YouVersion Logo
Search Icon

Romayî 4

4
Baweriya Birahîm
1Nexwe em li ser Birahîmê ku li gor bedenê bavkalê me ye çi bêjin? 2Eger Birahîm ji ber kirinên xwe rastdar derketibe, heqê wî heye ku pesnê xwe bide, lê belê ne li ber Xwedê. 3Ma Nivîsara Pîroz çi dibêje? «Birahîm ji Xwedê bawer kir û ev yek jê re rastdarî hat hesabkirin.»#Ji: Destpêk 15:6#Galatî 3:6; Aqûb 2:23 4Eger mirovek kar dike, destmiza wî ne kerem, lê belê deyn tê hesabkirin. 5Lê ji wî re, ku ji kirinên xwe ne piştrast e, lê baweriyê bi Xwedayê ku yê nepak rastdar derdixe tîne, baweriya wî rastdarî tê hesab kirin. 6Çawa ku Dawid jî li ser bextewariya wî mirovê ku Xwedê wî bêyî kirinan rastdar hesab dike, dibêje:
7«Xwezî bi wan mirovên ku li neheqiyên wan hatiye bihûrtin
Û gunehên wan hatine nixumandin.
8Xwezî bi wî mirovê ku Xudan ji wî re guneh hesab nake!»#Ji: Zebûr 32:1-2
9Ma ev bextewarî tenê ji bo yên sinetbûyî, an ji bo yên sinetnebûyî ye jî? Em dibêjin ku «baweriya Birahîm jê re rastdarî hat hesab kirin.»#Ji: Destpêk 15:6 10Îcar ew çawa rastdar hat hesabkirin? Ma ev piştî sinetbûna wî, an berî sinetbûna wî bû? Ev ne piştî sinetbûna wî bû, lê belê berî sinetbûna wî bû. 11Birahîm hê sinetnebûyî nîşana sinetê wek mora rastdariya ku bi baweriyê tê, stand. Bi vî awayî Birahîm bû bavê wan hemûyên ku bê sinet baweriyê tînin, da ku ew jî rastdar bên hesabkirin.#Destpêk 17:10 12Wisa jî Birahîm bû bavê yên sinetbûyî yên ku ne bi tenê sinet bûne, lê li ser şopa baweriya bavê me Birahîm a ku beriya sinetbûna wî hebû, diçin.
Soza Xwedê bi Baweriyê Hat Cih
13Çimkî soza ku ji Birahîm û dûndana wî re hat dayîn ku ewê dinyayê mîras bistîne, ne bi riya Şerîetê, lê bi riya rastdariya ku ji baweriyê tê, hat dayîn.#Destpêk 17:4-6; Galatî 3:29 14Eger yên ku li gor Şerîetê dijîn wêris bin, hingê bawerî pûç û soz betal e.#Galatî 3:18 15Çimkî Şerîet xezebê tîne; lê dera ku şerîet lê tune, şikandina şerîetê jî tune. 16Ji ber vê yekê soz bi baweriyê ve girêdayî ye, da ku bi keremê be û ji bo hemû dûndana Birahîm ewledar be. Ne tenê ji bo yên ku bi Şerîet in, lê belê ji bo yên ku wek Birahîm bawer dikin jî. Çimkî ew bavê me hemûyan e.#Galatî 3:7 17Çawa ku hatiye nivîsîn: «Min tu kirî bavê gelek miletan.»#Ji: Destpêk 17:5 Birahîm li ber wî Xwedayî bawer kir ê ku miriyan vedijîne û wek ku hene, gazî tiştên neyî dike.
18Birahîm di bêhêvîtiyê de bi hêvî bawer kir û bû «bavê gelek miletan». Wek ku hatibû gotin: «Dûndana te wê weha be.»#Ji: Destpêk 17:5 19Çaxê ew fikirî ku hema bêje bedena wî miriye – çimkî ew li dor sed salî bû – û Sara nikare zarokan bîne, ew di baweriyê de qels nebû.#Destpêk 17:17 20Ew bi bawernekirinê li ser soza Xwedê dudilî nebû, lê belê di baweriyê de hêzdar bû û rûmet da Xwedê. 21Ew tam piştrast bû, soza ku Xwedê daye ew dikare bike jî. 22Ji ber vê yekê baweriya wî «jê re rastdarî hat hesab kirin.»#Ji: Destpêk 15:6 23Îcar gotina «jê re rastdarî hat hesab kirin» ne tenê ji bo Birahîm hat nivîsîn, 24lê belê ji bo me jî hatiye nivîsîn. Ji me re jî bawerî wê rastdarî bê hesabkirin, em ên ku baweriyê bi wî yê ku Xudanê me Îsa ji nav miriyan rakir, tînin. 25Îsa di ber neheqiyên me de teslîmî mirinê hat kirin û ji bo rastderxistina me rabû.#Îşaya 53:4-5

Currently Selected:

Romayî 4: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in