YouVersion Logo
Search Icon

Metta 24

24
Îsa pêşda derheqa wêranbûna pʼaristgehêda dibêje
(Marqos 13:1-2; Lûqa 21:5-6)
1Gava Îsa ji pʼaristgehê derkʼet çû, şagirt çûne cem Wî, ku avayîyêd pʼaristgehê nîşanî Wî kin. 2Îsa wanrʼa got: «Hûn van hʼemûya dibînin? Ez rʼast werʼa dibêjim, ev hʼemûyê jî wêran bin, li vir kevirê li ser kevir qet nemîne!»
Tengasî û zêrandin
(Marqos 13:3-13; Lûqa 21:7-19)
3Çaxê Ew ser çʼîyayê Zeytʼûnê rʼûniştibû, şagirtêd Wî tʼenê hatine cem Wî û jê pirsîn: «Bêje me, ev tişt wê kʼengê biqewimin? Û nîşana hatina Te û axirîya vê dinyayê wê çawa be?» 4Îsa caba wan da û got: «Haş ji xwe hebin, ku tʼu kes we nexapîne, 5çimkî gelek wê pê navê Min bên û bêjin: ‹Ez im Mesîh› û wê geleka bixalifînin. 6Hûnê dengê şerʼa û beʼsa şerʼa bibihên, lê haş ji xwe hebin ku hûn xwe unda nekin. Gerekê ev tişt biqewimin, lê ew hê ne axirî ye. 7Miletê rʼabe li ser milet, pʼadşatî li ser pʼadşatîyê, cî-cîya wê xelayî-celayê û eʼrdhʼejê bibin. 8Lê ev hʼemû mîna êşa kʼulfetê ye, ku destpêdike pê digire. 9Hingê wê we bidine cefê, we bikujin û bona navê Min ber çʼeʼvê hʼemû mileta rʼeş bin. 10Hingê gelekê ji rʼê bikʼevin, nemamîya hevdu bikin û ber çʼeʼvê hev bikʼevin. 11Gelek pʼêxemberêd derew wê derkʼevin û geleka bixalifînin. 12Ji dest zêdebûna neheqîyê hʼizkirina geleka wê sar be. 13Lê kʼî ku hʼeta xilazîyê teyax ke, ewê xilaz be. 14Û ev Mizgînîya Pʼadşatîyê wê li nav tʼemamîya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hʼemû miletarʼa bibe şeʼdetî û hingê xilazî wê bê.
Hʼeramîya Wêrankirinê
(Marqos 13:14-23; Lûqa 21:20-24)
15Çaxê hûn ‹hʼeramîya wêrankirinê›#24:15 Danîyêl 9:27; 11:31; 12:11. cîyê pîrozda sekinî bibînin, çawa ku Danîyêl pʼêxember got», (ewê ku dixûne bira feʼm bike), 16«hingê ewêd ku Cihûstanêda ne bira birʼevine çʼîya. 17Ewê ku ser xanî ye bira jorda neyê xwarê ku ji mala xwe tiştekî hilde. 18Û ewê ku kʼewşênda ye bira venegerʼe ku pʼotê xwe hilde. 19Lê wey li hʼemla û destdergûşa wan rʼojada! 20Dua bikin, ku rʼeva we nekʼeve zivistanê, yan jî rʼoja şemîyê. 21Çimkî hingê tengasîke usa mezin wê bibe, ku ji destpêbûna dinyayê hʼeta niha mîna wê nebûye û ne jî wê bibe. 22Heger ew rʼoj kin nebûna, tʼu kes xilaz nedibû, lê bona xatirê bijartîya ew rʼojê kin bin.
23Hingê, heger yek werʼa bêje: ‹Va ye Mesîh›, yan jî ‹Wa ye›, bawer nekin. 24Çimkî mesîh û pʼêxemberêd derew wê derên, nîşan û kʼeremetêd mezin bikin, ku bikaribin bijartîyêd Xwedê jî bixalifînin. 25Va ye Min pêşda werʼa got.
26Heger ewana werʼa bêjin: ‹Wa ye Mesîh berʼîyêda ye›, dernekʼevin, yan: ‹Va ye Ew filan odêda ye›, bawer nekin. 27Çimkî çawa birûsk ji rʼohilatê birq dide û hʼeta rʼoavayê xuya dibe, wê hatina Kurʼê Mêriv jî usa be. 28Beretʼe kʼîderê hebe, teyrê jî li wir bicivin.
Hatina Kurʼê Mêriv
(Marqos 13:24-27; Lûqa 21:25-28)
