YouVersion Logo
Search Icon

Metta 23

23
Hʼevza xwe ji qanûnzan û fêrisîya bikin
(Marqos 12:38-40; Lûqa 11:37-52; 20:45-47)
1Hingê Îsa eʼlalet û şagirtêd Xwerʼa xeber da û got: 2«Qanûnzan û fêrisî li ser kʼursîya Mûsa rʼûniştine. 3Îdî ewana çi werʼa bêjin xwey kin û biqedînin, lê mîna wan nekin, çimkî ewana dibêjin, lê nakin. 4Barêd giran û zeʼmet girêdidin, datînine ser milêd meriva, lê ew xwexa naxwazin tʼilîya xwe jî bidinê. 5Ew her tiştî dikin, ku ber meriva bêne kʼifşê. Kʼîsikêd mezin li mil û eʼnîyêd xweva girêdidin#23:5 Çawa ku Qanûna Ducarî 6:8-da nivîsar e, cihûya kʼîsikêd mil û eʼnîyêd xweda nivîsarêd sereke û tʼemîyêd Xwedêye ji Peymana Kevin xwey dikirin. Ev in ew nivîsarêd ji kʼitêbêd Mûsa ku gelekî dikirine kʼîsika: Derkʼetin 13:1-10; 13:11-16; Qanûna Ducarî 6:4-9; 11:13-21. û rʼîşîyêd kʼincêd xwe dirêj dikin#23:5 «Rʼîşîyêd kʼincêd xwe dirêj dikin», wekî bidine kʼifşê, ku ew ji alîyê Xwedêda Xwedêrʼa dayî û amin in (Jimar 15:37-41; Qanûna Ducarî 22:12). . 6Şayîyada herema jorin hʼiz dikin, kʼinîştada jî kʼursîyêd pêşin, 7bazarada silavê bidine wan û meriv jî wanrʼa ‹mamosta#23:7 Bi yûnanî xeber bi xeber aha ye: «Rʼabbî». «Rʼabbî» bi zimanê aramî tê feʼmkirinê: «Dersdar». › bêjin. 8Lê bira werʼa nebêjin: ‹Mamosta›, çimkî dersdarê we yek e#23:8 Nav hinek destnivîsarada ev jî heye: «Ew Mesîh e». û hûn hʼemû jî bira ne. 9Li ser dinê hûn tʼu kesîrʼa nebêjin: ‹Bavo›, çimkî Bavê we yek e, ku eʼzmana ye. 10Ne jî werʼa bêjin: ‹Rʼêber›, çimkî Rʼêberê we yek e, ew Mesîh e. 11Bira nava weda yê herî mezin bibe berdestîyê we. 12Kʼî ku xwe bilind ke, ewê nimiz be, lê kʼî ku xwe nimiz ke, ewê bilind be.
Wey li durʼûya
13Lê wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Hûn derê Pʼadşatîya Eʼzmana li ber meriva dadidin. Ne hûn dikʼevinê û ne jî dihêlin ewêd ku dixwazin bikʼevinê. 14Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Alîkîva hûn malêd jinebîya hʼûfî xwe dikin, alîyê dinva jî bi durʼûtî duayê xwe dirêj dikin. Bona vê yekê dîwana we wê hê giran be#23:14 Nav destnivîsarêd here qencda rʼêza 14-a tʼune. . 15Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Hûn beʼr û bejê li hev didin, ku yekî nebawer bînin ser rʼîya xwe. Gava meremê we dibe, hûn ewî ji xwe du cara zêdetir dikine pʼara ceʼnimê. 16Wey li we rʼêberêd kor, hûn dibêjin: ‹Kʼî ku bi pʼaristgehê sond dixwe, ne tiştek e. Lê kʼî ku bi zêrʼê li nav pʼaristgehê sond dixwe, dibe deyndar›. 17Hey bêhʼiş û korno! Kʼîjan mezin e, zêrʼ yan pʼaristgeh, ku zêrʼ hʼelal dike? 18Usa jî hûn dibêjin: ‹Kʼî ku bi gorîgehê sond dixwe ne tiştek e, lê kʼî ku bi hʼedîya li ser gorîgehê sond dixwe, dibe deyndar›. 19Hey korno!