YouVersion Logo
Search Icon

Romayî 6

6
Rabûna bi Mesîh
1Nexwe em çi bêjin? Ma ji bo ku kerem zêde bibe, em di nav guneh de berdewam bikin? 2Na, tu caran! Em ên ku li hember guneh mirine, êdî çawa dikarin di nav guneh de bijîn? 3An ma hûn nizanin, em hemû yên ku di hevpariya Mesîh Îsa de imad bûne, em di hevpariya mirina wî de imad bûne. 4Îcar em bi imadbûnê bûn hevparên mirina wî, bi wî re hatin veşartin; da ku, çawa Mesîh bi rûmeta Bav ji nav miriyan rabû, wisa em jî di jiyana nûbûyî de rêve herin.#Kolosî 2:12
5Çimkî eger em di mirineke mîna ya wî de bi wî re bûbin yek, emê di vejîna wî de jî bi wî re bibin yek. 6Em dizanin ku mirovê me yê kevin bi wî re hatiye xaçkirin, da ku nefsa me ya gunehkar betal bibe û êdî em ji guneh re xulamtiyê nekin. 7Çimkî mirovê ku miriye ji guneh azad bûye. 8Îcar, eger em bi Mesîh re mirine, em bawer dikin ku emê bi wî re bijîn jî. 9Em dizanin ku Mesîh ji nav miriyan rabûye û êdî ew namire û êdî hukumdariya mirinê li ser wî nemaye. 10Mirina ku ew mir bi carekê li hember guneh bû, lê jiyana ku ew dijî, ji Xwedê re dijî. 11Bi vî awayî hûn jî xwe li hember guneh mirî, lê bi Mesîh Îsa ji bo Xwedê zindî bihesibînin.
12Îcar nebe ku guneh di bedena we ya mirindar de hukumdariyê bike û nebe ku hûn li gor xwestekên wê bikin. 13Ne jî endamên bedena xwe wek hacetên neheqiyê pêşkêşî guneh bikin. Lê belê wek ên ku ji nav miriyan rabûne, xwe pêşkêşî Xwedê bikin û endamên bedena xwe jî wek hacetên rastdariyê pêşkêşî Xwedê bikin. 14Çimkî guneh wê li ser we hukumdariyê neke. Ji ber ku hûn ne di bin Şerîetê de, lê belê hûn di bin keremê de ne.
Xulamtiya Rastdariyê
15Îcar çi? Ji ber ku em ne di bin Şerîetê de, lê belê di bin keremê de ne, ma em guneh bikin? Na, tu caran! 16Ma hûn nizanin ku hûn ji bo xulamtiyê xwe bidin destê kê, hûn xulamên wî ne û hûn bi ya wî dikin? An ji bo mirinê hûn xulamên guneh in, an jî ji bo rastdariyê hûn xulamên guhdanê ne. 17Lê şikir ji Xwedê re: Bi ser ku hûn xulamên guneh bûn jî, we ji dil û can guh da tewrê wê hîndariya ku hûn lê hatine spartin. 18Îcar hûn ji guneh hatin azadkirin û ji rastdariyê re bûn xulam. 19Ji ber qelsiya nefsa we ez li gor mirovan dibêjim. Çawa ku we demekê endamên bedena xwe bi xulamtî ji bo neheqiyê pêşkêşî pîsîtî û neheqiyê dikir, wisa jî niha endamên bedena xwe bi xulamtî ji bo pîroziyê pêşkêşî rastdariyê bikin. 20Çaxê ku hûn xulamên guneh bûn, hûn ji rastdariyê azad bûn. 21Îcar hingê we çi ber ji wan tiştên ku niha hûn ji wan şerm dikin, civand? Dawiya wan tiştan mirin e. 22Lê niha hûn ji guneh hatine azadkirin û ji Xwedê re bûne xulam. Berê ku hûn dicivînin, pîrozî ye û dawiya wî jiyana herheyî ye. 23Çimkî meaşê ku guneh dide, mirin e; lê diyariya Xwedê, bi Xudanê me Mesîh Îsa jiyana herheyî ye.

Currently Selected:

Romayî 6: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in