1
Efesî 6:12
Kurmanji Încîl
Çimkî cenga me ne li hember xwîn û goşt e, lê belê li hember serweriyan, li hember desthilatiyan, li hember hukumdarên gerdûnê yên vê taristaniyê, li hember ordiyên ruhî yên xerabiyê yên li cihên ezmanî ye.
Compare
Explore Efesî 6:12
2
Efesî 6:18
Bi her dua û lavakirinê, herdem bi Ruh dua bikin. Ji bo vê yekê hişyar bimînin û ji bo hemû pîrozan herdem bi berdewamî lava bikin.
Explore Efesî 6:18
3
Efesî 6:11
Ji bo ku hûn bikarin li hember hîleyên Îblîs rawestin, hemû çekên Xwedê li xwe bikin.
Explore Efesî 6:11
4
Efesî 6:13
Ji ber vê yekê hemû çekên Xwedê bistînin, da ku hûn bikarin di roja xerab de li ber xwe bidin û piştî ku we her tişt kir, li cihê xwe rawestin.
Explore Efesî 6:13
5
Efesî 6:16-17
Bi ser hemûyan de, mertalê baweriyê ku hûn pê bikarin hemû tîrên agirî yên Yê Xerab bitemirînin, bigirin destê xwe. Û rahêjin kumzirxê xilasiyê û şûrê Ruh ê ku peyva Xwedê ye.
Explore Efesî 6:16-17
6
Efesî 6:14-15
Îcar, pişta xwe bi rastiyê bipêçin û zirxê rastdariyê li xwe bikin û lingên xwe ji bo Mizgîniya aştiyê bi amadebûnê pêlav bikin û li cihê xwe bisekinin.
Explore Efesî 6:14-15
7
Efesî 6:10
Bi kurtî, bi Xudan û bi qeweta karîna wî bi hêz bibin.
Explore Efesî 6:10
8
Efesî 6:2-3
«Qedrê dê û bavê xwe bigire» – emrê pêşî yê bi sozê, ev e: «Da ku qencî li te bibe û li ser erdê emrê te dirêj be.»
Explore Efesî 6:2-3
9
Efesî 6:1
Zarokno, li gor Xudan li ber dê û bavê xwe serî deynin, çimkî ev rast e.
Explore Efesî 6:1
Home
Bible
Plans
Videos