YouVersion Logo
Search Icon

Galatî 5

5
Azadiya Xwe Biparêzin
1Mesîh em ji bo azadiyê azad kirine; loma hîmgirtî bin û careke din nekevin bin nîrê xulamtiyê.
2Va ye, ez Pawlos ji we re dibêjim: Eger hûn sinet bibin, tu feyda Mesîh ji we re tune. 3Ez careke din ji her mirovî re şahidiyê dikim: Yê ku sinet bûye divê tevahiya Şerîetê bike. 4Ey hûn ên ku dixwazin bi Şerîetê rastdar derkevin, hûn ji Mesîh veqetiyan û ji keremê dûr ketin. 5Lê em bi saya Ruh, bi baweriyê li benda hêviya rastdariyê ne. 6Çimkî di yekîtiya Mesîh Îsa de ne sinetbûn û ne jî sinetnebûn, lê tenê baweriya ku bi hezkirinê dixebite, bi kêr tê.
7Îcar hûn baş dibezîn; kî ji we re bû asteng ku hûn bi ya rastiyê nekin? 8Ev serîpifdan ne ji yê ku gazî we dike ye. 9Piçek hevîrtirşk tevahiya hevîr tirş dike.#Korîntî I, 5:6 10Ez bi saya Xudan ji we piştrast im ku hûn tiştekî din nafikirin; lê yê ku hûn tevlihev kirine, kî dibe bila bibe, wê cezayê xwe bikişîne.
11Lê heçî ez im, birano, eger niha jî min sinetbûn hîn bikira, çima hê tengahî li min dihat kirin? Eger wisa bûya, wê astenga li ber xaçê ji holê rabûya. 12Xwezî wan ên ku serê we tevlihev kirine, xwe bi xwe nemêr bikirana.
13Birano, hûn ji bo azadiyê hatin gazîkirin, tenê bila azadî ji bo nefsê nebe fersend, lê belê bi hezkirinê ji hevdû re xizmetê bikin. 14Çimkî tevahiya Şerîetê di gotinekê de, yanî di vê de temam dibe: «Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.»#Ji: Lêwiyî 19:18 15Lê eger hûn hevdû gez bikin û bixwin, hay ji xwe hebin ku hûn ji aliyê hevdû ve neyên telefkirin.
Berê Ruh û Karê Nefsê
16Ez vê dibêjim: Bi Ruh rêve herin, hingê hûn tu caran xwestekên nefsê naynin cih. 17Çimkî nefs li hember Ruh û Ruh li hember nefsê daxwaz dike; ev li hember hev in, wisa ku tiştên hûn dixwazin bikin, hûn nekin.#Romayî 7:15-23 18Îcar, eger hûn ji aliyê Ruh ve tên rêvebirin, hingê hûn ne di bin Şerîetê de ne. 19Heçî kirinên nefsê ne, ew eşkere ne: Ew fuhûşî, pîsîtî, şehwet, 20pûtperestî, sêrbazî, dijminahî, pevçûn, çavnebarî, hêrs, hevrikî, dubendî, partîkarî, 21zikreşî, serxweşî, kêfkirina bi harîtî û sefahet û tiştên wek van in. Wek ku min berê ji we re got, ez careke din dibêjim: Yên ku tiştên weha dikin, Padîşahiya Xwedê mîras nastînin.
22Lê berê Ruh, hezkirin, şahî, aştî, bîhnfirehî, dilovanî, qencî, dilsozî, 23nermî û xwegirtin e. Li hember tiştên weha Şerîet tune. 24Heçî yên Mesîh Îsa ne, wan nefs bi xwestek û daxwazên wê ve birine ser xaçê.
25Madem ku em bi Ruh dijîn, hingê em bi Ruh rêve jî herin. 26Em quretiyê nekin, ji hev re meydanê nexwînin û çavnebariya hev nekin.

Currently Selected:

Galatî 5: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in