YouVersion Logo
Search Icon

Îbranî 11

11
Baweriya Birahîm û Yên Din
1Îcar bawerî, ewlebûna tiştên ku hêvî bi wan tê kirin e, piştrastbûniya tiştên ku nayên dîtin e. 2Bi vê baweriyê, bav û kalên me ji aliyê Xwedê ve hatin erêkirin.
3Bi baweriyê, em fêm dikin ku erd û ezman bi peyva Xwedê hatiye damezrandin; wisa ku tiştên tên dîtin, ji tiştên nayên dîtin çêbûne.#Destpêk 1:1; Zebûr 33:6-9
4Bi baweriyê, Habîl goriyeke ji ya Qayîn çêtir pêşkêşî Xwedê kir. Bi wê baweriyê ew mirovekî rast hat erêkirin, çimkî Xwedê diyariyên wî erê kirin. Rast e, Habîl mirî ye, lê bi saya baweriya xwe hê jî dipeyive.#Destpêk 4:3-10
5Bi saya baweriyê, Henox ji bo ku mirinê nebîne, hat hilkişandin. «Ew nehat dîtin, çimkî Xwedê ew hilkişandibû». Û beriya hilkişandina wî, şahidî hat kirin ku ew li Xwedê xweş hatibû.#Ji: Destpêk 5:24 6Û bê bawerî çênabe ku mirov li Xwedê xweş bê, çimkî yê ku nêzîkî Xwedê bibe, divê bawer bike ku Xwedê heye û wan ên ku li wî digerin xelat dike.
7Bi baweriyê, Nûh, gava ew li ser tiştên ku hê nedihatin dîtin ji aliyê Xwedê ve hat hişyarkirin, bi tirsa Xwedê ji bo xilasiya mala xwe gemiyek çêkir. Bi vê baweriyê wî dinya sûcdar derxist û bû wêrisê wê rastdariya ku ji baweriyê tê.#Destpêk 6:9–9:17
8Bi baweriyê, gava ku Birahîm hat gazîkirin, da ku here wî cihê ku wê bi mîrasî bistanda, wî li gor peyva Xwedê kir û bêyî ku bizane wê here ku derê, ket rê.#Destpêk 12:1-5 9Bi baweriyê, wek yekî xerîb li welatê ku jê re hatibû soz dan, ma û bi hevparên eynî sozê, bi Îshaq û Aqûb re di konan de rûnişt.#Destpêk 23:4; 26:3; 35:12, 27 10Çimkî ew li hêviya bajarê bingeha wî saxlem dima yê ku avakar û çêkerê wî Xwedê ye.
11Bi saya baweriyê Birahîm, bi ser ku ew pîr bû û Sarayê jî nedikarî zarokan bianiya, dîsa hêz dît ku bibe bav. Çimkî wî, yê ku soz dabû dilsoz dît.#Destpêk 17:19; 18:11-14; 21:2 12Îcar ji yekî ku hema bêje mirî bû, bi qasî stêrên ezmên, wek seylaka ber devê deryayê bêhesab dûndan çêbû.#Destpêk 15:5-6; 22:17; Derketin 32:13
13Evên ha hemû di baweriyê de mirin. Ew negihîştin sozên ku hatibûn dayîn, lê belê ew ji dûr ve dîtin û silav li wan kirin; wan eşkere kir ku ew li ser rûyê erdê xerîb û mêvan in.#Dîrok I, 29:15 14Yên ku tiştên weha dibêjin, kifş dikin ku ew li welatekî digerin. 15Û bi rastî, eger wan bêriya dera ku jê derketibûn bikirana, ji bo vegerînê fersenda wan wê hebûya. 16Lê wan welatekî hê çêtir, yanî yê ezmanî dixwest. Ji ber vê yekê Xwedê şerm nake eger ew bêjin: «Ew Xwedayê me ye»; çimkî wî ji wan re bajarek amade kiriye.
17Gava ku Birahîm hat ceribandin, bi baweriyê wî Îshaq pêşkêş kir. Wek yekî ku sozên Xwedê standiye, kurê xwê yê yekta pêşkêş dikir.#Destpêk 22:1-14 18Ji wî re hatibû gotin: «Ji Îshaq dûndana te wê zêde bibe.»#Ji: Destpêk 21:12 19Birahîm fikirî ku Xwedê dikare ji nav miriyan jî rake û wî bi awayekî mînakî wek ku Îshaq ji nav miriyan bistîne, ew bi şûn ve stand.
