YouVersion Logo
Search Icon

Marqos 4

4
Mesela tʼoximrʼeş
(Metta 13:1-9; Lûqa 8:4-8)
1Îsa dîsa li devê golê dest bi hînkirinê kir. Eʼlaleteke usa mezin li dora Wî civîya, kʼerba Ew kʼete qeyika li ser golê û rʼûnişt. Tʼemamîya eʼlaletê li devê golê bû 2û Wî bi mesela ew hînî gelek tişta dikirin. Hînkirina Xweda got: 3«Guhdarî! Tʼoximrʼeş rʼabû çû ku tʼoxim birʼeşîne. 4Çaxê ewî tʼoximê xwe dirʼeşand, hinek jê kʼetine devê rʼê, teyrede hatin û ew xwarin. 5Û hinek kʼetine ser eʼrdê kevirî, li wir ku xwelî kêm bû. Ew zû şîn bûn, çimkî telaşê xwelîyê ne kʼûr bû. 6Çaxê teʼv derkʼet, ew çʼilmisîn û çimkî rʼawêd wan tʼunebûn, hʼişk bûn. 7Û hinekêd din kʼetine nava stirîya, stirî rʼabûn ew xeniqandin û ber nedan. 8Û hinekêd din jî kʼetine nava eʼrdê qenc û şîn bûn, mezin bûn û hineka sî, hineka şêst, hineka sed car ber dan».
9Û Îsa wanrʼa got: «Guhê kʼêyî bihîstinê heye bira bibihê».
Îsa çima bi mesela xeber dide
(Metta 13:10-17; Lûqa 8:9-10)
10Gava Îsa tʼenê ma, yêd dora Wî girtibûn tʼevî her donzdeha, bona van mesela jê pirsîn. 11Ewî caba wan da û got: «Werʼa hatîye dayînê ku hûn surʼêd Pʼadşatîya Xwedê bizanibin, lê bona wan, yêd ku derva ne, her tişt bi mesela tê gotinê, 12wekî:
‹Çiqasî binihêrʼin jî, nebînin,
çiqasî bibihên jî, feʼm nekin,
wekî nebe ku vegerʼin û li wan bê afûkirinê›#4:12 Îşaya 6:9-10. ».
Şirovekirina mesela tʼoximrʼeş
(Metta 13:18-23; Lûqa 8:11-15)
13Hingê Îsa wanrʼa got: «Hûn vê meselê feʼm nakin? Lê îdî hûnê hʼemû mesela çawa feʼm bikin? 14Tʼoximrʼeş xeberê dirʼeşîne. 15Ewêd li devê rʼê ku xeber lê tê çandinê, ew in, ku gava dibihên, pêrʼa-pêrʼa mîrêcin tê û xebera dilê wanda çandî derdixe. 16Ewêd li ser eʼrdê kevirî ew in, ku gava xeberê dibihên, ew zû bi eşq û şa wê qebûl dikin, 17lê çimkî rʼawêd wan tʼunene, ew dirêj tʼaw nakin. Û gava bona xeberê rʼastî tengasîya yan zêrandinê tên, zû ji rʼê dikʼevin. 18Û ewêd nava stirîyada hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên, 19xemêd vê dinyayê, derewêd dewletîyê û xwestina tiştêd din dikʼevine navê û xeberê dixeniqînin, ew bê ber dimînin. 20Û ewêd eʼrdê qencda hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên, qebûl dikin, hinek sî, hinek şêst û hinek jî sed car ber didin».
Çʼira ser pʼêçʼirê
(Lûqa 8:16-18)
21Û Îsa wanrʼa got: «Gava çʼirê tînine hindurʼ, bona çi tînin? Bona bin selikê, yan bona bin nivînê? Ne tînin ku daynine ser pʼêçʼirê? 22Tʼu tiştê veşartî tʼuneye ku neyê aşkerekirinê û ne jî tiştekî dizîva heye ku nekʼeve ber rʼonayê. 23Guhê kʼêyî bihîstinê heye bira bibihê».
24Îsa wanrʼa got: «Dîna xwe bidine tiştêd ku hûn dibihên. Hûn bi çi çapê bipîvin, bi wê pîvanê jî wê werʼa bê pîvanê û serda jî wê hê zêde be. 25Çimkî kʼêrʼa ku heye, wê hê lê zêde be û kʼêrʼa ku tʼune, çi heye jî wê jê bê standinê».
Mesela tʼoximê şîn dibe
26Û Îsa got: «Pʼadşatîya Xwedê mîna vê yekê ye: Merivek tʼoxim dirʼeşîne nav eʼrdê. 27Û şev û rʼoj rʼadizê, rʼadibe, tʼoxim şîn dibe, bilind dibe û xwexa pê nahʼese ku ev çawa dibe. 28Eʼrd ji xwe ber dide, pêşîyê zîl, paşê simbil, peyrʼa jî genimê gihîştî simbilda. 29Gava ku ber digihîje, meriv îdî deʼsê davêjê, çimkî dema nandirûnê pêrʼa gihîştîye».
Mesela hʼeba tʼoximê xerdalê
(Metta 13:31-32; Lûqa 13:18-19)
30Û Îsa got: «Em Pʼadşatîya Xwedê mîna çi bişibînin? Yan jî em wê bi kʼîjan meselê şirovekin? 31Ew mîna hʼebeke tʼoximê xerdalê ye ku ji hʼemû tʼoximêd ku ser eʼrdê têne çandinê hûrtir e. 32Lê gava ew tê çandinê digihîje, ji hʼemû pʼincarʼa mestir dibe û çʼiqilêd mezin dide, usa ku teyredêd eʼzmên dikarin xwe bidine bin sîya wê».
Îsa bi mesela xeber dide
(Metta 13:34-35)
33Bi gelek meselêd bi vî awayî wanrʼa haqas xeber dida, çiqas ku wana dikaribû feʼm bikira. 34Bê mesele wanrʼa tiştek nedigot, lê şagirtêd Xwerʼa başqe her tişt şirovedikir.
Îsa firtonê diseqirʼîne
(Metta 8:23-27; Lûqa 8:22-25)
35Wê rʼojê, gava rʼo çû ava, Îsa şagirtêd Xwerʼa got: «Em derbazî wî berî golê bin». 36Şagirt ji eʼlaletê qetîyan, kʼetine wê qeyika ku Îsa têda bû û wana Ew tʼevî xwe bir. Qeyikêd din jî tʼevî Wî bûn. 37De îjar firtoneke mezin li wan rʼabû, pêla usa li qeyikê dixist, ku îdî ew bû bi avê tʼijî bibûya. 38Lê Îsa paşîya qeyikêda serê Xwe danîbû ser beʼlgî û rʼazabû. Wana Ew hʼişyar kir û gotinê: «Dersdar, ne xema Teye ku em unda dibin?» 39Îsa rʼabû, li bayê hilat û eʼmirî ser golê kir got: «Bisekine, kerʼ be!» Firtonê danî û hʼemû tişt seqirʼîn. 40Îsa wanrʼa got: «Hûn çima ditirsin? Hê çawa bawerîya we tʼune?» 41Saweke giran li wana girt û hevdurʼa gotin: «Gelo ev kʼî ye, ku ba û gol jî êlimî Wî dibin?»

Currently Selected:

Marqos 4: KmrNTL

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in