Wî bi xwe diyarî da, ku hinek bibin Şandî, hinek pêxember, hinek mizgînvan, hinek jî şivan û mamoste, da ku yên pîroz ji bo xebata xizmetkirinê bên rapêçan û bedena Mesîh bê avakirin heta ku em hemû bigihîjin yekîtiya bawerî û naskirina Kurê Xwedê û bibin mirovê gihîştî, bigihîjin pîvana bejna Mesîh a temam û tije.