1
Romayî 1:16
Kurmanji Încîl
Çimkî ez ji ber Mizgîniyê şerm nakim. Ji ber ku ew ji her kesê ku bawer dike re ji bo xilasiyê hêza Xwedê ye, pêşî ji bo Cihûyan, hem jî ji bo miletên din.
Compare
Explore Romayî 1:16
2
Romayî 1:17
Çimkî di Mizgîniyê de rastdariya ku ji Xwedê ye, tê eşkerekirin. Ew ji destpêkê heta dawiyê bi baweriyê ye. Wek ku hatiye nivîsîn: «Yê rastdar wê bi baweriyê bijî.»
Explore Romayî 1:17
3
Romayî 1:20
Hê ji afirandina dinyayê ve hêza wî ya herheyî û Xwedêtiya wî, bi ser ku nayên dîtin jî, bi tiştên ku hatine çêkirin bi zelalî tên dîtin û fêmkirin. Loma hêceta wan tune.
Explore Romayî 1:20
4
Romayî 1:21
Çimkî, bi ser ku Xwedê dizanin jî, bi Xwedêtî rûmet nedanê û ne jî jê re şikir kirin; lê belê fikirîna wan bû pûçîtî û dilê wan ê fêmkor tarî bû.
Explore Romayî 1:21
5
Romayî 1:25
Wan rastiya Xwedê bi derewê guhert, ji Afirandar zêdetir perizîn tiştên afirandî û ji wan re xizmet kirin. Afirandar her û her pîroz e. Amîn.
Explore Romayî 1:25
6
Romayî 1:18
Xezeba Xwedê ji ezmên li hember hemû nepakî û neheqiya wan mirovên ku bi neheqiyê ji rastiyê re dibin asteng, xuya dibe.
Explore Romayî 1:18
7
Romayî 1:26-28
Ji ber vê yekê Xwedê ew dan destê şehwetên şermezariyê; jinên wan jî têkiliya xweheyî bi ya bervajiyê xweheyiyê guhertin. Bi vî awayî mêran jî dev ji têkiliya xweheyî ya bi jinê re berdan û di şehweta xwe de keribîn hevdû. Mêran bi mêran re riswayîtî kir û di nefsa xwe de heqê jirêderketina xwe standin. Ji ber ku wan naskirina Xwedê hêja nedît, Xwedê ew dan destê fikrên xerab, wisa ku ew tiştên ne li ser rê bikin.
Explore Romayî 1:26-28
8
Romayî 1:22-23
Wan digot: «Em zana ne», lê bêaqil derketin. Û rûmeta Xwedayê bêmirin, bi wêneyên mîna mirovê mirindar, teyr, heywanên çarpê û yên ku dişêlin, guhertin.
Explore Romayî 1:22-23
YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy
Home
Bible
Plans
Videos