YouVersion Logo
Search Icon

Îbranî 9

9
Perestgeha Dinyayî û ya Ezmanî
1Erê, di peymana pêşî de jî qanûnên perizînê û Perestgeha li ser dinyayê hebû. 2Konek hatibû danîn: Di beşê wî yê pêşî yê ku jê re Cihê Pîroz digotin de şamdank, sifre û nanê pêşberiyê hebû.#Derketin 25:31-40; Derketin 25:25-30 3Di pişt perda diduyan de, di hundir de, Cihê Herî Pîroz hebû.#Derketin 26:31-33 4Gorîgeha zêrîn ya şewitandina bixûrê û Sindoqa Peymanê ya ku ji her aliyî ve zêrkirî bû tê de bûn. Di hundirê sindoqê de şerbikê Manna yê zêrîn, şivdarê Harûn ê bişkivî û nivîsdekên Peymanê hebûn.#Derketin 30:1-6; Derketin 25:10-16; Derketin 16:33; Hejmartin 17:8-10; Derketin 25:16 5Li ser sindoqê Kerûbên rûmeta Xwedê yên ku li bexişîngehê dikirin sî hebûn. Lê niha em nikarin yek bi yek li ser van bipeyivin.#Derketin 25:18-22; Hejmartin 17:1-10#9:5 Bexşîngeh: Cihê ku li gunehan dihat bihûrtin bû û li wir kefaret dihat dayin. Di Peymana Kevin de ev der devê Sindoqa Peymanê bû; binêre: Derketin 25:17-20; Lêwiyî 16:14.#9:5 Kerûb: Cûreyekî milyaketên Xwedê ne û rûmeta Xwedê berçav dikin.
6Ev tişt weha hatibûn sazkirin. Kahîn her car diketin beşê pêşî yê kon û xizmeta xwe dikirin.#Hejmartin 18:2-6 7Lê heçî beşê hundir e, salê carekê bi tenê Serokkahîn dikeve wî. Lê bêyî wê xwîna ku di ber wî û di ber gunehên gel ên bêhemdî de tê pêşkêşkirin, ew jî nikare bikeve wî.#Lêwiyî 16 8Ruhê Pîroz bi vê yekê nîşan dide ku, heta konê pêşî bimîne, riya ku diçe Cihê Herî Pîroz hê nehatiye eşkerekirin. 9Ev ji bo dema niha mînakek e. Diyarî û goriyên ku tên pêşkêşkirin, nikarin wijdana mirovê ku diperize paqij bikin. 10Ew bi tenê bi xwarin, vexwarin û şuştinên cûr bi cûr ve girêdayî ne û qanûnên dinyayî ne yên ku heta wextê sazûmana nû dimînin.
11Lê gava Mesîh, Serokkahînê tiştên qenc ên ku hatine, xuya bû, ew derbasî konê hê mezintir û hê tekûztir bû, ku ne bi destan hatiye çêkirin, yanî ne ji vê dinyayê ye. 12Ew ne bi xwîna nêrî û golikan, lê belê bi xwîna xwe, bi carekê ket Cihê Herî Pîroz û rizgariya herheyî peyda kir. 13Çimkî, eger xwîna nêrî û conegayan û xweliya noginan li yên murdar bê reşandin û wan paqij bike,#Lêwiyî 16:15-16; Hejmartin 19:9, 17-19 14hingê xwîna Mesîhê ku bi Ruhê herheyî xwe bêleke pêşkêşî Xwedê kiriye, wê hê çiqas zêdetir wijdana me ji kirinên mirî paqij bike, da ku em biperizin Xwedayê jîndar!
Xwegorîkirina Mesîh Guneh Dûr Kirin
15Ji bo vê yekê Mesîh navberkarê Peymana Nû ye, da ku yên hatine gazîkirin, mîrasa herheyî ya ku hatiye sozdan bistînin. Çimkî mirina wî berdêla wan sûcan e yên ku di dema peymana pêşî de hatin kirin. 16Heçî wesiyet e, divê mirina yê ku wesiyet kiriye kifş bibe. 17Çimkî wesiyet piştî mirinê tê cih. Heta yê ku wesiyet kiriye sax be, desthilatiya wê tune. 18Loma peymana pêşî jî bê xwîn nehat girêdan. 19Çimkî piştî ku Mûsa her emrê Şerîetê ji tevahiya gel re got, bi hiriya sor û bi çiqilê gûrizê xwîna nêrî û conegayan bi avê re, li kitêbê bi xwe û li tevahiya gel reşand#Derketin 24:3-8 20û got: «Ev xwîna wê peymanê ye ku Xwedê li we emir kiriye.»#Ji: Derketin 24:8 21Bi vî awayî wî xwîn li kon û li hemû firaxên perizînê reşand.#Lêwiyî 8:15 22Îcar li gor Şerîetê hema bêje her tişt bi xwînê tê paqijkirin û bê rijandina xwînê li gunehan nayê bihûrtin.#Lêwiyî 17:11
23Loma diviya ku wêneyên tiştên li ezmanan bi van goriyan, lê belê yên ezmanî bi xwe bi goriyên hê çêtir bên paqijkirin. 24Çimkî Mesîh neket pîrozgeha ku bi destan hatiye çêkirin û sûretê ya rastîn e; lê belê ew ket ezmên bi xwe, da ku niha ji bo me li ber Xwedê raweste. 25Serokkahîn her sal carekê bi xwîna ku ne ya wî ye dikeve Cihê Herî Pîroz, lê belê Mesîh neketê ku xwe gelek caran pêşkêş bike. 26Eger wisa bûya, ji damezrandina dinyayê ve diviya wî gelek caran cefa bikişanda. Lê niha, di dawiya deman de ew bi carekê xuya bû, da ku bi xwegorîkirinê guneh ji holê rake. 27Û çawa ku ji bo mirovan carekê mirin û piştî wê dîwanbûn neçar e,#Destpêk 3:19 28Mesîh jî ji bo ku gunehên gelekan hilgire carekê hat pêşkêşkirin. Cara diduyan, ew ne ji bo hilgirtina guneh, lê ji bo xilasbûna wan ên ku li hêviya wî disekinin, wê xuya bibe.#Îşaya 53:12

Currently Selected:

Îbranî 9: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in