YouVersion Logo
Search Icon

Îbranî 12

12
Mînaka Îsa
1Îcar li gor ku ewrekî evqas mezin ê şahidan hawirdora me girtiye, em jî her giraniyê û gunehê ku bi hêsanî xwe li me dipêçe ji ser xwe bavêjin, bi bîhna fireh wê hevbezîna ku li ber me ye, bibezin. 2Em çavên xwe bidin ser pêşeng û temamkarê baweriya xwe Îsa. Wî ji bo şahiya ku li ber wî bû, xaç ragirt ser xwe û şermî bi tiştekî hesab nekir û li milê Xwedê yê rastê rûnişt.#Binêre: Zebûr 110:1 3Îcar li ser wî bifikirin ê ku dijraberiya mezin a gunehkaran ragirtiye, da ku hûn newestin û di dilê xwe de sist nebin.
4We hê di şerê li hember guneh de li ber xwe nedaye heta ku xwîna we bê rijandin. 5Ma we ew şîreta ku li we kuran tê kirin, ji bîr kir? Dibêje:
«Kurê min, edebkirina Xudan biçûk nebîne,
Û çaxê ku ji aliyê wî ve li te bê hilatin, sist nebe.
6Çimkî Xudan, wî yê ku jê hez dike, edeb dike
Û her kurê ku qebûl dike ceza dike.»#Ji: Şîretên Silêman 3:11-12
7Ji bo terbiyebûnê hûn radigirin, çimkî Xwedê wek zarokên xwe bi we re dide û distîne. Ma kîjan kur ji aliyê bavê xwe ve nayê terbiyekirin?#Dubarekirina Şerîetê 8:5 8Lê eger hûn ji terbiyekirina ku hemû pê tên terbiyekirin bêpar bin, hingê hûn ne kur in, lê hûn wek zarokên derveyî qanûnê ne. 9Îcar ji vê zêdetir bavên me yên vê dinyayê yên ku em terbiye dikirin hebûn û me ji wan re hurmet kir. Ma emê ne hê bêtir bi ya Bavê xwe yê ruhanî bikin û bijîn? 10Bavên me wek ku qenc didîtin, em ji bo demeke kurt terbiye dikirin, lê Xwedê ji bo feyda me, me terbiye dike, da ku em bibin hevparên pîroziya wî. 11Rast e, her terbiyekirin di sêrî de ne wek şahî, lê belê wek xemgîniyê tê dîtin. Lê belê piştre ev ji bo yên ku bi wê hatine perwerdekirin, berê aştî û rastdariyê tîne.
12Ji ber vê yekê, destên xwê yên daketî û çokên xwe yên bêtaqet bişidînin,#Îşaya 35:3 13ji bo lingên xwe riyên rast çêkin, da ku tiştê kulek ji movikê dernekeve, lê belê sax bibe.
Xwedê Red Nekin
14Bikevin pey wê yeka ku hûn bi hemûyan re di aştiyê de bin û li pey jiyana pîroz a ku bê wê tu kes Xudan nabîne, herin. 15Hay ji xwe hebin, bila tu kes ji kerema Xwedê nemîne. Bila di nav we de tu rayê tehl ê ku we aciz bike û gelek pê murdar bibin, dernekeve. 16Nebe ku yek, zînakar an bê tirsa Xwedê be, wek Esaw ê ku mafê nixurîtiya xwe bi xwarinekê firot.#Destpêk 25:29-34; 27:30-40 17Hûn dizanin ku piştre wî xwest ku bereketa nixurîtiyê mîras bistîne, lê hat redkirin. Bi hêstirên çavan li pey geriya jî, wî nikaribû biryara ku hatiye dayîn biguhere.#Destpêk 27:30-40
18Hûn nêzîkî wî çiyayê ku tê destdan û dişewite, bi mij, bi taristanî û bi bahoz e, nebûn;#Derketin 19:16-22; 20:18-21 19hûn nêzîkî dengê boriyê û wan peyvên, yên ku ew bihîstin, lava kirin ku gotineke din ji wan re neyê gotin, nebûn.#Derketin 19:10-25; 20:1-21 20Wan ew emrê ku digot: «Eger heywanek jî li çiyê bikeve, wê bê kevirkirin»#Ji: Derketin 19:12-13 nikaribûn ragirin. 21Dîtin wisa tirsehêz bû ku Mûsa got: «Ez gelek ditirsim û dilerizim.»#Ji: Dubarekirina Şerîetê 9:19 22Lê hûn nêzîkî Çiyayê Siyonê û bajarê Xwedayê jîndar, yanî Orşelîma ezmanî bûn, ku li wir bi deh hezaran milyaket bi şahî beşdarî pîrozkirinê bûn. 23Hûn hatine Civîna nixuriyên ku navê wan li ezmanan nivîsî ye û nêzîkî dadgerê hemûyan Xwedê û ruhên kesên rast ên ku gihîştine bêkêmahiyê bûne. 24Hûn nêzîkî navberkarê Peymana Nû Îsa bûn ku xwîna wî ya reşandî ji ya Habîl çêtir dibêje.#Destpêk 4:3-10
25Hay ji xwe hebin û yê ku dipeyive red nekin. Ew ên ku dengê wî yê ku ew li ser erdê hişyar kirin, red kirin, xilas nebûn. Îcar, eger em berê xwe ji wî yê ku ji ezmanan dibêje badin, em hê bêtir nikarin xilas bibin.#Derketin 20:22 26Hingê dengê wî erd hejand, lê belê niha soz daye û gotiye: «Êdî careke din, ezê ne tenê erdê, lê ezmên jî vehejînim.»#Binêre: Hagay 2:6 27Bi gotina: «Careke din» jiholêrakirina tiştên ku vedihejin, yanî tiştên ku hatine afirandin, tê eşkerekirin; da ku tiştên ku venahejin mayîndar bin. 28Loma em şikir bikin ku em padîşahiyeke ku nayê vehejandin distînin û bi vî awayî em bi tirs û hurmetê biperizin Xwedê, wek ku li wî xweş tê. 29Çimkî Xwedayê me agirek e ku dixwe û tune dike.#Dubarekirina Şerîetê 4:24

Currently Selected:

Îbranî 12: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in