YouVersion Logo
Search Icon

Metta 25

25
Mesela dehe qîzêd bikʼir
1Hingê Pʼadşatîya Eʼzmana wê mîna vê yekê be: Dehe qîzêd bikʼir çʼirêd xwe hildan pêşîya zeʼvêda çûn. 2Ji wan pênc serwaxt bûn, lê pênc bêfeʼm. 3Bêfeʼma çʼirêd xwe hildan, lê rʼûn xwerʼa hilnedan, 4lê serwaxta tʼevî çʼira rʼûn jî derdanada xwerʼa hildan. 5Gava zeʼva derengî kʼet, hʼemû jî hênijîn û xewrʼa çûn.
6Nîvê şevê dengek hat: ‹Va ye zeʼva tê! Pêşîya wîda herʼin!› 7Hingê hʼemû bikʼir rʼabûn çʼirêd xwe saz kirin. 8Bêfeʼma gote serwaxta: ‹Ji wî rʼûnê xwe bidine me jî, çimkî çʼirêd me vêdisin›. 9Lê serwaxta caba wan da û gotin: ‹Na xêr, ev rʼûn wê tʼêra me û we neke. Qenc e ku hûn herʼine cem yêd ku difiroşin xwerʼa bikʼirʼin›. 10Gava ew çûn bikʼirʼin, zeʼva hat û ewêd hazir tʼev wî kʼetine deʼwatê û derî hate girtinê. 11Paşê bikʼirêd din hatin û gotin: ‹Em xulam, Em xulam! Derî li me veke!› 12Lê ewî caba wan da got: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, ez we nas nakim›. 13Awa hʼişyar bimînin, çimkî hûn ne rʼoja hatina Kurʼê Mêriv zanin, ne jî sihʼetê.
Mesela sê xulama
(Lûqa 19:11-27)
14Wî çaxî Pʼadşatîya Eʼzmana wê mîna vê yekê be: Merivek ku wê derkʼeta rʼêwîtîyê, gazî xulamêd xwe kir û hebûka xwe sparte wan. 15Pênc telant#25:15 Qîmetê telantekî heqê pʼalekî panzdeh sala zêdetir bû. dane yekî, du telant dane yekî û telantek jî da yekî, her kesîrʼa weke qewata wî û rʼêkʼet çû. 16Ewê ku pênc telant standibûn, pêrʼa-pêrʼa çû bi wan kʼirʼî û firot, pêncêd din jî qazinc kirin. 17Usa jî ewê ku du telant standibûn, duduyêd din jî qazinc kirin. 18Lê ewê ku telantek standibû, çû eʼrd kʼola û zîvê axayê xwe têda veşart.
19Pey gelek wextrʼa axayê wan xulama hat û xwest heq-hʼesabê xwe tʼevî wan rʼast ke. 20Ewê ku pênc telant standibûn pêşda hat, pênc telantêd mayîn jî anîn û got: ‹Axayê min, te pênc telant dabûne min. Va min ser wanda pêncêd din jî qazinc kirine›. 21Axayê wî gotêda: ‹Eʼferim, xulamê qenc û amin! Tu nav tiştêd hindikîda amin mayî, ezê te daynime ser gelek tişta. Bikʼeve şayîya axayê xwe!›
22Ewê ku du telant standibûn jî hat û got: ‹Ez xulam! Te du telant dabûne min. Va min duduyêd din jî li ser wanda qazinc kirine›. 23Axayê wî gotê: ‹Eʼferim, xulamê qenc û amin! Tu nav tiştêd hindikîda amin mayî, ezê te daynime ser gelek tişta. Bikʼeve şayîya axayê xwe!›
