Metta 22
22
Mesela deʼwatê
(Lûqa 14:15-24)
1Dîsa Îsa bi mesela wanarʼa xeber da û got: 2«Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Pʼadşakî deʼwata kurʼê xwe kir. 3Ewî xulamêd xwe şandin ku gazî xwendîyêd deʼwatê kin, lê wana nexwestin bên. 4Xulamne din şandin û got: ‹Xwendîyarʼa bêjin: Min canega û hʼeywanêd xweye dermalîkirî serjêkirine û nanê xwe hazir kirîye, her tişt hazir e. Werine deʼwatê!› 5Lê wana pişt guhê xweva avît, yek çû eʼrdê xwe û yê din tʼucaretîya xwe. 6Yêd mayîn jî xulamêd wî girtin, kʼutan û kuştin. 7Çaxê pʼadşê bihîst, hêrs kʼet, ordîya xwe şand qirʼa ewêd ku xulam kuştin anî û bajarê wan şewitand. 8Hingê gote xulamêd xwe: ‹Deʼwat hazir e, lê xwendî ne hêja bûn. 9Rʼabin herʼine serê rʼîya û hûn kʼê ku bibînin, tʼeglîfî deʼwatê kin›. 10Û ew xulam derkʼetine serê rʼîya, kʼî ku dîtin, qenc û xirab, tʼev civandin û mala deʼwatê bi xwendîyava tʼijî bû.
11Lê gava pʼadşa çû hindurʼ ku xwendîya bibîne, merivek li wir dît ku kʼincê deʼwatê lê tʼunebû 12û gote wî: ‹Heval! Tu çawa bê kʼincê deʼwatê kʼetî vir?› Ewî deng nekir. 13Wê gavê pʼadşê berdestîyarʼa got: ‹Dest û pʼîyê wî girêdin, bigirin bavêjine teʼrîya derva. Li wir wê bibe qîrʼîn û çʼirke-çʼirka dirana›.
14Awa gazîkirî gelek in, lê bijartî hindik in».
Pirsa xercdayîn û nedayînê
(Marqos 12:13-17; Lûqa 20:20-26)
15Hingê fêrisî çûn şêwirîn, ku Wî çawa bi xebera bigirin. 16Wana şagirtêd xwe tʼevî piştgirêd Hêrodes şandine cem Wî û gotinê: «Dersdar! Em zanin ku Tu yekî rʼast î û rʼîya Xwedê rʼast hîn dikî. Minetê ji kesî nagirî, çimkî nav merivada firqîyê danaynî. 17Niha bêje me, Tu çawa tʼexmîn dikî? Gelo rʼast e ku em xerc bidine Qeyser yan na?»
18Îsa qelpîya wan zanibû û got: «Çima hûn Min dicêrʼibînin, durʼûno? 19Pʼerê xercdayînê nîşanî Min kin». Û wana zîvek Wîrʼa anî. 20Îsa ji wan pirsî: «Ev navê nivîsar û sifet yê kʼê ye?» 21Wana got: «Yêd Qeyser in». Hingê gote wan: «Awa çi ku yêd Qeyser in bidine Qeyser û çi yêd Xwedê ne bidine Xwedê». 22Gava wan bihîst zendegirtî man, Ew hiştin û çûn.
Pirsa rʼabûna mirîya
(Marqos 12:18-27; Lûqa 20:27-40)
23Sadûqî, ku dibêjin rʼabûna mirîya tʼune, wê rʼojê hineke ji wan hatine cem Îsa jê pirsîn 24û gotinê: «Dersdar! Mûsa got: ‹Heger yek bêzurʼet bimire, bira birê wî jina wî bistîne û warê birê xwe şîn ke›#22:24 Qanûna Ducarî 25:5. . 25Awa hʼeft bira li cem me hebûn. Birê mezin zewicî, bêzurʼet mir, jina wî birê wîrʼa ma. 26Usa jî hate serê birê duda û yê sisîya, xulese hate serê her hʼefta jî. 27Li pey hʼemûyarʼa ew jina jî mir. 28De îjar wê Rʼoja Rʼabûna mirîya ew kʼulfetê bibe jina kʼîjanî ji wan her hʼefta? Çimkî hʼemûya jî ew standibû».
29Îsa li wan vegerʼand û got: «Hûn xalifî ne, çimkî ne nivîsara zanin, ne jî qewata Xwedê. 30Rʼoja Rʼabûna mirîya ne wê bizewicin, ne jî mêr kin, lê ewê mîna milyakʼetêd eʼzmên#22:30 Nav hinek destnivîsarada aha ye: «Milyakʼetêd Xwedê». bin. 31Lê derheqa rʼabûna mirîyada, çima we ew xebera ku Xwedê werʼa gotibû nexwendîye? 32‹Ez Xwedêyê Birahîm, Xwedêyê Îshaq û Xwedêyê Aqûb im›#22:32 Derkʼetin 3:6. . Xwedê ne Xwedêyê mirîya ye, lê Xwedêyê zêndîya ye».
33Gava eʼlaletê ev tişt bihîstin, ser hînkirina Wî zendegirtî man.
Tʼemîya ser tʼemîyarʼa
(Marqos 12:28-34; Lûqa 10:25-28)
34Lê gava fêrisîya bihîst ku Îsa sadûqî dengbirʼî kirin, hʼemû li cîkî civîyan. 35Hingê ji wan qanûnzana yekî pirs da Îsa ku Wî bicêrʼibîne û gotê: 36«Dersdar. Qanûnêda kʼîjan e tʼemîya here mezin?» 37Îsa gote wî: «‹Xudan Xwedêyê xwe hʼiz bike bi tʼemamîya dilê xwe, bi tʼemamîya canîya xwe û bi tʼemamîya hʼişê xwe›#22:37 Qanûna Ducarî 6:5. . 38Ev e tʼemîya pêşin û here mezin. 39Û ya duda jî mîna vê ye: ‹Hevalê xwe weke xwe hʼiz bike›#22:39 Qanûna Kʼahîntîyê 19:18. . 40Ji van her du tʼemîyava hʼemû nivîsarêd pʼêxembera û Qanûnê girêdayî ne».
Mesîh kurʼê kʼê ye?
(Marqos 12:35-37; Lûqa 20:41-44)
41Gava fêrisî civîyan, Îsa ji wan pirsî 42û got: «Hûn bona Mesîh çi difikirin, tʼexmîna we Ew kurʼê kʼê ye?» Jêrʼa gotin: «Kurʼê Dawid e».
43Îsa gote wan: «Lê çawa Dawid Wî pê Rʼuhʼ Xudanê xwe hʼesab dike? Çimkî wî got:
44‹Xudan gote Xudanê min:
Li milê Minî rʼastê rʼûnê,
hʼeta ku Ez dijminêd Te bikime binê pʼîyêd Te›#22:44 Zebûr 110:1. .
45Heger Dawid Wî ‹Xudan› hʼesab dike, Ew çawa dibe kurʼê wî?» 46Û kesekî nikaribû caba Wî bida û li pey wê rʼojêrʼa kesekî newêribû pirsek jê bikira.
Currently Selected:
Metta 22: KmrNTL
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Институт перевода Библии, 2000, 2011