1
Romayî 2:3-4
Kurmanji Încîl
Ey mirovo! Tu wan ên ku tiştên weha dikin, dadbar dikî û tu bi xwe jî eynî tiştan dikî, ma tu guman dikî ku tê ji dîwana Xwedê birevî? An ku tu zêdehiya qencî, sebir û bîhnfirehiya wî kêm dibînî? Ma tu nizanî ku qenciya Xwedê te ber bi tobekirinê ve dibe?
Compare
Explore Romayî 2:3-4
2
Romayî 2:1
Ji ber vê yekê, ey mirovê ku dadbar dike, tu kî bî jî hêceta te tune. Ji ber ku di tiştê ku tu yên din dadbar dikî de, tu xwe sûcdar derdixî. Çimkî tu yê ku dadbar dikî, tu eynî tiştan dikî.
Explore Romayî 2:1
3
Romayî 2:11
Çimkî li ba Xwedê xatirgirtin tune ye.
Explore Romayî 2:11
4
Romayî 2:13
Çimkî li ba Xwedê ne ew ên ku Şerîetê dibihîzin rastdar in, lê belê ew ên ku Şerîetê pêk tînin, wê rastdar derkevin.
Explore Romayî 2:13
5
Romayî 2:6
Çimkî ewê li gor kirinên her kesî bide wî.
Explore Romayî 2:6
6
Romayî 2:8
lê xezeb û hêrs wê bên ser wan ên ku xweperest in û li gor rastiyê nakin, lê li pey neheqiyê diçin.
Explore Romayî 2:8
7
Romayî 2:5
Lê tu bi rikdarî û dilê xwe yê bêtobe ji bo Roja Xezebê li hember xwe xezebê dicivînî. Ewê wê rojê, dîwana Xwedê ya dadperwer xuya bibe.
Explore Romayî 2:5
Home
Bible
Plans
Videos