YouVersion Logo
Search Icon

Îbranî 10

10
Gorîbûna Îsa Gorîbûna Dawî Ye
1Şerîet ne xuyabûna rastîn a tiştên qenc ên ku wê bên, lê bi tenê siya wan e. Ji ber vê yekê Şerîet tu caran nikare bi wan eynî goriyên ku hergav sal bi sal tên pêşkêşkirin, wan ên ku nêzîk dibin, bigihîne bêkêmahîtiyê. 2Nexwe, eger paqij bibûna, wanê dev ji pêşkêşkirina wan berda. Çimkî eger yên ku diperizin bi carekê ji gunehên xwe paqij bibûna, êdî di wijdana wan de qet sûcdarkirina guneh nedima. 3Lê belê ew gorî sal bi sal gunehên mirovan tînin bîra wan. 4Çimkî xwîna conega û nêriyan nikare gunehan rake.
5Loma çaxê ku Mesîh hat dinyayê, wî got:
«Te gorî û pêşkêş nexwestin,
Lê te ji min re bedenek amade kir.
6Tu bi goriyên şewitandinê
Û bi goriyên ku di ber guneh de tên dayîn, razî nebûyî.
7Hingê min got: ‹Wek ku di Kitêbê de li ser min hatiye nivîsîn:
Ya Xwedê, va ye, ez hatim da ku ez daxwaza te bînim cih.›»#Ji: Zebûr 40:6-8
8Pêşî got: «Te gorî, pêşkêş, goriyên şewitandinê û goriyên ku di ber guneh de tên dayîn, nexwestin û tu ji van razî nebûyî» – heçî ev in, ew li gor Şerîetê tên dayîn. 9Hingê weha got: «Va ye, ez hatim da ku ez daxwaza te bînim cih.» Ew ya pêşî hiltîne, da ku ya diduyan deyne. 10Li gor vê daxwazê bi pêşkêşbûna bedena Îsa Mesîh ya bi carekê em hatin pîrozkirin.
11Her kahîn roj bi roj radibe, xizmetê dike û gelek caran eynî goriyên ku qet nikarin guneh rakin, pêşkêş dike. 12Lê viyê ha ji bo her û her tenê goriyek di ber gunehan de pêşkêş kir û li milê Xwedê yê rastê rûnişt.#Binêre: Zebûr 110:1
13Ji hingê û pê ve, ew li bendê ye heta ku dijminên wî bibin pêgeha lingên wî. 14Çimkî wî bi pêşkêşiyekê ew ên ku tên pîrozkirin, her û her gihandine bêkêmahîtiyê.
15Ruhê Pîroz jî li ser vê ji me re şahidiyê dike û dibêje:
16«Xudan dibêje: ‹Piştî wan rojan
Peymana ku ezê bi wan re girê bidim ev e:
Ezê qanûnên xwe bixim dilê wan
Û ezê wan li ser hişê wan binivîsim.
17Êdî ez gunehên wan û neheqiyên wan
Tu caran naynim bîra xwe.›»#Ji: Yêremya 31:33-34; Hezekiyêl 8:10-12
18Îcar li dera ku lêbihûrtina van heye, êdî pêwistiya pêşkêşa di ber guneh de namîne.
Şîret û Hişyarkirin
19Ji bo vê yekê birano, bi xwîna Îsa em dikarin bi cesaret bikevin Cihê Herî Pîroz. 20Em di wê riya nû û jîndar re bikevinê ya ku wî ji bo me di bedena xwe de di perdê de vekiriye. 21Û li ser mala Xwedê kahînekî me yê mezin heye. 22Em bi dilê ku bi xwînreşandinê ji wijdana xerab paqij bûyî û bi bedena ku bi ava paqij hatî şuştin, bi piştrastiya temam a baweriyê, bi dilekî rastîn nêzîkî Xwedê bibin.#Lêwiyî 8:30; Hezekiyêl 36:25 23Em, hêviya ku em eşkere dikin hişk bigirin; çimkî ew ê ku soz daye ewledar e. 24Û em hay ji hev hebin, ku em hevdû ji bo hezkirin û kirinên qenc bişidînin. 25Wek ku hinekan ji xwe re kiriye adet, em dev ji civînên xwe bernedin, lê çawa ku hûn dibînin Roja Xudan nêzîk dibe, hê zêdetir cesaretê bidin hevdû.
26Çimkî, piştî ku em gihîştin zanîna rastiyê, eger em bi zanîn guneh bikin, êdî ji bo gunehan tu gorî namîne, 27lê tenê libendêmayîneke tirsehêz ya dîwanê û agirê kelegerm ê ku dijminan dixwe û tune dike, dimîne. 28Yê ku Şerîeta Mûsa bişikanda, li ser şahidiya dido an sê kesan, bê rehm dihat kuştin.#Dubarekirina Şerîetê 17:6 29Îcar di gumana we de yê ku Kurê Xwedê di bin lingan de biperçiqîne, xwîna Peymanê ya ku ew pê hatiye pîrozkirin, pîs bibîne û Ruhê keremê nizim bike, ewê cezayekî hê çiqas xerabtir heq bike?#Derketin 24:8 30Çimkî em wî yê ku ev gotiye nas dikin: «Heyfhilanîn ya min e, ezê bergîdana wê bidim.»#Ji: Dubarekirina Şerîetê 32:35 Û dîsa: «Xudan wê dîwana gelê xwe bike.»#Ji: Dubarekirina Şerîetê 32:36; Zebûr 135:14 31Tiştekî tirsehêz e ku mirov bikeve destê Xwedayê jîndar.
32Îcar wan rojên pêşî yên piştî ku hûn hatin ronahîkirin, bînin bîra xwe: Gava hûn ketibûn tengahî û cefayên giran, we çawa ev ragirtibû. 33Carna hûn li ber çavan hatin şermezarkirin û hûn ketin tengahiyê. Carna jî hûn bi yên ku weha li wan hat kirin re bûn hevpar. 34Çimkî hûn bûn hevalparê derdê girtiyan û talankirina malên xwe bi şahî ragirt, çimkî we dizanibû ku malê çêtir û mayîndar ji bo we heye. 35Loma cesareta xwe neavêjin, xelata wê mezin e. 36Ragirtin ji we re lazim e, da ku hûn daxwaza Xwedê bikin û soza ku daye bistînin.
37«Çimkî di demeke kurt de,
Yê ku tê wê bê
Û dereng namîne.
38Lê yê min ê rast wê bi baweriyê bijî.
Lê eger ew xwe bi şûn ve bikişîne,
Canê min ji wî razî nabe.»#Ji: Habaqûq 2:3-4
39Lê belê em ne ji wan in ên ku xwe bi şûn ve dikişînin û helak dibin; lê em ji wan in ên ku ji bo rizgariya canê xwe bawer dikin.

Currently Selected:

Îbranî 10: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in