Yûhʼenna 16
16
1Min ev yekana werʼa gotin, wekî hûn pʼişk nebin. 2Ewê we ji kʼinîşta derxine derva. Wextê jî bê, wekî kʼî ku we bikuje jî, wê bifikire yançîye ew Xwedêrʼa qulix dike. 3Wê van tişta bikin, çimkî wana ne Bav nas kir û ne jî Ez nas kirim. 4Lê belê Min ev yekana werʼa gotin, wekî gava ew wext bê, hûn bînine bîra xwe ku Min ev yekana werʼa gotine.
Kʼarê Rʼuhʼê Pîroz
Min serê sêrîda ev tişt werʼa negotin, çimkî Ez tʼevî we bûm. 5Lê niha Ez diçime cem Yê ku Ez şandime û ji we tʼu kes ji Min napirse: ‹Tê kʼuda herʼî?› 6Min ku ev yekana werʼa gotin, lema dilê we kʼeserêva tʼijî bûye. 7Lê belê Ez rʼastîyê werʼa dibêjim, bona we hê rʼind e ku Ez herʼim. Heger Ez neçim, Piştovan wê neyê cem we, lê heger Ez herʼim, Ezê Wî bişînime cem we. 8Gava Ew bê, Ewê gunêd merivêd dinê bide rʼûyê wan, heqî-neheqîyê li ber wan veke û dîwana Xwedê wanva eʼyan ke. 9Bona guna wê eʼyan ke, çimkî ewana bawerîya xwe Min naynin. 10Bona heqî-neheqîyê wê eʼyan ke, çimkî Ez diçime cem Bavê Xwe û îdî hûnê Min nebînin. 11Bona dîwana Xwedê wê eʼyan ke, çimkî dîwana serwêrê vê dinyayê bûye.
12Hê gelek tişt hene ku Ez werʼa bêjim, lê niha hûn nikarin wan bibin. 13Lê gava ew Rʼuhʼê Rʼastîyê bê, Ewê we berbi tʼemamîya rʼastîyê bibe. Çimkî Ewê ne ku xweserîxwe xeber de, lê çi ku bibihê, Ewê wê yekê bêje û tiştêd ku hê neqewimîne wê werʼa gilî ke. 14Ewê rʼûmeta navê Min bilind ke, çimkî Ewê ji Min bistîne û werʼa gilî ke. 15Her tiştêd Bavê ku hene ew yêd Min in. Lema Min got, ku Rʼuhʼê ji Min bistîne û werʼa gilî ke.
Berxwekʼetin û şabûn
16Hinekî şûnda hûnê Min nebînin û dîsa hinekî şûnda hûnê Min bibînin». 17Hingê şagirtêd Wî hineka hevdurʼa gotin: «Eva çi gotin e ku Ew merʼa dibêje? ‹Hinekî şûnda hûnê Min nebînin› û dîsa ‹hinekî şûnda hûnê Min bibînin›. Dibêje jî: ‹Çimkî Ez diçime cem Bavê Xwe›?» 18Û wana digot: «Ev ‹hinek wext› ku dibêje, ew çi ye? Em feʼm nakin ku Ew çi dixwaze bêje».
19Îsa zanibû ku ew dixwazin jê bipirsin, hingê wanrʼa got: «Hûn bona vê gotina Min ji hev dipirsin, ku Min got: ‹Hinekî şûnda hûnê Min nebînin› û dîsa ‹hinekî şûnda hûnê Min bibînin›? 20Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, hûnê şîn û girî bin, lê dinyayê şa be, hûnê ber xwe kʼevin, lê berxwekʼetina weyê bibe şabûn. 21Gava jinek dikʼeve ber zarʼê, cefê dikʼişîne, çimkî sihʼeta wê pêrʼa gihîştîye. Lê gava zarʼ jêrʼa dibe, îdî cefa nayê bîrê ji dest wê şabûnê, ku merîk hate dinê. 22Rʼast e hûn jî niha ber xwe dikʼevin, lê Ezê we dîsa bibînim û dilê weyê bi eşq û şabûnêva tʼijî be û tʼu kesê wê şabûnê ji we nestîne. 23Ewê rʼojê hûnê ji Min tʼu tiştî nepirsin. Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ku hûn pê navê Min çi ji Bavê bixwazin, Ewê bide we. 24Hʼeta niha we pê navê Min tʼu tişt nexwestîye. Bixwazin, hûnê bistînin, usa wekî şabûna we tʼemam be.
Min dinya bindest kir
25Min ev yekana werʼa bi mesela gotin. Wextê bê Ezê îdî bi mesela werʼa xeber nedim, lê aşkere derheqa Bavêda werʼa bêjim. 26Wê rʼojê hûnê pê navê Min bixwazin. Ez werʼa nabêjim ku Ezê bona we hîvî ji Bavê bikim. 27Bav Xwexa we hʼiz dike, çimkî we Ez hʼiz kirime û bawer kirîye ku Ez ji cem Xwedê hatime. 28Ez ji Bavê qetîyam û hatime dinyayê. Dîsa Ez dinyayê dihêlim û diçime cem Bavê».
29Şagirtêd Wî gotinê: «Va ye Tu niha aşkere xeber didî, ne ku pê mesela. 30Niha em feʼm dikin, ku Tu her tiştî zanî û ne hʼewce ye ku ji Te bipirsin, Tu pêşda cabê didî. Bona vê yekê em bawer dikin, ku Tu ji cem Xwedê hatîyî».
31Îsa wanrʼa got: «Niha hûn bawer dikin? 32Va wextê bê û hatîye jî, ku hûnê bela-belayî bin, her kesê herʼe cîyê xwe û Min tʼenê bihêle. Lê Ez ne tʼenê me, çimkî Bav tʼevî Min e. 33Min ev yekana werʼa gotin, wekî pê Min hûn xweyê eʼdilayîyê bin. Hûnê dinyayêda tengasîyê bibînin, lê mêrxas bin! Min dinya kire bindestê Xwe».
Currently Selected:
Yûhʼenna 16: KmrNTL
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Институт перевода Библии, 2000, 2011