Metta 26
26
Şêwira kuştina Îsa
(Marqos 14:1-2; Lûqa 22:1-2; Yûhʼenna 11:45-53)
1Gava Îsa ev hʼemû xeber xilaz kirin, şagirtêd Xwerʼa got: 2«Hûn zanin ku wê du rʼoja şûnda Cejina Derbazbûnê be. Û Kurʼê Mêriv wê bê dayînê ku bê xaçkirinê».
3Hingê serekêd kʼahîna û rʼûspîyêd cimeʼtê seraya serekkʼahînda ku navê wî Qeyafa bû civîyan 4û li hev şêwirîn ku Îsa dizîva bi fêlbazîyê bigirin, bikujin. 5Lê wana digot: «Bira ev yek cejinêda nîbe, wekî cimeʼt rʼanebe ser niga».
Îsa Beytanyayêda tê rʼûnkirinê
(Marqos 14:3-9; Yûhʼenna 12:1-8)
6Çaxê Îsa li Beytanyayê mala Şimhʼûnê kʼotîda bû, 7kʼulfeteke ku derdaneke wêye alabastirêyî rʼûnê bînxweş hebû, hate cem Wî û çaxê Ew li ser sifrê rʼûniştî bû, ewê ew rʼûn rʼête ser serê Wî. 8Gava şagirta ev yek dît, li wan xweş nehat û gotinê: «Çima eva zîyana bû? 9Eva rʼûna wê qîmetekî biha bihata firotanê û feqîrarʼa bihata belakirinê».
10Lê ew yek Îsava eʼyan bû û wanarʼa got: «Çima hûn xatirê wê kʼulfetê dikʼevin? Ewê tiştekî qenc bona Min kir. 11Feqîrê her gav tʼevî we bin, lê Ezê her gav tʼevî we nîbim. 12Ewê bona definkirina Min ew rʼûn rʼête ser bedena Min. 13Ez rʼast werʼa dibêjim, dinyayêda kʼîderê eva Mizgînîya bê dannasînkirinê, wê kirina vê kʼulfetê jî bona bîranîna wê bê gotinê».
Cihûda nemamîya Îsa dike
(Marqos 14:10-11; Lûqa 22:3-6)
14Hingê yek ji her donzdeha ku Cihûdayê Îsxeryotî dihate gotinê, çû cem serekêd kʼahîna 15û got: «Hûnê çi bidine min, wekî ez Wî bidime destê we?» Û wana sî zîv jimirîn danê. 16Ji wir şûnda ew mecalekê digerʼîya ku çawa Îsa bide destê wan.
Îsa tʼevî şagirtêd Xwe şîva Cejina Derbazbûnê dixwe
(Marqos 14:12-21; Lûqa 22:7-13; Yûhʼenna 13:21-30)
17Li rʼoja pêşine Cejina Nanê Şkeva, şagirt hatine cem Îsa û jêrʼa gotin: «Tu li kʼu dixwazî Şîva Cejina Derbazbûnê bixwî, wekî em Terʼa hazir kin?» 18Ewî jî got: «Herʼine bajêr, cem filan merivî û bêjine wî: ‹Dersdar dibêje: Rʼoja Min nêzîk e. Ezê tʼevî şagirtêd Xwe mala teda Cejina Derbazbûnê derbaz kim›». 19Û şagirta usa kir, çawa ku Îsa wanarʼa eʼmir kiribû û şîva Cejina Derbazbûnê hazir kirin.
20Êvarê tʼev her donzdeha ser sifrê rʼûnişt. 21Gava wana hê dixwar, Îsa got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, yekî ji we wê nemamîya Min bike». 22Şagirt gelekî ber xwe kʼetin û her yekî ji wan gote Wî: «Xudan, dibe ku ez im?» 23Ewî li wan vegerʼand û got: «Ewê ku peʼrîyê Xwe tʼevî Min tʼasêda kir, ewê nemamîya Min bike. 24Rʼast Kurʼê Mêriv wê usa herʼe çawa ku bona Wî hatîye nivîsarê, lê wey li wî merivê ku nemamîya Kurʼê Mêriv bike! Wîrʼa hê qenc bû ku ew qet dinê nekʼeta». 25Cihûdayê ku wê nemamîya Wî bikira, lê vegerʼand û gotê: «Dersdar, dibe ku ez im?» Îsa wîrʼa got: «Te bi devê xwe got».
Şîva Xudan
(Marqos 14:22-26; Lûqa 22:14-23; Korintʼî I 11:23-25)
26Awa gava wana hê nan dixwar, Îsa nan hilda şikirî da, kerkir da şagirta û got: «Han hildin bixwin. Eva bedena Min e».