20Bi baweriyê, Îshaq li ser tiştên ku wê bên ji bo Aqûb û Esaw duayên qenc kirin.#Destpêk 27:27-29; 27:39-40 21Bi baweriyê, Aqûb li ber mirinê ji bo herdu kurên Ûsiv duayên qenc kirin, «pala xwe da serê gopalê xwe û perizî Xwedê.»#Ji: Destpêk 47:31; 48:1-20 22Bi baweriyê, Ûsiv li ber mirinê, li ser derketina zaryên Îsraêl ya ji Misrê peyivî û li ser hestiyên xwe li wan emir kir.#Destpêk 50:24-25; Derketin 13:19
23Gava ku Mûsa çêbû, bi baweriyê, dê û bavê wî sê mehan ew veşartin. Çimkî dîtin ku zarok pirr xweşik e û ji fermana padîşah netirsiyan.#Derketin 1:22; 2:2 24Gava ku Mûsa mezin bû, bi baweriyê red kir ku jê re kurê keça Firewn bê gotin.#Derketin 2:10-12 25Ji dêla ku ew demekê kêfa guneh bike, wî bi gelê Xwedê re cefakişandin bijart 26û şermezariya di ber Mesîh de ji xezîneyên Misrê dewlemendiyeke mezintir hesab kir. Çimkî wî li xelata ku wê bistanda dinêrî. 27Bi baweriyê, ew ji Misrê derket û ji hêrsa padîşah netirsiya. Çimkî wî, wek yê ku nayê dîtin dîtibe, tengahî radigirt. 28Wî bi baweriyê, Cejna Derbasbûnê cara pêşî pêk anî û emir kir ku xwîn li ser deriyan bê reşandin, da ku milyaketê ku nixurî dikuştin, dest nede wan.#Derketin 12 29Bi baweriyê, Îsraêlî wek ku di bejê re derbas bibin, di Derya Sor re derbas bûn. Gava ku Misriyan ev ceriband, di avê de xeniqîn.#Derketin 14:21-31
30Bi baweriyê, piştî ku Îsraêlî heft rojan li dora sûrên Erîhayê zivirîn, ew hilweşiyan.#Yêşû 6:12-21 31Bi baweriyê, Rexaba fahîşe bi neguhdaran re nehat helakkirin, çimkî wê nêrevan bi aştî qebûl kiribûn.#Yêşû 2:1-21; 6:22-25
32Û hê ez çi bêjim? Eger ez tiştên li ser Gîdeyon, Baraq, Şimşon, Yêfta, Dawid, Samûêl û li ser pêxemberan bêjim, dema min têrê nake. 33Bi baweriyê ew li hember padîşahiyan bi ser ketin, wan dadperwerî anîn cih, gihîştin sozên ku hatibûn dayîn, devê şêran girtin,#Daniyêl 6 34hêza êgir temirandin, ji devê şûr filitîn, di bêhêziyê de hêz standin, di şer de bûn yên xurt, ordiyên biyaniyan belav kirin. 35Jinan, miriyên xwe bi vejînê bi şûn ve standin. Hinekan îşkence kişandin, lê azadî red kirin, da ku ji mirinê rabin û bigihîjin jiyaneke hê çêtir.#Padîşah II, 4:25-37 36Hinekên din bi tinaz û qamçiyan, erê heta bi girêdan û zîndanê hatin ceribandin.#Padîşah I, 22:26-28; Yêremya 20:1-2; 37:15; 38:6 37Hatin kevirkirin, bi birrekê hatin birrîn, ketin ber devê şûr û hatin kuştin. Bi postê miyan, bi çermê bizinan geriyan; belengazî kişandin, tengahî dîtin, xerabî li wan hat kirin.#Dîrok II, 24:20-21 38Dinya ne hêjayî wan bû; li çolan û li çiyayan, di şkeftan û di kunên bin erdê de eware geriyan.
39Îcar bi ser ku ew hemû bi baweriyê hatin erêkirin jî, ew negihîştin tiştên ku hatibûn sozdan. 40Çimkî, ji bo ku bêyî me ew negihîjin bêkêmahiyê, Xwedê ji me re tiştekî hê çêtir amade kiriye.

Currently Selected:

Îbranî 11: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in