YouVersion Logo
Search Icon

Efesî 3

3
Xizmeta Pawlos a ji bo Miletan
1Ji bo vê yekê ez Pawlos, ji bo we miletan di ber Mesîh Îsa de girtî me. 2Bêguman we bihîstiye ku ev şahnetiya keremê ji aliyê Xwedê ve ji bo we ji min re hatiye dayîn. 3Wek ku min berî niha jî bi kurtî nivîsîbû, ev sir bi peyxamê ji min re hat dayîn. 4Gava ku hûn vê bixwînin, hûnê bikarin têbigihîjin ku ez sira Mesîh çawa fêm dikim. 5Ev sir di nifş û qernên berê de ji mirovan re nehat dazanîn, wek ku niha ji Şandiyên wî yên pîroz û ji pêxemberên wî re bi Ruh hatiye eşkere kirin. 6Sir ev e, ku miletên din bi saya Mizgîniyê hemwêris in, endamên eynî bedenê û hevparên soza Xwedê ne ya ku bi Mesîh Îsa ye.#Kolosî 1:26-27 7Li gor diyariya kerema Xwedê ya ku bi xebata hêza wî ji min re hatiye dayîn, ez bûm xizmetkarê vê Mizgîniyê. 8Bi ser ku ez di nav hemû pîrozan de yê herî kêm im jî, ev kerem ji min re hat dayîn, da ku ez Mizgîniya dewlemendiya Mesîh a ku nayê salixdan ji miletan re bidim 9û plana bi sira ku ji demên bê destpêk ve li ba Xwedayê ku her tişt afirandiye veşartî bû, ji hemûyan re derxim ber ronahiyê, ku ew çi ye. 10Wisa ku şehrezayiya Xwedê ya pirr alî, bi navgîniya Civînê, ji serwerî û desthilatiyên li cihên ezmanî re bê dazanîn. 11Ev li gor mebesta Xwedê ya ji demên bêdestpêk ve bû, ku wî bi saya Xudanê me Mesîh Îsa pêk anî. 12Di yekîtiya Mesîh de û bi baweriya bi wî, em dikarin bi cesaret û ewlehî derbasî ber Xwedê bibin. 13Ji ber vê yekê, ez ji we hêvî dikim ku hûn, ji ber cefayên ku ez ji bo we dikişînim, dilsar nebin; ew ji bo we rûmet in.
Dua ji bo Efesiyan
14Ji bo vê yekê, ez li ber Bavê ku 15li erd û ezmanan her bavikî nav jê standiye, diçim ser çokan. 16Bila ew li gor dewlemendiya rûmeta xwe, qewetê bide we ku hûn bi Ruhê wî, di mirovê hundir de xurt bibin, 17da ku bi baweriyê Mesîh di dilê we de rûne û hûn di hezkirinê de ra bidin û hîmgirtî bin, 18da ku hûn bikarin bi hemû pîrozan re firehî, dirêjahî, bilindahî û kûrahiya vê hezkirinê fêm bikin. 19Bi vî awayî, hûn hezkirina Mesîh a ku gelek di ser zanînê re ye bizanin û bi hemû tijetiya Xwedê tije bibin.
20Ji wî yê ku dikare li gor hêza xwe ya ku di hundirê me de dixebite, ji tiştê ku em dixwazin an jî em difikirin hê gelek zêdetir bike re, 21di Civînê de û bi saya Mesîh Îsa heta hemû nifşan û her û her rûmet be. Amîn.

Currently Selected:

Efesî 3: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in