27Peyrʼa kʼas hilda şikirî da, da wan û wanarʼa got: «Hûn hʼemû jî ji vê vexwin, 28eva xûna Min e bona peymanê#26:28 Nav hinek destnivîsarada «peymana nû» heye. , ku bona baxşandina gunêd geleka tê rʼêtinê. 29Lê Ez werʼa dibêjim, îdî Ez ji vir şûnda tʼu car ji vê meya tirîyê venaxwim, hʼeta wê rʼoja ku Ezê tʼevî we Pʼadşatîya Bavê Xweda ji ya nû vexwim».
30Paşê wana zebûrek stira, derkʼetin çûne çʼîyayê Zeytʼûnê.
Îsa derheqa înkʼarîya Petrûsda dibêje
(Marqos 14:27-31; Lûqa 22:31-34; Yûhʼenna 13:36-38)
31Hingê Îsa wanarʼa got: «Îşev hûn hʼemûyê jî ji Min pʼişk bin herʼin, çimkî nivîsar e: ‹Ezê li şivên xim û pezê jî bela-belayî be›#26:31 Zekerîya 13:7. . 32Lê gava ku Ez ji mirinê rʼabim, Ezê berî we herʼime Celîlê». 33Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Heger hʼemû jî ji Te pʼişk bin herʼin, lê ez tʼu car ji Te naçim». 34Îsa wîrʼa got: «Ez rʼast terʼa dibêjim, hema îşev hê berî bangdana dîk, tê sê cara Min înkʼar kî». 35Petrûs Wîrʼa got: «Heger cî bê, ezê tʼevî Te bimirim jî, lê tʼu car Te înkʼar nakim». Hʼemû şagirta jî usa got.
Îsa li Gêtşemanîyê dua dike
(Marqos 14:32-42; Lûqa 22:39-46)
36Hingê Îsa tʼevî wan çû wî cîyê ku jêrʼa Gêtşemanî dibêjin û şagirtarʼa got: «Vira rʼûnên, hʼeta Ez herʼim dera han dua bikim». 37Ewî tʼevî Xwe Petrûs û her du kurʼêd Zebedî hildan, kʼeser hatê û ber Xwe kʼet. 38Hingê Îsa wanarʼa got: «Dilê Min haqas derd û kʼeder e, mîna ber mirinê. Vira bimînin û tʼevî Min hʼişyar bin».
39Hinekî pêşda çû Xwe deverʼûya avît dua kir û got: «Bavê Min! Heger dibe, bira ev kʼasa cefê ser Minrʼa derbaz be. Lê ne ku çawa Ez dixwazim, lê bira xwestina Te be».
40Paşê hate cem şagirta, ew rʼazayî dîtin û gote Petrûs: «We nikaribû ku sihʼetekê hûn tʼevî Min hʼişyar bimana? 41Hʼişyar bimînin û dua bikin, wekî hûn nekʼevine nava cêrʼibandinê. Belê rʼuhʼ rʼazî ye, lê beden sist e».
42Careke din jî Îsa çû dua kir û got: «Bavê Min! Heger nabe ku ev kʼasa cefê ji Min derbaz be hʼeta ku Ez wê venexwim, bira xwestina Te be».
43Îsa hat, ew dîsa xewêda dîtin, çʼeʼvêd wan ji xewê venedibûn. 44Û ew hiştin çû, cara sisîya dua kir, dîsa ew xeber gotin.
45Hingê hate cem şagirta û wanarʼa got: «Hûn hela hê rʼazayî ne û rʼihʼet dibin? Va wext pêrʼa gihîşt ku Kurʼê Mêriv bikʼeve destê gunekʼara. 46Rʼabin em herʼin. Va ye ewê ku nemamîya Min dike nêzîk bû».
Girtina Îsa
(Marqos 14:43-50; Lûqa 22:47-53; Yûhʼenna 18:3-12)
47Ewî hê xeber dida, nişkêva Cihûdayê ku yek ji wan donzdeha bû hat. Ewî tʼevî xwe ji alîyê serekêd kʼahîna û rʼûspîyêd cimeʼtêda eʼlaleteke giran anîbû, bi dara û şûra. 48Awa nemamê Wî eʼşeret dabû wan û gotibû: «Ez kʼîjanî ku rʼamûsim, Ew e, Wî bigirin».
49Hingê Cihûda nêzîkî Îsa bû û gotê: «Silav li Te, dersdar!» û rʼamûsa. 50Îsa wîrʼa got: «Heval, tê çi bikî zû bike!»#26:50 Aha jî tê feʼmkirinê: «Heval, tu bona çi hatî?» Wê gavê ew pêşda hatin, dest avîtine Îsa û Ew girtin. 51Nişkêva yekî ji ewêd ku tʼevî Îsa bû, rʼabû şûrê xwe kʼişand li xulamê serekkʼahîn xist û guhê wî pekand. 52Wê gavê Îsa wîrʼa got: «Şûrê xwe bike cî. Kʼî ku şûr hiltîne, ewê bi şûr herʼe. 53Te tʼirê Ez nikarim ji Bavê Xwe bixwazim wekî pêrʼa-pêrʼa donzdeh ordîya zêdetir milyakʼet bigihîne Min? 54Lê nivîsar wê çawa bêne sêrî ku dibêjin, gerekê hʼemû aha bin?»
