Efesî 2
2
Ji Mirinê Derbasbûna Jiyanê
1Hûn jî ji ber neheqî û gunehên xwe mirî bûn.#Kolosî 2:13 2Hingê hûn li gor çerxa vê dinyayê, li gor serokê hukumdariya hewayê, yanî li gor wî ruhê ku niha di nav mirovên neguhdar de dixebite, rêve çûn. 3Demekê em jî, em hemû di nav wan de, me bi daxwaza fikir û bedena xwe kir, em li gor xwestekên nefsê rêve çûn. Ji xwe em jî wek ên din, zarokên xezebê bûn. 4Lê Xwedayê ku bi rehmê dewlemend e, ji ber hezkirina xwe ya mezin a ku bi wê ji me hez kir, 5hê ku em ji ber neheqiyên xwe mirî bûn jî, em bi Mesîh re vejandin. Hûn bi keremê xilas bûn. 6Xwedê em di şexsê Mesîh Îsa de bi wî re rakirin û li cihên ezmanî bi wî re dan rûniştin. 7Wî ev yek kir, da ku dewlemendiya kerema xwe ya bêsînor bi wê qenciya ku bi Mesîh Îsa ji bo me ye, di demên ku bên de nîşan bide. 8Çimkî hûn bi riya baweriyê, bi keremê xilas bûn û ev ne ji we ye, diyariya Xwedê ye. 9Ev ne ji kirinan e, da ku tu kes pesnê xwe nede. 10Çimkî em berhema Xwedê ne û em bi Mesîh Îsa hatine afirandin, da ku em di van karên qenc ên ku Xwedê ji pêşî ve amade kirine de, rê ve herin.
Yekîtiya bi Mesîh
11Loma bînin bîra xwe – hûn ên ku li gor bedenê milet in – ku hûn demekê ji aliyê wan ên ku bi dest di bedenê de hatine sinetkirin û ji xwe re sinetbûyî dibêjin ve, «sinetnebûyî» dihatin gotin. 12Di wê demê de hûn bê Mesîh bûn, hûn ji hemwelatiya gelê Îsraêl der û ji peymanên sozê re xerîb, li dinyayê bê hêvî û bê Xwedê bûn. 13Lê niha hûn ên ku demekê dûr bûn, di yekîtiya Mesîh Îsa de, bi saya xwîna Mesîh nêzîk bûne. 14Çimkî aştiya me ew e; wî herdu, Cihû û miletên din kirin yek û bi bedena xwe dîwarê navbirkê, yanî dijminahî hilweşand. 15Wî Şerîet bi emir û qeydeyên wê ve betal kir, da ku di şexsê xwe de ji herduyan, ji Cihû û ji miletên din, mirovekî nû biafirîne û bi wî awayî aştiyê çêke#Kolosî 2:14 16û bi xaçê herduyan di yek bedenê de bi Xwedê re li hev bîne û bi vê yekê dijminahiyê bikuje.#Kolosî 1:20 17Îcar ew hat, Mizgîniya aştiyê hem ji we yên ku dûr bûn re û hem jî ji yên nêzîk re da.#Îşaya 57:19 18Çimkî bi rêberiya wî em herdu dikarin bi yek Ruhî derkevin ber Bav. 19Îcar êdî hûn ne xerîb û biyanî ne, lê belê hûn hemwelatiyên pîrozan û maliyên Xwedê ne. 20Hûn li ser bingeha Şandî û pêxemberan avakirî ne û Mesîh Îsa bi xwe kevirê riknê bingehê ye. 21Bi wî hemû avahî hevdû digire û ji bo ku bi Xudan bibe perestgeheke pîroz, mezin dibe. 22Bi wî hûn jî bi hev re di Ruh de tên avakirin, da ku hûn bibin warê Xwedê.
Currently Selected:
Efesî 2: KURNT
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.