Û bi şerabê serxweş nebin, di wê de bêedebî heye; lê bi Ruh tije bibin. Ji hev re Zebûr, lavije û stranên ruhanî bêjin, di dilê xwe de ji Xudan re stran û lavijeyan bistrînin. Hergav ji bo her tiştî bi navê Xudanê me Îsa Mesîh ji Bav Xwedê re şikir bikin.