55Wê gavê Îsa eʼlaletêrʼa got: «Tê bêjî we ser qaçaxekîda girtîye, ku hûn bi dara û şûra hatine Min bigirin? Ne Ez her rʼoj tʼevî we pʼaristgehêda rʼûdiniştim Min hûn hîn dikirin, lê we Ez nedigirtim. 56Lê ev hʼemû tişt qewimîn, ku nivîsarêd pʼêxembera bêne sêrî». Wê demê hʼemû şagirta Ew hiştin û rʼevîn.
Îsa li ber civîna giregira
(Marqos 14:53-65; Lûqa 22:54-55, 63-71; Yûhʼenna 18:13-14, 19-24)
57Yêd ku Îsa girtin, Ew birine cem Qeyafayê serekkʼahîn, li wî cîyê ku qanûnzan û rʼûspî civîyabûn. 58Petrûs jî dûrva hʼeta hʼewşa serekkʼahîn pʼê-pʼê pey Wî çû kʼete hindurʼ û li nav nobedara rʼûnişt, ku bizanibe axirî wê çawa be. 59Serekêd kʼahîna û tʼemamîya civîna giregira jî miqabilî Îsa şeʼdetîke derew digerʼîyan ku Wî bikujin, 60lê nedîtin. Gelek şeʼdêd derew jî hatin, dîsa nedîtin. Paşê du şeʼdêd derew pêşda hatin 61û gotin: «Evî got: ‹Ez dikarim pʼaristgeha Xwedê hilşînim û nava sê rʼojada dîsa wê çêkim›».
62Serekkʼahîn rʼabû ser pʼîya û Wîrʼa got: «Bona van şeʼdetîya ku evana miqabilî Te didin Tu çima cabekê nadî?» 63Lê Îsa dengê Xwe nekir. Serekkʼahîn dîsa Wîrʼa got: «Ez Te bi Xwedêyê sax didime sondê. Merʼa bêje, Tu yî Mesîh, Kurʼê Xwedê?» 64Îsa gote wî: «Te bi devê xwe got. Lê Ez werʼa dibêjim,
ji vir şûnda hûnê Kurʼê Mêriv li kʼêleka Yê Herî Zor,
li milê Wîyî rʼastê rʼûniştî
û li ser eʼwrêd eʼzmên tê bibînin»#26:64 Zebûr 110:1; Danîyêl 7:13. .
65Hingê serekkʼahîn kʼincêd xwe qelaştin û got: «Eva Xwedê bêhurmet dike! Îdî şeʼde çî merʼa ne? Va we bihîst Ewî çawa Xwedê bêhurmet kir! 66Weva çawa xuya dike?» Wana jî lê vegerʼand û gotin: «Wîrʼa kuştin dikʼeve».
67Wê gavê tʼûyî rʼûyê Wî kirin, bi kʼulma lêxistin, hineka jî şemaq lê didan 68û digotinê: «Mesîh, pʼêxembertîyê merʼa bike, kʼa kʼî bû ku Te xist?»
Petrûs Îsa înkʼar dike
(Marqos 14:66-72; Lûqa 22:56-62; Yûhʼenna 18:15-18, 25-27)
69Wî çaxî Petrûs derva li hʼewşêda rʼûniştibû. Carîk hate cem wî û gotê: «Tu jî tʼevî Îsayê Celîlê bûyî». 70Lê ewî li ber hʼemûya înkʼar kir û got: «Ez nizanim tu çi dibêjî».
71Çaxê ew çû ber dergeh, yeke din ew dît û gote ewêd ku li wir bûn: «Evê han jî tʼevî Îsayê Nisretê bû». 72Ewî dîsa bi sond înkʼar kir got: «Ez wî merivî nas nakim». 73Xêlekê şûnda ewêd ku li wir bûn çûne cem Petrûs û gotinê: «Hebe-tʼunebe tu jî ji wan î, çimkî xeberdana te te difiroşe». 74Hingê ewî nifirʼ xwe kir, sond xwar û got: «Ez wî merivî nas nakim».
Wê gavê dîk bang da 75û Petrûs ew gotina Îsa anî bîra xwe ku wîrʼa gotibû: «Berî bangdana dîk, tê sê cara Min înkʼar kî». Derkʼete derva û kʼele-kʼel girîya.
Currently Selected:
Metta 26: KmrNTL
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Институт перевода Библии, 2000, 2011