YouVersion Logo
Search Icon

Galatî 4

4
1Lê ez vê jî dibêjim: Her çiqas ku wêris xwediyê her tiştî be jî, heta ku zarok e ferqa wî ji yê xulam tune. 2Heta dema ku bavê wî kifş kiriye, ew di bin destê raspêr û şahneyan de ye. 3Bi vî awayî jî gava ku em zarok bûn, em di bin hêzên ruhî yên vê dinyayê de bindest bûn. 4Lê gava ku dem temam bû, Xwedê Kurê xwe şand. Ew ji jinê çêbû û di bin Şerîetê de bû, 5da ku wan ên di bin Şerîetê de ne bi berdêl xilas bike û em kurîtiyê bistînin. 6Û ji ber ku hûn kur in, Xwedê Ruhê Kurê xwe yê ku gazî dike: «Abba#4:6 «Abba» bi zimanê Aramî tê maneya «Bav» e.», yanî «Bavo!» şand dilê me. 7Loma êdî tu ne xulam î, lê tu kur î. Madem ku tu kur î, nexwe tu bi destê Xwedê wêris î jî.#Romayî 8:15-17
Ma Emê bi şûn ve Herin?
8Hingê, çaxê ku we Xwedê nas nedikir, we ji yên ku ji xwe ne xwedê ne re xulamtî kir. 9Lê niha piştî ku we Xwedê naskir, hê zêdetir: Hûn ji aliyê Xwedê ve hatin naskirin, êdî çawa dîsa hûn li wan hêzên ruhî yên bêhêz û reben vedigerin? Ma hûn dîsa dixwazin xulamtiyê ji wan re bikin? 10Hûn roj, meh, demsal û salan digirin. 11Ez ji we ditirsim ku xebata min a ji bo we badîhewa here.
12Birano, ez hêvî ji we dikim: Bibin wek min, çimkî ez jî bûm wek we. We tu neheqî li min nekir. 13Hûn dizanin ku min cara pêşî, ji ber nexweşiyeke bedenê Mizgînî da we. 14Rewşa bedena min ji bo we tecrûbeyek bû, lê dîsa we ez kêm nedîtim û ez red nekirim, lê belê we ez wek milyaketekî Xwedê, wek Mesîh Îsa qebûl kirim. 15Îcar ew bextewariya we li ku derê ma? Çimkî ez ji bo we şahidiyê dikim ku, eger çêbûya, weyê çavê xwe derxista û bida min. 16Îcar ji ber ku min rastî ji we re got, ma ez bûm dijminê we?
17Hinekên din ji bo we xeptûleptê dikin, lê ne bi nêta qenc. Ew dixwazin we ji me veqetînin, da ku hûn ji bo wan xeptûleptê bikin. 18Ne tenê gava ku ez li ba we bim, lê qenc e ku mirov hergav di tiştên qenc de xeptûleptê bike. 19Zarokên min, heta ku Mesîh di dilê we de sûret bistîne, ez careke din ji bo we êşa zarokanînê dikişînim. 20Lê min dixwest ku niha ez li ba we bûma û min dengê xwe biguherta, çimkî ez li ser we heyirî mame.
Mînaka Hacer û Sarayê
21Ji min re bêjin, ey hûn ên ku dixwazin di bin Şerîetê de bin: Ma hûn Şerîetê nabihîzin? 22Hatiye nivîsîn ku du kurên Birahîm hebûn: Yek ji cêriyê û yek jî ji jina azad.#Destpêk 16:15; 21:2 23Lê yê ku ji cêriyê bû li gor bedenê û yê ku ji jina azad bû jî li gor soza Xwedê çêbûye. 24Di vê yekê de mînak heye: Ev herdu jin du peyman in. Yek ji wan peymanan ji Çiyayê Sînayê ye û ji bo koletiyê zarokan tîne; ew Hacer e.#Destpêk 16 25Hacer, Çiyayê Sînayê yê li Erebistanê ye û bi Orşelîma niha re hemdeng e. Çimkî bi zarokên xwe ve koletiyê dike. 26Lê belê Orşelîma ezmanî azad e, diya me ew e. 27Ji ber ku hatiye nivîsîn:
«Ey jinika bêber, ey ya ku zarokan nayne, şa bibe!
Ey tu ya ku bi êşa zarokanînê nizanî,
Bi eşq û şahî dengê xwe bilind bike.
Çimkî kurên jina devjêberdayî,
Ji kurên ya ku mêrê wê heye, bêtir in.»#Ji: Îşaya 54:1
28Îcar birano, em wek Îshaq zarokên sozê ne.#Destpêk 17:18-22 29Lê, ka çawa hingê yê ku li gor bedenê çêbûye, tengahî da yê ku li gor Ruh çêbûye, niha jî weha ye.#Destpêk 21:9 30Lê belê Nivîsara Pîroz çi dibêje? Dibêje:
«Cêriyê û kurê wê bavêje derve.
Çimkî kurê cêriyê,
Bi kurê ya azad re nabe wêris.»#Ji: Destpêk 21:10
31Ji bo vê yekê birano, em ne zarokên cêriyê ne, lê em zarokên jina azad in.

Currently Selected:

Galatî 4: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in