1
Efesî 2:10
Kurmanji Încîl
Çimkî em berhema Xwedê ne û em bi Mesîh Îsa hatine afirandin, da ku em di van karên qenc ên ku Xwedê ji pêşî ve amade kirine de, rê ve herin.
Compare
Explore Efesî 2:10
2
Efesî 2:8-9
Çimkî hûn bi riya baweriyê, bi keremê xilas bûn û ev ne ji we ye, diyariya Xwedê ye. Ev ne ji kirinan e, da ku tu kes pesnê xwe nede.
Explore Efesî 2:8-9
3
Efesî 2:4-5
Lê Xwedayê ku bi rehmê dewlemend e, ji ber hezkirina xwe ya mezin a ku bi wê ji me hez kir, hê ku em ji ber neheqiyên xwe mirî bûn jî, em bi Mesîh re vejandin. Hûn bi keremê xilas bûn.
Explore Efesî 2:4-5
4
Efesî 2:6
Xwedê em di şexsê Mesîh Îsa de bi wî re rakirin û li cihên ezmanî bi wî re dan rûniştin.
Explore Efesî 2:6
5
Efesî 2:19-20
Îcar êdî hûn ne xerîb û biyanî ne, lê belê hûn hemwelatiyên pîrozan û maliyên Xwedê ne. Hûn li ser bingeha Şandî û pêxemberan avakirî ne û Mesîh Îsa bi xwe kevirê riknê bingehê ye.
Explore Efesî 2:19-20
Home
Bible
Plans
Videos