YouVersion Logo
Search Icon

Romayî 2

2
Dîwankirina Xwedê ya Dadperwer
1Ji ber vê yekê, ey mirovê ku dadbar dike, tu kî bî jî hêceta te tune. Ji ber ku di tiştê ku tu yên din dadbar dikî de, tu xwe sûcdar derdixî. Çimkî tu yê ku dadbar dikî, tu eynî tiştan dikî.#Metta 7:1-2 2Îcar em dizanin ku dîwankirina Xwedê li gor rastiyê li hember wan e, yên ku tiştên weha dikin. 3Ey mirovo! Tu wan ên ku tiştên weha dikin, dadbar dikî û tu bi xwe jî eynî tiştan dikî, ma tu guman dikî ku tê ji dîwana Xwedê birevî? 4An ku tu zêdehiya qencî, sebir û bîhnfirehiya wî kêm dibînî? Ma tu nizanî ku qenciya Xwedê te ber bi tobekirinê ve dibe? 5Lê tu bi rikdarî û dilê xwe yê bêtobe ji bo Roja Xezebê li hember xwe xezebê dicivînî. Ewê wê rojê, dîwana Xwedê ya dadperwer xuya bibe. 6Çimkî ewê li gor kirinên her kesî bide wî.#Zebûr 62:12; Şîretên Silêman 24:12 7Wê jiyana herheyî bide wan ên ku di kirinên qenc de bi bîhnfirehî li rûmet, siyanet û nemirinê digerin; 8lê xezeb û hêrs wê bên ser wan ên ku xweperest in û li gor rastiyê nakin, lê li pey neheqiyê diçin. 9Her mirovê ku xerabiyê dike, wê cefa û tengahiyê bikişîne; pêşî Cihû û hem jî miletên din. 10Lê ji her kesê ku karê qenc dike re, rûmet, siyanet û aştî wê bê dayîn; pêşî ji Cihûyan re, hem jî ji miletên din re. 11Çimkî li ba Xwedê xatirgirtin tune ye.#Dubarekirina Şerîetê 10:17
12Hemû yên ku bê Şerîet guneh dikin, wê bê Şerîet helak bibin û hemû yên ku di bin Şerîetê de guneh dikin, wê bi Şerîetê dîwana wan bê kirin. 13Çimkî li ba Xwedê ne ew ên ku Şerîetê dibihîzin rastdar in, lê belê ew ên ku Şerîetê pêk tînin, wê rastdar derkevin. 14Çimkî miletên ku Şerîeta wan tune, gava ji ber xwe tiştên ku Şerîet dixwaze dikin, bi ser ku Şerîeta wan tune jî, ew bi xwe ji bo xwe şerîet in. 15Ew nîşan didin ku daxwaza Şerîetê di dilê wan de nivîsî ye. Wijdana wan jî ji wan re şahidiyê dike, çimkî fikrên wan, an wan sûcdar dikin, an jî carna wan diparêzin; 16erê, li gor Mizgîniya ku ez didim, rojek wê bê ku Xwedê wê bi destê Mesîh Îsa dîwana tiştên mirovan ên nependî bike.
Cihû û Şerîet
17Îcar tu yê ku ji xwe re dibêjî Cihû, tu pişta xwe bi Şerîetê ve girê didî û bi zanîna Xwedê pesnê xwe didî! 18Ji ber ku tu bi Şerîetê hatiyî hînkirin, tu daxwaza Xwedê dizanî û tu dikarî bêjî ya herî qenc kîjan e. 19Tu ji xwe piştrast î ku tu rêberê koran î û ji bo wan ên ku di tariyê de ne, ronahî yî. 20Tu perwerdekarê bêfêman û mamosteyê nezanan î, di Şerîetê de xwediyê tevahiya zanîn û rastiyê yî. 21Îcar tu yê ku yên din hîn dikî, ma tu xwe hîn nakî? Tu yê ku li hember diziyê dipeyivî, ma tu didizî? 22Tu yê ku dibêjî: «Zînayê nekin», ma tu bi xwe zînayê dikî? Tu yê ku ji pûtan nefret dikî, ma tu perestgehan talan dikî? 23Tu yê ku pesnê xwe bi Şerîetê didî, ma tu bi şikandina Şerîetê, Xwedê bêrûmet dikî? 24Çawa ku hatiye nivîsîn: «Ji rûyê we di nav miletan de çêrî navê Xwedê tê kirin.»#Ji: Îşaya 52:5
25Îcar, eger tu Şerîetê pêk bînî, sinet bi kêr tê, lê eger tu Şerîetê dişikênî, sinetbûna te bûye bêsinetî. 26Îcar, eger yê sinetnebûyî emrên Şerîetê pêk bîne, ma bêsinetiya wî sinetbûn nayê hesabkirin? 27Û yê ku di bedenê de sinet nebûye, lê Şerîetê pêk tîne, wê te sûcdar derxe, çimkî tu xwediyê nivîsara wê yî û sinetbûyî yî, lê tu Şerîetê dişikênî. 28Çimkî Cihû ne ew e ku li ber çav Cihû ye û ne jî sinetbûn ew e ku li ber çav di bedenê de tê kirin. 29Lê belê Cihû ew e ku di hundir de Cihû ye û sinetbûn jî sinetbûna dil e; ev ne karê herfê Şerîetê yê, lê karê Ruh e. Pesnê yê weha ne ji mirovan, lê ji Xwedê ye.#Dubarekirina Şerîetê 30:6

Currently Selected:

Romayî 2: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in