YouVersion Logo
Search Icon

Romayî 5

5
Aştî û Şahî
1Îcar, ji ber ku em bi baweriyê rastdar derketine, em bi saya Xudanê me Îsa Mesîh, bi Xwedê re di aştiyê de ne. 2Bi saya wî em bi baweriyê gihîştine vê kerema ku em tê de sekinî ne. Û em bi hêviya rûmeta ku Xwedê wê bide, pesnê xwe didin. 3Ne bi vê tenê, lê belê em bi tengahiyên xwe jî pesnê xwe didin, çimkî em dizanin ku tengahî ragirtinê, 4ragirtin tecrûbê û tecrûbe jî hêviyê tîne.
5Û hêvî me nade şermkirin, çimkî hezkirina Xwedê, bi saya Ruhê Pîroz ê ku ji me re hatiye dayîn, rijiyaye dilê me.
6Ji ber ku hê em qels bûn, Mesîh di dema kifşkirî de ji bo nepakan mir. 7Kêm caran yek ji bo mirovekî rast dimire. Ji bo mirovekî qenc belkî yek mirinê bide ber çavê xwe, 8lê belê Xwedê hezkirina xwe ya ji me bi vê kifş dike ku hê em gunehkar bûn, Mesîh ji bo me mir. 9Îcar niha em bi xwîna wî rastdar derketibin, emê hê çiqas zêdetir bi saya wî ji xezebê xilas bibin. 10Çimkî eger hê ku em dijmin bûn, em bi mirina Kurê wî bi Xwedê re li hev hatibin, niha bi wî re lihevhatî, emê hê çiqas bêtir bi jiyana Kurê wî xilas bibin. 11Lê belê ji vê zêdetir, em bi saya Xudanê xwe Îsa Mesîhê ku em bi Xwedê re li hev anîne, pesnê xwe didin.
12Loma ka çawa bi saya yek mirovî guneh ket dinyayê û ji guneh mirin hat, wisa jî mirin derbasî hemû mirovan bû, çimkî hemûyan jî guneh kir.#Destpêk 3:6 13Hê beriya hatina Şerîetê li dinyayê guneh hebû, lê eger şerîet nebe, guneh nayê hesabkirin. 14Lê belê mirinê ji dema Adem heta dema Mûsa hukumdarî kir. Heta li ser wan ên ku wek sûcê Adem guneh nekirin jî.
Adem mînaka wî kesê ku wê bihata bû. 15Lê belê diyarî ne wek neheqiya wî ye. Çimkî eger gelek ji ber sûcê yek mirovî miribin, kerema Xwedê û diyariya bi kerema yek mirovî, yanî bi ya Îsa Mesîh, ji bo gelekan hê bêtir zêde bûye. 16Û diyarî ne wek gunehê wî kesî ye. Çimkî dîwankirina yek sûcî, sûcdarî anî, lê diyariya ku piştî gelek neheqiyan hat, rastdariyê tîne. 17Çimkî eger mirinê, ji ber neheqiya yek mirovî û bi wî, hukumdarî kiribe, yên ku kerema Xwedê ya zêde û diyariya rastdariyê distînin, wê bi yekî, yanî bi Îsa Mesîh di jiyanê de çiqas bêtir hukumdariyê bikin. 18Îcar ka çawa bi neheqiya yek mirovî, hemû mirov sûcdar derketin, wisa jî bi karê rastdariyê yê yekî, ji bo hemû mirovan rastdarî û jiyan hat. 19Û çawa bi neguhdariya yek mirovî gelek bûn gunehkar, wisa jî bi guhdana yekî gelek wê rastdar bên derxistin. 20Lê Şerîet ket navberê, da ku sûc zêdetir bibe; lê belê li dera ku guneh lê zêde bûye, kerem hê bêtir zêde bûye, 21da ku çawa guneh bi mirinê hukumdarî kir, wisa kerem jî bi rastdariyê hukumdariyê bike û bi saya Xudanê me Îsa Mesîh jiyana herheyî bîne.

Currently Selected:

Romayî 5: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy