çavên dilê we ronahî bibin, da ku hûn bizanin hêviya ku hûn ji bo wê hatine gazîkirin çi ye û dewlemendiya rûmeta mîrasa wî ji bo pîrozan çi ye û mezinahiya hêza wî ya bêsînor a ku ji bo me yên ku bawer dikin, li gor qewet û karîna wî dixebite, çi ye. Ev hêz, hêza wî ye, yê ku Mesîh ji nav miriyan rakir û li cihên ezmanî, li milê xwe yê rastê da rûniştin. Xwedê, Mesîh ne tenê di vê dinyayê de, lê di dinya ku bê de jî derxist ser her serwerî, desthilatî, hêz û xudantiyê û derxist ser her navê ku tê bîranîn.