YouVersion Logo
Search Icon

Marqos 5

5
Îsa yekî cinakʼetî qenc dike
(Metta 8:28-34; Lûqa 8:26-39)
1Ewana derbazî wî berî gola Celîlê bûn û gihîştine tʼopraxêd Girasînê. 2Gava ku Îsa ji qeyikê derkʼet, hingê ji nav gorʼistana merivek rʼastî Wî hat, ku rʼuhʼê hʼeram pêrʼa bû. 3Ew nav gorʼistanada dima û tʼu kesî îdî nikaribû bi zincîra jî ew girêda. 4Çimkî gelek cara ew bi qeyd û zincîra girêdabûn, lê wî zincîr qetandibûn û qeyd şkênandibûn. Tʼu kesî nikaribû ew zeft bikira. 5Tʼimê şev û rʼoj gorʼistanada û serê çʼîya dikire qîrʼîn, pê kevira xwe birîndar dikir.
6Gava ewî dûrva Îsa dît, bezî, xwe avîte ber niga 7û bi dengekî bilind kire qîrʼîn û gotê: «Tu çi ji min dixwazî, Îsayê Kurʼê Xwedêyê Herî Jorin? Tu xatirê Xwedê kî, min nede cefê!» 8Ewî ev yek digot, çimkî Îsa digotê: «Hey rʼuhʼê hʼeram! Ji vî merivî derkʼeve!» 9Îsa jê pirsî û got: «Navê te çi ye?» Ewî jî got: «Navê min Kʼomesker e, çimkî em gelek in». 10Û gelekî rʼeca ji Îsa dikir, ku wan ji wê tʼopraxê dernexe. 11Wir li sîngê çʼîyê sûrîkî berazayî mezin diçʼêrîya. 12Rʼuhʼêd hʼeram rʼeca ji Îsa kirin û gotin: «Me bişîne nava beraza, em bikʼevine nava wan». 13Ewî jî îzin da wan, rʼuhʼêd hʼeram derkʼetin û kʼetine nava beraza. Ew sûrî nêzîkî du hʼezar beraza bû, ew jorda rʼevî, xwe ji kendêlda avîtine golê û xeniqîn. 14Berazvan rʼevîn çûne bajar û gunda, ev yek gilî kirin. Û binelî hatin ku tiştêd bûyî bibînin. 15Û hatine cem Îsa, dîna xwe danê, wê ew merivê cinakʼetîyî ku kʼomeskereke cina pêrʼa bû, kʼincê wî lê, ser hʼişê xweda hatî rʼûniştî ye. Hingê ew tirsîyan. 16Ewêd ku ev yek dîtibûn cimeʼtêrʼa gilî kirin, ku çi hate serê wî cinakʼetî û beraza. 17Hingê wana rʼeca ji Îsa kir, ku Ew ji eʼrdê wan herʼe.
18Gava Îsa kʼete qeyikê, ewî ku cinakʼetî bû, rʼeca jê kir, ku tʼevî Wî herʼe. 19Lê Îsa nehişt û jêrʼa got: «Vegerʼe mala xwe û neferêd mala xwerʼa bêje, ku Xudan bona te çi kir û çawa li te hate rʼeʼmê». 20Ew jî çû û destpêkir çi ku Îsa bona wî kiribû qeza Dêkapolîsêda#5:20 «Dêkapolîs» bi zimanê yûnanî tê feʼmkirinê: «Dehe Bajar», çimkî eva qeza berêda bi yektîya dehe bajara hatîye çêkirin. bela kir û her kes eʼcêbmayî dima.
Qîzika mirî û kʼulfeteke nexweş
(Metta 9:18-26; Lûqa 8:40-56)
21Gava Îsa dîsa bi qeyikê derbazî wî berê din bû, eʼlaleteke giran li dora Wî civîya. Gava Ew li devê golê bû, 22yekî ji serwêrêd kʼinîştê ku navê wî Yayîro bû hate cem Wî, gava wî Îsa dît, xwe avîte nigêd Wî, 23gelek rʼeca jê kir û got: «Qîzika min li ber mirinê ye. Were û destêd Xwe dayne ser wê, ku qenc be û bijî». 24Îsa rʼabû tʼevî wî çû.
Eʼlaleteke giran pey Wî diçû û tengasî didane Wî. 25Wir kʼulfetek jî hebû, ku donzdeh salê wê bûn, ser xûnê vebibû. 26Ewê gelekî destê hʼekîmada kʼişandibû û hʼemû hebûka xwe xerc kiribû, lê tʼu çʼare lê nebibû û serda hê xirab bibû. 27Ewê derheqa Îsada bihîst, piştêva hate nava eʼlaletê û li kʼincê Wî kʼet. 28Çimkî ewê dilê xweda digot: «Heger ez tʼenê kʼincê Wî jî kʼevim, ezê qenc bim». 29Û pêrʼa-pêrʼa xûn jê çʼikîya û bedena xweda tʼexmîn kir, ku ji êşa xwe qenc bû. 30Îsa destxweda pê hʼesîya ku qewatek jê çû, nav eʼlaletêda zivirʼî û pirsî: «Kʼê li kʼincêd Min kʼet?» 31Şagirtêd Wî gotin: «Tu dibînî ku eʼlalet tengasîyê dide Te, lê Tu dibêjî: ‹Kʼê li Min kʼet?›» 32Lê Îsa dor-berê Xwe dinihêrʼî ku bibîne, kʼê ev yek kir. 33Hingê kʼulfet li xwe hʼesîya ku çi li wê qewimî, bi tirsê û lerizekê hat xwe avîte ber Wî û her tişt rʼast got. 34Îsa wêrʼa got: «Eʼvdê! Bawerîya te tu qenc kirî. Bi xêr û silamet herʼe û ji êşa xwe qenc be».
35Îsa hê xeber dida, ji mala serwêrê kʼinîştê meriv hatin û gotin: «Qîza te mir, îdî zeʼmetê nede Dersdar». 36Lê Îsa guh neda gotina wan, wî serekê kʼinîştêrʼa got: «Netirse, tʼenê bawer bike!» 37Ewî nehişt ku kes pey Wî herʼe, pêştirî Petrûs, Aqûb û Yûhʼennayê birê wî. 38Çaxê gihîştine mala serekê kʼinîştê, Îsa dît wê hêwerza wan e, digirîn û dikine qarʼe-qarʼ. 39Gava Ew kʼete hindurʼ, wanrʼa got: «Çima hûn dikin qalme-qalm û digirîn? Zarʼ nemirîye, lê hênijîye». 40Wana qerfê xwe pê dikir.
Lê Îsa hʼemû derxistine derva, dê û bavê qîzikê tʼevî her sê şagirtêd Xwe hildan û kʼete cîyê ku qîzik lê bû. 41Destê qîzikê girt û gote wê: «Talîta qûm!» ku tê feʼmkirinê: «Qîzik, ez terʼa dibêjim, rʼabe!» 42Qîzik pêrʼa-pêrʼa rʼabû û gerʼîya. Ew donzdeh salî bû. Ewêd ku dîtin hʼişê serê wan çû. 43Îsa hʼişk tʼemî li wan kir, ku vê yekê kesîrʼa nebêjin û wanrʼa got, ku xwarinê bidine wê.

Currently Selected:

Marqos 5: KmrNTL

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in