li ezmên bimîne, heta ku Xwedê her tiştî nûvejen bike, wek ku wî ji berê ve bi devê pêxemberên xwe yên pîroz gotiye. 22Mûsa jî got: ‹Xudan Xwedayê we wê ji nav birayên we, ji we re pêxemberekî wek min rake. Ew her çi ji we re bêje, divê hûn guhdariya wî bikin. 23Îcar her kesê ku guhdariya wî pêxemberî neke, wê ji nav gel bê derxistin û helak bibe.›#Ji: Dubarekirina Şerîetê 18:15-16; 18:19; Lêwiyî 23:29 24Û hemû pêxemberan, ji Samûêl bigire heta yên pey wî, her kî peyivîbe, li ser van rojan gotine. 25Zarokên pêxemberan û wêrisên peymana ku Xwedê bi bav û kalên we re girêdaye hûn in. Xwedê ji Birahîm re got: ‹Wê bi dûndana te, hemû bavikên li ser rûyê erdê bên pîrozkirin.›#Ji: Destpêk 22:18; 26:4 26Gava ku Xwedê Xizmetkarê xwe rakir, pêşî wî ew şand ba we, da ku we pîroz bike û her yekî ji we ji xerabiyên wî vegerîne.»

Trenutno odabrano:

Karên Şandiyan 3: KURNT

Istaknuto

Podijeli

Kopiraj

None

Želiš li svoje istaknute stihove spremiti na sve svoje uređaje? Prijavi se ili registriraj