Marqos 3
3
Îsa rʼoja şemîyê merivê ku destê wî kʼişîyabû qenc dike
(Metta 12:9-14; Lûqa 6:6-11)
1Û Îsa dîsa kʼete kʼinîştê. Li wê derê merivek hebû, ku destê wî kʼişîyabû. 2Û çʼeʼvê hineka ser Wî bû, gelo rʼoja şemîyê Ewê wî qenc ke yan na, wekî xeyba Wî bikin. 3Îsa merivê destkʼişîyayîrʼa got: «Rʼabe vê govekê bisekine!» 4Paşê wanrʼa got: «Rʼoja şemîyê qencîkirin cayîz e, yan xirabîkirin? Rʼuhʼekî xilaz kin, yan unda kin?» Lê wan deng nekir. 5Îsa bi hêrs li dora Xwe nihêrʼî, bona serhʼişkîya wan ber Xwe kʼet û wî merivîrʼa got: «Destê xwe dirêj ke». Ewî jî dirêj kir û destê wî dîsa qenc bû. 6Fêrisî derkʼetine derva û pêrʼa-pêrʼa tʼevî Hêrodesîya şêwirîn, ku çawa Wî bidine kuştinê.
Civata li devê golê
7Îsa tʼevî şagirtêd Xwe çû devê golê. Ji Celîlê eʼlaleteke giran pey Wî çû. 8Gava ku wana kirinêd Wî bihîstin, ji Cihûstanê, Orşelîmê, Îdûmeyayê, wî alîyê Ûrdunêyî rʼohilatê, usa jî ji qeza Sûr û Saydê gelek meriv hatine cem Wî. 9Û Îsa ji dest eʼlaletê şagirtêd Xwerʼa got, ku Wîrʼa qeyikekê hazir kin, wekî nekʼeve li ber deʼfa. 10Çimkî Îsa gelek meriv qenc kirin, usa ku yêd nexweş tʼopî ser dibûn, wekî destê xwe bidana Wî. 11Dema ku rʼuhʼêd hʼeram Ew didîtin, li ber Wî deverʼûya xwe davîtine eʼrdê, dikirine qîrʼîn û digotin: «Tu Kurʼê Xwedê yî!» 12Lê Îsa hʼişk tʼemî li wan dikir, ku bona Wî nekine dengî.
Bijartina her donzdeha
(Metta 10:1-4; Lûqa 6:12-16)
13Îsa hilkʼişîya çʼîyê û merivêd ku Wî dixwestin gazî cem Xwe kirin. Ew jî çûne cem Wî. 14Ewî donzdeh meriv bijartin, navêd wan «şandî» danî, ku tʼevî Wî bimînin û wan bişîne, wekî dannasîn kin. 15Û hʼukum da wan ku cina derxin. 16Her donzdehêd bijartî ev in: Şimhʼûn (ku navê wî kire Petrûs), 17Aqûbê Zebedî û Yûhʼennayê birê wî, (ewî navê Boanerces li wan kir, ku tê feʼmkirinê: «Kurʼêd Gurʼînîya Eʼzmên») 18Endrawis, Fîlîpo, Bertolomeyo, Metta, Tʼûma, Aqûbê kurʼê Halfawo, Tedayo, Şimhʼûnê welatpʼarist 19û Cihûdayê Îsxeryotî yê ku bû nemamê Îsa.
Îsa û Belzebûl
(Metta 12:22-32; Lûqa 11:14-23; 12:10)
20Paşê Îsa çû malekê. Dîsa haqas eʼlalet civîya, hʼeta ku nikaribûn nanê xwe jî bixwarana. 21Gava yêd ji xûn û qinêta Wî bihîstin, derkʼetin Wî bigirin, çimkî wana digot: «Ewî hʼişê Xwe unda kirîye!» 22Û ew qanûnzanêd ku ji Orşelîmê berjêr bibûn, digotin: «Belzebûl Wîda heye! Ew bi hʼukumê serwêrê cina cina derdixe!» 23Îsa jî ew gazî cem Xwe kirin û bi mesela wanrʼa got: «Mîrêcin çawa dikare xwexa xwe derxe? 24Heger nav pʼadşatîkêda tʼifaq tʼunebe, ew nikare bimîne. 25Mala ku bêtʼifaqî bikʼevê, ew mal nikare bimîne. 26Heger mîrêcin rʼabe himberî xwe û bibe dutîretî, ew nikare bimîne, lê belê wê xilazîya wî bê. 27Lê belê tʼu kes nikare bikʼeve mala mêrxasekî û hebûka wî tʼalan ke, heger pêşîyê wî mêrxasî girênede. Gava girêda, hingê wê bikaribe mala wî tʼalan ke.
28Ez rʼast werʼa dibêjim, her gune û her gotina xirab ku bêjin wê li bendêd dinê bêne baxşandinê, 29lê kʼî ku gotineke xirab miqabilî Rʼuhʼê Pîroz bêje, tʼu car li wî nayê baxşandinê. Ewê bi wî guneyî hʼeta-hʼetayê sûcdar be». 30Îsa ev yek got, çimkî wan digot: «Rʼuhʼê hʼeram Wîda heye».
Dê û birayêd Îsa
(Metta 12:46-50; Lûqa 8:19-21)
31Hingê dê û birayêd Îsa hatin, li derva sekinîn, yek şandine pey Wî û gazî Wî kirin. 32Eʼlaleta ku li dora Wî rʼûniştibû gote Wî: «Va dîya Te û birayêd Te derva pirsa Te dikin». 33Îsa caba wan da û got: «Dîya Min û birayêd Min kʼî ne?» 34Hingê li yêd dora Xwe rʼûniştî nihêrʼî û got: «Va ne dê û birayêd Min! 35Her kesê ku xwestina Xwedê bîne sêrî, ew e birê Min, xûşka Min û dîya Min».
Currently Selected:
Marqos 3: KmrNTL
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Институт перевода Библии, 2000, 2011