#23:19 Nav hinek destnivîsarada aha ye: «Hey bêhʼiş û korno». Kʼîjan e mezin? Hʼedî yan gorîgeh, ku hʼedîyê hʼelal dike? 20Awa kʼî ku bi gorîgehê sond dixwe, ew hin bi wê sond dixwe, hin jî bi hʼemû tiştêd ku ser wê hene sond dixwe. 21Kʼî ku bi pʼaristgehê sond dixwe, ew hin bi wê sond dixwe, hin jî bi Yê ku wêda dijî sond dixwe. 22Û kʼî ku bi eʼzmên sond dixwe, ew hin bi tʼextê Xwedê sond dixwe, hin jî bi Yê ku li ser Rʼûniştîye sond dixwe. 23Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Hûn dehekê pûngê, anîsoyê û kʼêmûnê didin, lê tiştêd Qanûnêye pêş, awa gotî heqîyê, rʼeʼmê û bawerîyê davêjine pişt guhê xwe. We gerekê ev yek bikirana û dest ji yêd mayîn nekʼişanda. 24Rʼêberêd kor! Hûn kʼermêşa diparzinin, lê deva dadiqurtînin! 25Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Hûn tʼas û fîncana rʼûyê dervava paqij dikin, lê hindurʼva tʼijî timayî û çʼeʼvbirʼçîyî ne#23:25 Aha jî tê feʼmkirinê: «Lê hindurʼva bi tiştêd zulmê û çʼeʼvbirʼçîyê qazinckirîva tʼijî ne». . 26Fêrisîyê kor! Pêşîyê hindurʼê fîncan û tʼasê paqij ke, wekî li derva jî paqij be. 27Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Hûn mîna tʼirbêd sipîkirî ne, ku dervava bedew xuya dibin, lê hindurʼva bi hestûyê mirîya û bi hʼemû hʼeramîyêva tʼijî ne. 28Usa jî hûn derva merivava rʼast kʼifş dibin, lê hindurʼva hûn durʼû ne û neheq in.
Îsa axirîya wan wanrʼa dibêje
29Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Hûn mexberêd pʼêxembera çêdikin û tʼirbê yêd rʼast dixemilînin 30û dibêjin: ‹Heger em rʼojêd bavêd xweda bûna, me tʼevî wan xûna pʼêxembera nedirʼêt›. 31Îdî hûn niha xwexa didine îzbatkirinê, ku hûn zarʼêd wan bava ne, yêd ku pʼêxember kuştine. 32De kêmasîya xirabîyêd bavêd xwe tʼemam kin. 33Meʼrno! Çʼêjikêd meʼra! Hûnê çawa ji dîwana dojê birʼevin?
34Bona vê yekê va Ezê pʼêxembera, serwaxta û qanûnzana bişînime cem we û hûnê ji wan hineka bikujin, xaç kin, hineka jî nav kʼinîştêd xweda bidine ber qamçîya û bajar-bajar bizêrînin. 35Hʼemû xûna bêsûce ku ser rʼûyê eʼrdê hatîye rʼêtinê wê bê ser we, ji xûna Habîlê bêsûc hʼeta xûna Zekerîyayê kurʼê Berexîya, ewê ku we nav pʼaristgeh û gorîgehêda kuşt. 36Ez rʼast werʼa dibêjim, ev hʼemû xûnê bê serê vî nisilî.
Îsa li ser Orşelîmê dilovîne
(Lûqa 13:34-35)
37Orşelîm! Orşelîm! Te pʼêxember dikuştin û şandîyêd cem xwe didane ber kevira! Çend cara Min xwest ku zarʼêd te usa bicivanda, çawa mirîşk cûcûkêd xwe bin baskê xweda dicivîne, lê we nexwest! 38Va mala we wê xirabe û destjêkʼişandî bimîne. 39Ez werʼa dibêjim, îdî ji vir şûnda hûn Min tʼu car nabînin, hʼeta ku bêjin: ‹Bimbarek e Ewê ku bi navê Xudan tê›#23:39 Zebûr 118:26. ».

Currently Selected:

Metta 23: KmrNTL

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in