YouVersion Logo
Search Icon

Romayî 3

3
Ewlehiya Xwedê
1Madem wisa ye, çi taybetiya Cihûyan heye? An feyda sinetbûnê çi ye? 2Bi her awayî gelek e. Berî her tiştî peyvên Xwedê li wan hatine spartin. 3Eger hinekan ji wan, bawerî neanîbe, çi dibe? Ma bêbaweriya wan dilsoziya Xwedê betal dike? 4Na, tu caran! Bila Xwedê rast û her mirov derewker be. Çawa ku hatiye nivîsîn:
«Da ku, tu di peyvên xwe de rastdar derkevî
Û çaxê ku bêyî dîwankirin, tu bi ser bikevî.»#Ji: Zebûr 51:4
5Lê eger neheqiya me rastdariya Xwedê nîşan dide, em çi bêjin? Ma Xwedê neheq e ku xezeba xwe bîne ser me? – Ez wek mirovan dibêjim. – 6Na, tu caran! Nexwe Xwedê wê çawa dîwana dinyayê bike? 7Lê eger bi derewkariya min rastiya Xwedê ji bo rûmeta wî zêde dibe, çima ez dîsa wek gunehkarekî, sûcdar têm derxistin? 8Çima em nebêjin: «Em xerabiyê bikin, da ku qencî jê derkeve?» wek ku hinek buxtanê li me dikin û tiştên ku me negotine davêjin ser me. Cezaxwarina yên weha rast e.
Her Kes ji Rastdariyê Bêpar e
9Îcar çi? Ma em Cihû çêtir in? Na, bi tu awayî! Çimkî me berê jî hem Cihû û hem jî miletên din sûcdar kirin ku ew hemû di bin hêza guneh de ne. 10Çawa ku hatiye nivîsîn:
«Tu kesê rast tune, tenê yek jî tune.
11Tu kesê ku fêm dike tune,
Tu kesê ku li Xwedê digere tune.
12Hemû ji rê derketin,
Hemû bi hev re bêkêr bûn.
Tu kesê ku qenciyê dike tune,
Yek tenê jî tune.#Ji: Zebûr 14:1-3; 53:1-3; Waiz 7:20
13Gewriya wan gora vekirî ye,
Bi zimanê xwe dixapînin.
Jehra marê reş di bin zimanê wan de ye.#Ji: Zebûr 5:9; Zebûr 140:3
14Devê wan bi nifir û tehliyê tije ye.#Ji: Zebûr 10:7
15Lingên wan ji bo rijandina xwînê bilez in.
16Şopa wan wêranbûn û rebenî ye
17Û ew riya aştiyê nizanin.#Ji: Îşaya 59:7-8; Şîretên Silêman 1:16
18Tirsa Xwedê li ber çavê wan tune.#Ji: Zebûr 36:1»
19Îcar em dizanin her tiştê ku Şerîet dibêje, ji wan mirovan re dibêje ku di bin Şerîetê de ne, da ku her dev bê girtin û hemû dinya li ber Xwedê sûcdar be. 20Çimkî bi kirina Şerîetê tu kes li ber Xwedê rastdar dernakeve. Ji ber ku bi Şerîetê guneh tê zanîn.
Riya Rastdariyê Yek e
21Lê niha, bêyî şerîetê, rastdariya Xwedê eşkere bû û Şerîet û Nivîsarên Pêxemberan jî jê re şahidiyê dikin. 22Ev rastdariya ji Xwedê ya ku bi bawerkirina bi Îsa Mesîh e, ji bo wan hemûyan e ku bawer dikin. Çimkî tu cihêtî tune:#Galatî 2:16 23Hemûyan guneh kir û ji rûmeta Xwedê bêpar man. 24Ew bi kerema wî, bi rizgariya ku bi Mesîh Îsa hatiye, bê berdêl rastdar derdikevin. 25Xwedê ew ji bo wan ên ku baweriyê bînin, wek goriyeke kefaretê bi xwîna wî pêşkêş kir. Wî ev kir, da ku dadperweriya xwe nîşan bide, çimkî wî bi sebra xwe çavên xwe li wan gunehên ku berê hatibûn kirin neqand.#3:25 Goriya kefaretê: Goriyeke ku di ber gunehan tê dayîn, da ku li wan bê bihûrtin. 26Wî ev yek kir, da ku di dema niha de rastdariya xwe eşkere bike û ew bi xwe rastdar be û yê ku baweriyê bi Îsa bîne, rastdar derkeve.
27Îcar pesindan li ku derê ma? Ew li derve ma. Bi çi qanûnê? Ma bi kirina Şerîetê? Na, lê belê bi qanûna baweriyê. 28Çimkî bîr û baweriya me ev e ku mirov bêyî kirina Şerîetê, bi baweriyê rastdar derdikeve. 29Ma Xwedê, tenê Xwedayê Cihûyan e? Ma ew ne Xwedayê miletên din e jî? Belê, ew yê miletên din e jî, 30çimkî Xwedê yek e û ewê yên sinetbûyî ji ber baweriya wan û yên sinetnebûyî jî bi baweriyê rastdar derxe.
31Eger wisa ye, ma em bi baweriyê Şerîetê betal dikin? Na, tu caran! Lê belê em Şerîetê erê dikin.

Currently Selected:

Romayî 3: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy