Filîpî 2
2
Yekîtîya di Nefsbiçûkiyê de
1Eger cesaretdaneke bi Mesîh, handaneke ji hezkirinê, hevpariyeke we bi Ruh, hezkirineke ji dil û dilovaniyek heye, 2şahiya min temam bikin. Bila fikra we yek be, eynî hezkirina we hebe, fikra we û dilê we yek be. 3Tu tiştî bi hevrikiyê an bi pesindana pûç nekin. Lê bila bi nefsbiçûkî her yek ji we yên din di ser xwe re bigire. 4Bila her yek ji we ne tenê li karê xwe, lê belê li karê yên din jî binêre. 5Bila ew fikirîn bi we re hebe, ku bi Mesîh Îsa re jî bû:
6Bi ser ku ew di xasîtiya Xwedê de bû jî,
Wî wekheviya bi Xwedê re xenîmetek hesab nekir.
7Lê belê wî mezinahiya xwe ji xwe xist,
Xasîtiya xulam stand û bû mîna mirovan,
Di şiklê mirovan de xuya bû.
8Wî xwe nizim kir, îtaet kir û çû mirinê,
Heta çû mirina li ser xaçê.
9Ji bo vê yekê Xwedê ew gelek bilind kir
Û navê di ser her navî re da wî.
10Da ku bi navê Îsa,
Hemû yên li ezmên, li erdê û di bin erdê de,
Herin ser çokan
11Û ji bo rûmeta Bav Xwedê,
Her ziman eşkere bike û bêje ku Îsa Mesîh Xudan e.#Binêre: Îşaya 45:23
Wek Stêran Biçirisin
12Ji ber vê yekê, hezkirîno, çawa ku we hergav bi ya min kiribe, niha jî, ne tenê di dema ku ez li ba we me, lê belê hê bêtir di dema ku ez ne di nav we de me jî, bi ya min bikin; bi tirs û lerizînê xilasiya xwe pêk bînin. 13Çimkî Xwedê ye yê ku di dilê we de dixebite, da ku hem daxwaz û hem jî kirina we li wî xweş bê.
14Her tiştî bê pitepitkirin û bê devjenî bikin, 15da ku hûn bêqusûr û pak bin. Di nav vî nifşê xwehr û jirêketî de ku hûn di nav wan de wek stêrên ezmên ronahiyê didin, zarokên Xwedê yên bêleke bin#Dubarekirina Şerîetê 32:5 16û peyva jiyanê hişk bigirin. Wisa ku, di Roja Mesîh de ji min re bibe pesin, da ku ez badîhewa nebezîbim û min badîhewa keda xwe nedabe. 17Lê belê, eger xwîna min li ser gorî û xizmeta baweriya we wek pêşkêşekê bê rijandin jî, ezê şa bim û ezê bi we hemûyan re şa bim. 18Bi vî awayî hûn jî şa bin û bi min re şa bibin.
Tîmotêyos û Êpafrodîtos
19Îcar hêviya min ji Xudan Îsa heye ku ez di demeke nêzîk de Tîmotêyos bişînim ba we, da ku ez jî halê we bizanim û dilê min rihet bibe. 20Çimkî tu kesê min ê ku mîna wî bi dil û can li ser we bifikire û ji bo hal û rewşa we xemê bixwe tune; 21yên din hemû ne li tiştên Îsa Mesîh, lê li feyda xwe digerin. 22Lê hûn dilsoziya wî ya ceribandî dizanin û hûn dizanin ku wek kurekî bi bav re, ew bi min re di xizmeta Mizgîniyê de dixebitî. 23Îcar çaxê ez bibînim ka rewşa min wê çawa çêbe, ez hêvî dikim ku ezê zûka wî bişînim ba we. 24Û ez li Xudan ewle me ku di demeke nêzîk de ez bi xwe jî, ezê bêm.
25Lê min pêwist dît ku ez birayê xwe, hevalkar û hevalleşkerê xwe Êpafrodîtos ê ku we şandiye, da ku ew di hewcedariya min de bibe alîkar, bişînim ba we. 26Çimkî wî bêriya we hemûyan dikir û ji ber ku we bihîstibû ku nexweş e, ew pirr xemgîn e. 27Ew wisa nexweş bû ku gihîşt ber mirinê. Lê belê Xwedê li wî hat rehmê; ne tenê li wî, li min jî hat rehmê, da ku ji min re xemgînî li ser xemgîniyê çênebe. 28Loma ez wî hê zûtir dişînim, da ku hûn dîsa bi dîtina wî şa bibin û xemgîniya min nemîne. 29Îcar bi şahiyeke mezin wî bi navê Xudan qebûl bikin û siyaneta yên weha bigirin. 30Çimkî ew ji bo karê Mesîh nêzîkî mirinê bû, ji bo xizmeta ku we nikaribû hûn ji bo min bikin, wî canê xwe xist talûkê.
Currently Selected:
Filîpî 2: KURNT
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.