1
Marqos 5:34
Peymana Nû (Încîl)
Îsa wêrʼa got: «Eʼvdê! Bawerîya te tu qenc kirî. Bi xêr û silamet herʼe û ji êşa xwe qenc be».
Compare
Explore Marqos 5:34
2
Marqos 5:25-26
Wir kʼulfetek jî hebû, ku donzdeh salê wê bûn, ser xûnê vebibû. Ewê gelekî destê hʼekîmada kʼişandibû û hʼemû hebûka xwe xerc kiribû, lê tʼu çʼare lê nebibû û serda hê xirab bibû.
Explore Marqos 5:25-26
3
Marqos 5:29
Û pêrʼa-pêrʼa xûn jê çʼikîya û bedena xweda tʼexmîn kir, ku ji êşa xwe qenc bû.
Explore Marqos 5:29
4
Marqos 5:41
Destê qîzikê girt û gote wê: «Talîta qûm!» ku tê feʼmkirinê: «Qîzik, ez terʼa dibêjim, rʼabe!»
Explore Marqos 5:41
5
Marqos 5:35-36
Îsa hê xeber dida, ji mala serwêrê kʼinîştê meriv hatin û gotin: «Qîza te mir, îdî zeʼmetê nede Dersdar». Lê Îsa guh neda gotina wan, wî serekê kʼinîştêrʼa got: «Netirse, tʼenê bawer bike!»
Explore Marqos 5:35-36
6
Marqos 5:8-9
Ewî ev yek digot, çimkî Îsa digotê: «Hey rʼuhʼê hʼeram! Ji vî merivî derkʼeve!» Îsa jê pirsî û got: «Navê te çi ye?» Ewî jî got: «Navê min Kʼomesker e, çimkî em gelek in».
Explore Marqos 5:8-9
Home
Bible
Plans
Videos