Yûhʼenna 15
15
Kʼola tirîyêye rʼast
1Ez im kʼola tirîyêye rʼast, Bavê Min jî rʼezvan e. 2Her çʼiqilê Minva ku ber nade ew dibirʼe. Lê ew çʼiqilê ku ber dide ji çirpîya paqij dike, wekî hê gelekî ber bide. 3Hûn îdî paqij in bi wê gotinê ya ku Min werʼa gotîye. 4Nav Minda bimînin, Ez jî nav weda. Çawa çʼiqil xwexa nikare ber bide, heger kʼolêva nemîne, usa jî hûn nikarin, heger Minva nemînin.
5Ez im kʼola tirîyê, hûn jî çʼiqil in. Ewê ku Minva dimîne û Ez jî wîva dimînim, ewê gelekî ber bide. Çimkî bêyî Min hûn nikarin tʼu tiştî bikin. 6Heger yek Minva nemîne, ew mîna çʼiqilekî wêda avîtî ye, ku hʼişk dibe. Û tʼop dikin davêjine nava êgir dişewitînin. 7Heger hûn nava Minda bimînin û gotinêd Min jî nava weda bimînin, hûn çi dixwazin bixwazin, wê werʼa bê dayînê. 8Bi vê yekê Bavê Minê bê rʼûmetkirinê, gava hûn pê gelek berdayînê bidine kʼifşê, ku hûn bûne şagirtêd Min.
9Bav çawa Min hʼiz dike, Ez jî usa we hʼiz dikim. Hʼizkirina Minda bimînin. 10Heger hûn tʼemîyêd Min xwey kin, hûnê hʼizkirina Minda bimînin, çawa ku Min tʼemîyêd Bavê Xwe xwey kirin û hʼizkirina Wîda dimînim. 11Min ev yekana werʼa gotin, wekî şabûna Min nava weda bimîne û şabûna we tʼemam be. 12Ev e tʼemîya Min: Hevdu hʼiz bikin, çawa ku Min hûn hʼiz kirin. 13Tʼu hʼizkirin ser wê hʼizkirinêrʼa tʼune, ku yek eʼmirê xwe ber dostêd xweva bide. 14Hûn dostêd Min in, heger hûn wan tʼemîyêd ku Ez didime we xwey dikin. 15Ji vir şûnda Ez we ‹xulam› hʼesab nakim, çimkî xulam haş pê tʼune ku axayê wî çi dike. Min hûn dost hʼesab kirin, çimkî her tiştêd ku Min ji Bavê Xwe bihîstin weva dane eʼyankirinê. 16Ne ku we Ez bijartim, lê Min hûn bijartin û kʼifş kirin, wekî hûn herʼin ber bidin û berê we bimîne. Hingê hûn çi ku pê navê Min ji Bavê bixwazin, Ewê bide we. 17Ez tʼemîya vê yekê didim, ku hûn hevdu hʼiz bikin.
Neyartîya dinyayê
18Heger dinya bijene we, bizanibin ku berî we jenîyaye Min. 19Heger hûn pʼara dinyayê bûna, dinyayê yêd xwe hʼiz bikira. Lê Min hûn ji dinyayê bijartine, hûn ne pʼara dinyayê ne, lema dinya dijene we. 20Wê xebera ku Min werʼa gotîye bînine bîra xwe, ku: ‹Xulam ne ser axayê xwerʼa ye›. Heger Ez zêrandime, wê we jî bizêrînin. Heger gotina Min xwey kirine, wê gotina we jî xwey kin. 21Lê van hʼemû tişta bona navê Min wê bînine serê we, çimkî Wî nas nakin, Yê ku Ez şandime.
22Heger Ez nehatama û Min wanrʼa xeber neda, gunêd wanê tʼunebûna. Lê ew niha nikarin caba gunêd xwe bidin. 23Ewê ku dijene Min, ew dijene Bavê Min jî. 24Heger Min nav wanda nekirana, ew kirêd ku tʼu kesî nekirine, gunêd wanê tʼunebûna. Lê niha dîtin, hin jenîyane Min, hin jî Bavê Min. 25Lê belê ev yek bû, wekî ew gotina ku Qanûna wanda hatîye nivîsarê bê sêrî:
‹Cîkî badîhewa jenîyane Min›#15:25 Zebûr 35:19; 69:4. .
26Gava ew Piştovan bê, kʼîjanî Ezê ji Bavê werʼa bişînim, ew Rʼuhʼê ku wê rʼastîyê werʼa gilî ke, Yê ku ji Bavê dertê, hingê Ewê bona Min şeʼdetîyê bide. 27Hûnê jî şeʼdetîyê bidin, çimkî serê sêrîda hûn tʼevî Min bûne.
Currently Selected:
Yûhʼenna 15: KmrNTL
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Институт перевода Библии, 2000, 2011