Lê belê Ez rʼastîyê werʼa dibêjim, bona we hê rʼind e ku Ez herʼim. Heger Ez neçim, Piştovan wê neyê cem we, lê heger Ez herʼim, Ezê Wî bişînime cem we. Gava Ew bê, Ewê gunêd merivêd dinê bide rʼûyê wan, heqî-neheqîyê li ber wan veke û dîwana Xwedê wanva eʼyan ke.