1
Romayî 6:23
Kurmanji Încîl
Çimkî meaşê ku guneh dide, mirin e; lê diyariya Xwedê, bi Xudanê me Mesîh Îsa jiyana herheyî ye.
Compare
Explore Romayî 6:23
2
Romayî 6:14
Çimkî guneh wê li ser we hukumdariyê neke. Ji ber ku hûn ne di bin Şerîetê de, lê belê hûn di bin keremê de ne.
Explore Romayî 6:14
3
Romayî 6:4
Îcar em bi imadbûnê bûn hevparên mirina wî, bi wî re hatin veşartin; da ku, çawa Mesîh bi rûmeta Bav ji nav miriyan rabû, wisa em jî di jiyana nûbûyî de rêve herin.
Explore Romayî 6:4
4
Romayî 6:13
Ne jî endamên bedena xwe wek hacetên neheqiyê pêşkêşî guneh bikin. Lê belê wek ên ku ji nav miriyan rabûne, xwe pêşkêşî Xwedê bikin û endamên bedena xwe jî wek hacetên rastdariyê pêşkêşî Xwedê bikin.
Explore Romayî 6:13
5
Romayî 6:6
Em dizanin ku mirovê me yê kevin bi wî re hatiye xaçkirin, da ku nefsa me ya gunehkar betal bibe û êdî em ji guneh re xulamtiyê nekin.
Explore Romayî 6:6
6
Romayî 6:11
Bi vî awayî hûn jî xwe li hember guneh mirî, lê bi Mesîh Îsa ji bo Xwedê zindî bihesibînin.
Explore Romayî 6:11
7
Romayî 6:1-2
Nexwe em çi bêjin? Ma ji bo ku kerem zêde bibe, em di nav guneh de berdewam bikin? Na, tu caran! Em ên ku li hember guneh mirine, êdî çawa dikarin di nav guneh de bijîn?
Explore Romayî 6:1-2
8
Romayî 6:16
Ma hûn nizanin ku hûn ji bo xulamtiyê xwe bidin destê kê, hûn xulamên wî ne û hûn bi ya wî dikin? An ji bo mirinê hûn xulamên guneh in, an jî ji bo rastdariyê hûn xulamên guhdanê ne.
Explore Romayî 6:16
9
Romayî 6:17-18
Lê şikir ji Xwedê re: Bi ser ku hûn xulamên guneh bûn jî, we ji dil û can guh da tewrê wê hîndariya ku hûn lê hatine spartin. Îcar hûn ji guneh hatin azadkirin û ji rastdariyê re bûn xulam.
Explore Romayî 6:17-18
YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy
Home
Bible
Plans
Videos