24Lê ewê ku telantek standibû hat û got: ‹Axayê min, min zanibû ku tu merivekî hʼişk î. Ji wî cîyê te neçandîye didirûyî û cîyê ku te ne rʼeşandîye berev dikî. 25Ez jî tirsîyam û çûm telantê te eʼrdêda veşart. Hanê malê te terʼa be›. 26Axayê wî lê vegerʼand û gotê: ‹Xulamê xirab û xwerʼanedîtî! Te zanibû ez ji wî cîyê ku min neçandîye didirûm û ji wî cîyê ku min nerʼeşandîye berev dikim, 27te çima zîvê min neda kʼarkira û ez bihatama min malê xwe bi selef bistanda? 28Niha telant ji wî bistînin û bidine ewê ku dehe telantêd wî hene. 29Çimkî yê kʼê ku heye, wîrʼa wê bê dayînê û serda zêde be, lê yê kʼê ku tʼune, çi heye jî wê jê bê standinê. 30Lê ew xulamê bêkêr bavêjine teʼrîya derva. Li wir wê bibe girî û çʼirke-çʼirka dirana›.
Rʼoja Axretê
31Gava Kurʼê Mêriv tʼevî hʼemû milyakʼeta û rʼûmeta Xweva bê, hingê wê ser tʼextê Xweyî rʼûmetê rʼûnê 32hʼemû milet wê li ber Wî bicivin. Ewê wana ji hev başqe ke, çawa şivan pêz ji bizina vediqetîne. 33Ewê pêz li milê Xweyî rʼastê bide sekinandinê, lê bizina li milê Xweyî çʼepê. 34Hingê Pʼadşa wê yêd li milê Xweyî rʼastêrʼa bêje: ‹Werin bimbarekbûyîyêd alîyê Bavê Minda! Ew Pʼadşatîya ku bona we ji wextê eʼfirandina dinyayêda hazir bûye war bin. 35Çimkî Ez birʼçî bûm we xwarin da Min, Ez tʼî bûm we av da Min, Ez xerîb bûm we Ez qebûl kirim, 36Ez teʼzî bûm we Ez kʼinc kirim, Ez nexweş bûm hûn ser Minda hatin, Ez kelêda bûm hûn hatine cem Min›. 37Hingê yêd rʼast wê Wîrʼa bêjin: ‹Xudan, me kʼengê Tu birʼçî dîtî û xwarin daye Te? Yan me Tu tʼî dîtî û av daye Te? 38Me kʼengê Tu xerîb dîtî û Tu qebûl kirî, yan jî Tu teʼzî dîtî û Tu kʼinc kirî? 39Kʼengê me Tu nexweş yan kelêda dîtî û em hatine cem Te?› 40Pʼadşayê jî wanrʼa bêje: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, heger we qencî ji van xûşk-birêd Mine yê herî biçʼûk yekîrʼa kir, we Minrʼa kir›.
41Hingê Ewê yêd milê Xweyî çʼepêrʼa bêje: ‹Nifirʼlêbûyîno! Dûrî Min herʼin nava agirê hʼeta-hʼetayê, ku bona mîrêcin û milyakʼetêd wî hazir bûye#25:41 Eʼyantî 20:10. . 42Çimkî Ez birʼçî bûm we xwarin neda Min, Ez tʼî bûm we av neda Min, 43Ez xerîb bûm we Ez qebûl nekirim, Ez teʼzî bûm we Ez kʼinc nekirim, Ez nexweş û kelêda bûm hûn ser Minda nehatin›. 44Hingê ewê Wîrʼa bêjin: ‹Xudan! Me kʼengê Tu birʼçî yan tʼî, yan xerîb, yan bê sitʼar, yan nexweş, yan kelêda dîtî û me alîkʼarî neda Te?› 45Wî çaxî Ewê caba wan bide û bêje: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, heger we qencî ji evêd herî biçʼûk yekîrʼa nekir, we Minrʼa jî nekir›. 46Û evê herʼine cefê hʼeta-hʼetayê, lê yêd rʼast wê herʼine jîyîna hʼeta-hʼetayê».
Girtin, xaçkirin û rʼabûna Îsa

Currently Selected:

Metta 25: KmrNTL

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in