1
Filîpî 2:3-4
Kurmanji Încîl
Tu tiştî bi hevrikiyê an bi pesindana pûç nekin. Lê bila bi nefsbiçûkî her yek ji we yên din di ser xwe re bigire. Bila her yek ji we ne tenê li karê xwe, lê belê li karê yên din jî binêre.
Compare
Explore Filîpî 2:3-4
2
Filîpî 2:5
Bila ew fikirîn bi we re hebe, ku bi Mesîh Îsa re jî bû
Explore Filîpî 2:5
3
Filîpî 2:6-8
Bi ser ku ew di xasîtiya Xwedê de bû jî, Wî wekheviya bi Xwedê re xenîmetek hesab nekir. Lê belê wî mezinahiya xwe ji xwe xist, Xasîtiya xulam stand û bû mîna mirovan, Di şiklê mirovan de xuya bû. Wî xwe nizim kir, îtaet kir û çû mirinê, Heta çû mirina li ser xaçê.
Explore Filîpî 2:6-8
4
Filîpî 2:13
Çimkî Xwedê ye yê ku di dilê we de dixebite, da ku hem daxwaz û hem jî kirina we li wî xweş bê.
Explore Filîpî 2:13
5
Filîpî 2:9-11
Ji bo vê yekê Xwedê ew gelek bilind kir Û navê di ser her navî re da wî. Da ku bi navê Îsa, Hemû yên li ezmên, li erdê û di bin erdê de, Herin ser çokan Û ji bo rûmeta Bav Xwedê, Her ziman eşkere bike û bêje ku Îsa Mesîh Xudan e.
Explore Filîpî 2:9-11
6
Filîpî 2:14-15
Her tiştî bê pitepitkirin û bê devjenî bikin, da ku hûn bêqusûr û pak bin. Di nav vî nifşê xwehr û jirêketî de ku hûn di nav wan de wek stêrên ezmên ronahiyê didin, zarokên Xwedê yên bêleke bin
Explore Filîpî 2:14-15
7
Filîpî 2:12
Ji ber vê yekê, hezkirîno, çawa ku we hergav bi ya min kiribe, niha jî, ne tenê di dema ku ez li ba we me, lê belê hê bêtir di dema ku ez ne di nav we de me jî, bi ya min bikin; bi tirs û lerizînê xilasiya xwe pêk bînin.
Explore Filîpî 2:12
Home
Bible
Plans
Videos