Filîpî 1
1
Silav
1Ji xulamên Mesîh Îsa, ji Pawlos û ji Tîmotêyos,
ji hemû pîrozên Mesîh Îsa yên li Filîpyayê re û tevî wan ji çavdêr û alîkaran re:
2Ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh, kerem û aştî li ser we be.
Spasî û Dua
3Her cara ku ez we tînim bîra xwe, ez şikir ji Xwedayê xwe re dikim. 4Hergav di hemû duakirina xwe de ez bi şahî ji bo we hemûyan daxwaz dikim. 5Çimkî ji roja pêşî û heta niha hûn ji bo pêşveçûna Mizgîniyê bi min re hevpariyê dikin. 6Ez piştrast im, yê ku di dilê we de dest bi karê qenc kiriye, wê heta Roja Mesîh Îsa wî bîne serî. 7Ji bo min rast e ku ez li ser we hemûyan weha bifikirim, çimkî hûn di dilê min de ne. Hem di girtina min de û hem jî di parastin û rastderxistina min a Mizgîniyê de, hûn hemû bi min re hevparên keremê ne. 8Xwedê şahidê min e ku çawa ez bi dilovaniya Mesîh Îsa bêriya we hemûyan dikim. 9Dua min ev e ku hezkirina we bi zanîn û hemû têgihîştina di her tiştî de hê û hê zêdetir bibe, 10da ku hûn ya herî qenc hilbijêrin û di Roja Mesîh de paqij û bêqusûr bin. 11Wisa ku hûn, ji bo rûmet û pesnê Xwedê bi berê rastdariyê yê ku ji Îsa Mesîh tê, tije bibin.
Belavbûna Mizgîniyê
12Birano, ez dixwazim ku hûn bizanin, tiştên ku hatin serê min, hê bêtir ji pêşveçûna Mizgîniyê re bûn alîkar. 13Wisa ku ji hemû berevanên qesrê û ji hemûyên din re jî eşkere bû ku ez di ber Mesîh de girtî me. 14Gelek birayan ji girtina min ewlehî ji Xudan stand û ji bo ku bêtirs peyva Xwedê bêjin, hê bêtir bi zirav bûn.
15Erê, hinek ji çavnebarî û hemberiyê Mizgîniya Mesîh didin bihîstin, lê hinek jî bi niyeteke qenc. 16Evên ha ji hezkirinê Mizgîniyê didin, çimkî dizanin ku ez ji bo parastina Mizgîniyê di girtîgehê de me. 17Lê yên din ne bi dilekî pak, lê ji hevrikiyê, Mesîh didin bihîstin. Ew guman dikin ku wê tengahiyên min di girtîgehê de zêde bikin.
18Xem tune! Dixwazî bila bi hêcetan be, dixwazî jî bila ji dil be, bi her awayî Mesîh didin bihîstin û bi vê ez şa dibim. Erê, ezê bi vê şa bibim jî, 19çimkî ez dizanim ku bi duayên we û bi alîkariya Ruhê Îsa Mesîh ev yek wê ji bo xilasiya min çêbe. 20Hêvî û bendewariya min ev e ku ez di tu tiştî de neyêm şermkirin, lê bi cesareteke temam, eger bi mirina min an jî bi jiyana min be, wek hergav niha jî Mesîh wê bi bedena min bê bilindkirin. 21Çimkî ji bo min jiyan Mesîh e û mirin jî qezenc e. 22Lê eger jiyana di bedenê de ji bo xebata min ber bîne, hingê ez nizanim kîjanê bibijêrim. 23Ez di navbera herduyan de ketime tengahiyê; ez dixwazim veqetim û bi Mesîh re bim, çimkî ev hê gelek çêtir e. 24Lê mayîna min a di bedenê de ji bo we bêtir pêwist e. 25Ez bi vê piştrast im û dizanim ku ezê bimînim û bi we hemûyan re bim, da ku hûn pêşve herin û di baweriyê de şa bibin. 26Wisa ku, gava ez dîsa bêm ba we, hûn bi Mesîh Îsa hê bêtir bi min pesnê xwe bidin.
27Lê bila jiyana we hêjayî Mizgîniya Mesîh be, da ku ez bêm we bibînim, an neyêm jî, ez bibihîzim ku hûn di ruhekî de hîmgirtî ne û bi dil û can bi hev re ji bo baweriya Mizgîniyê tekoşînê dikin 28û di tu tiştî de ji wan ên ku li hember we radiwestin, natirsin. Ev yek ji bo wan nîşana helakbûnê ye, lê ji bo we, ya xilasiyê ye û ev jî ji Xwedê ye. 29Çimkî di ber Mesîh de kerem li we hatiye kirin ku hûn ne tenê baweriyê bi wî bînin, lê belê di ber wî de cefayê jî bikişînin. 30Îcar hûn jî di eynî tekoşînê de ne, wek ku we ez tê de dîtim û niha jî hûn li ser min dibihîzin.#Karên Şandiyan 16:19-40
Currently Selected:
Filîpî 1: KURNT
Highlight
Share
Copy

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.