Efesî 6
6
1Zarokno, li gor Xudan li ber dê û bavê xwe serî deynin, çimkî ev rast e.#Kolosî 3:20 2«Qedrê dê û bavê xwe bigire» – emrê pêşî yê bi sozê, ev e: 3«Da ku qencî li te bibe û li ser erdê emrê te dirêj be.»#Ji: Derketin 20:12; Dubarekirina Şerîetê 5:16 4Bavno! Hûn jî hêrsa zarokên xwe ranekin, lê wan bi terbiye û şîreta Xudan perwerde bikin.
5Xulamno, wek ku hûn li ber Mesîh serî datînin, bi tirs û lerizîn û ji dil û can li ber mîrzayên xwe yên li ser dinyayê serî deynin.#Kolosî 3:21-25 6Vê yekê ne bi xizmeta ku li ber çav tê kirin ku li mirovan xweş bê, lê belê wek xizmetkarên Mesîh, daxwaza Xwedê ji dil û can bînin cih. 7Ne wek ji mirovan re, lê wek ku ji Xudan re tê kirin ji dil û can xizmetê bikin. 8Û hûn dizanin ku her kî çi qenciyê bike, wê bergîdanê ji Xudan bistîne, dixwazî bila xulam be, dixwazî bila azad be.
9Hûn jî, mîrzano eynî tiştan ji wan re bikin û êdî dev ji gefxwarinê berdin, çimkî hûn dizanin ku Xudanê we û yê wan li ezmanan e û li ba wî xatirgirtin tune.#Kolosî 4:1; Dubarekirina Şerîetê 10:17
Çekên ku Xwedê Dide
10Bi kurtî, bi Xudan û bi qeweta karîna wî bi hêz bibin. 11Ji bo ku hûn bikarin li hember hîleyên Îblîs rawestin, hemû çekên Xwedê li xwe bikin. 12Çimkî cenga me ne li hember xwîn û goşt e, lê belê li hember serweriyan, li hember desthilatiyan, li hember hukumdarên gerdûnê yên vê taristaniyê, li hember ordiyên ruhî yên xerabiyê yên li cihên ezmanî ye. 13Ji ber vê yekê hemû çekên Xwedê bistînin, da ku hûn bikarin di roja xerab de li ber xwe bidin û piştî ku we her tişt kir, li cihê xwe rawestin. 14Îcar, pişta xwe bi rastiyê bipêçin û zirxê rastdariyê li xwe bikin#Îşaya 59:17 15û lingên xwe ji bo Mizgîniya aştiyê bi amadebûnê pêlav bikin û li cihê xwe bisekinin.#Îşaya 52:7 16Bi ser hemûyan de, mertalê baweriyê ku hûn pê bikarin hemû tîrên agirî yên Yê Xerab bitemirînin, bigirin destê xwe. 17Û rahêjin kumzirxê xilasiyê û şûrê Ruh ê ku peyva Xwedê ye.#Îşaya 59:17 18Bi her dua û lavakirinê, herdem bi Ruh dua bikin. Ji bo vê yekê hişyar bimînin û ji bo hemû pîrozan herdem bi berdewamî lava bikin. 19Ji bo min jî dua bikin, da ku, gava ez devê xwe vekim, peyv ji min re bê dayîn û ez sira Mizgîniyê bi ziravî bidim zanîn. 20Di ber wê de ez bi zincîran girêdayî qasidiyê dikim. Dua bikin, da ku ez bê tirs, wek ku pêwist e, wê bêjim.
Silavên Aştiyê
21Ji bo ku hûn jî bizanin ez çawa me û çi dikim, birayê hezkirî û di yekîtiya Xudan de xizmetkarê dilsoz Tixîkos wê her tiştî bi we bide zanîn. 22Ez wî ji bo vê yekê dişînim ba we, da ku hûn tiştên li ser me bizanin û ew cesaretê bide dilê we.
23Bila aştî û bi baweriyê hezkirin ji Bav Xwedê û Xudan Îsa Mesîh ji birayan re be. 24Kerem li ser wan hemûyan be, yên ku bi hezkirina nemir ji Xudanê me Îsa Mesîh hez dikin.
Currently Selected:
Efesî 6: KURNT
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.