Bila ew li gor dewlemendiya rûmeta xwe, qewetê bide we ku hûn bi Ruhê wî, di mirovê hundir de xurt bibin, da ku bi baweriyê Mesîh di dilê we de rûne û hûn di hezkirinê de ra bidin û hîmgirtî bin, da ku hûn bikarin bi hemû pîrozan re firehî, dirêjahî, bilindahî û kûrahiya vê hezkirinê fêm bikin. Bi vî awayî, hûn hezkirina Mesîh a ku gelek di ser zanînê re ye bizanin û bi hemû tijetiya Xwedê tije bibin.