29Li pey tengasîya wan rʼojarʼa,
rʼûyê rʼoyê wê bê girtinê
û hîvê jî rʼonaya xwe nede,
steyrkê ji eʼzmên bikʼevin
û tʼopêd eʼzmana wê ji rʼîyêd xwe derên#24:29 Aha jî tê feʼmkirinê: «Qewatêd eʼzmana wê bihʼejin». .
30Hingê nîşana Kurʼê Mêriv wê li eʼzmên xuya be û hʼemû miletêd dinyayê wê şînê bikin, gava bibînin Kurʼê Mêriv li ser eʼwrêd eʼzmên bi qewat û rʼûmeta mezin tê#24:30 Îşaya 13:10; 34:4; Danîyêl 7:13. (Bixûnin: Eʼyantî 1:7.) . 31Ewê milyakʼetêd Xwe bi borʼîya dengê bilind bişîne û wê bijartîyêd Wî ji her çar qulba berev kin, ji pʼerʼekî eʼzmana hʼeta pʼerʼê din.
Dersa dara hêjîrê
(Marqos 13:28-31; Lûqa 21:29-33)
32Ji dara hêjîrê dersekê hîn bin. Çaxê çʼiqilêd wê terʼ dibin û belgêd wê dibişkivin, îdî hûn zanin ku havîn nêzîk e. 33Usa jî gava hûn van hʼemû tişta bibînin, bizanibin ku ev tişt#24:33 Aha jî tê feʼmkirinê: «Ew, awa gotî Mesîh nêzîk e, li ber şêmîkê ye». nêzîk e, li ber şêmîkê ye. 34Ez rʼast werʼa dibêjim, eva nisila derbaz nabe, hʼeta ku ev hʼemû tişt neqewimin. 35Eʼrd û eʼzmanê derbaz bin, lê gotinêd Min tʼu car derbaz nabin.
Rʼoj û sihʼet ne eʼyan e
(Marqos 13:32-37; Lûqa 17:26-30, 34-35)
36Lê bona wê rʼojê û wê sihʼetê tʼu kes nizane, ne milyakʼetêd eʼzmana, ne jî Kurʼ#24:36 Nav hinek destnivîsarada «ne jî Kurʼ» tʼune. , lê tʼenê Bav. 37Çawa ku rʼojêd Nuhda qewimî, hatina Kurʼê Mêriv jî wê usa biqewime. 38Çawa ku wan rʼojêd berî lêyîyê meriva dixwarin, vedixwarin, dizewicîn û mêr dikirin, hʼeta wê rʼoja ku Nuh kʼete gemîyê#24:38 Destpêbûn 6-8. 39û meriv pê nehʼesîyan, hʼeta ku lêyî rʼabû û hʼemû jî xeniqandin. Hatina Kurʼê Mêriv jî wê usa be. 40Hingê du meriv wê nav eʼrdê xweda bin, yekê bê hildanê û yê dinê bê hiştinê. 41Û du kʼulfetê ser destarʼekî bin, yekê bê hildanê, ya din bê hiştinê. 42Awa hʼişyar bimînin, çimkî hûn nizanin Xudanê weyê kʼîjan rʼojê bê. 43Lê vê yekê bizanibin. Heger xweyê malê bizanibûya ku dizê kʼîjan dema şevê bihata, wê hʼişyar bima û nehişta ku mala wî derevekira. 44Bona vê yekê hûn jî hazir bin, çimkî Kurʼê Mêriv wê sihʼeteke usada bê, ku hûn ne çʼeʼvnihêrʼî ne.
Xulamê amin û xulamê bêamin
(Lûqa 12:35-48)
45Awa kʼî ye ew xulamê amin û serwaxt, ku axayê wî ew ser xulamêd xwe serwêr kʼifş kir, ku wextda xwarina wan bide wan? 46Xwezî li wî xulamî, ku çaxê axayê wî bê, ewî usa bibîne. 47Ez rʼast werʼa dibêjim, ewê wî bike serwêrê tʼemamîya hebûka xwe. 48Lê heger xulamê xirab dilê xweda bêje: ‹Axayê min hatina xwe derengî êxist› 49û destpêke li xulam-hevalêd xwe xe û tʼevî yêd serxweş bixwe û vexwe, 50axayê wî xulamî wê rʼojeke usa bê, ku ew ne hîvîyê ye û sihʼeteke usa, ku ew nizane. 51Ewê wî qet-qetî ke û pʼara wî wê tʼevî durʼûya ke. Li wir wê bibe girî û çʼirke-çʼirka dirana.

Currently Selected:

Metta 24: KmrNTL

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in