Îsa her pênc nan û her du meʼsî hildan, berê Xwe eʼzmênda kir şikirî da, ew nan kerkirin û da şagirtêd Xwe, wekî ew daynine ber eʼlaletê. Û her du meʼsî jî li hʼemûya bela kir. Hʼemûya xwar û tʼêr bûn. Ji wan nan û meʼsîya donzdeh seleyêd tʼijî hûrik berev kirin.